Gotina herî dawî ya dayika Şirîn Demîr: Li pey min negirîn 2020-06-12 14:43:00   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Dayika Aştiyê Şîrîn Demîr, beriya ku jiyana xwe ji dest bide ji zarokên xwe re gotiye, “Li pey min negirîn. Ji ber ku ez nigihîştim miradê xwe.” Keça wê Hamdiye Demîr jî diyar kir ku dayika wê 35 salan di nava têkoşîn û berxwedanê de cih girtiye û got: “Dayika min bi xebatan gelek kêfweş dibû. Em ê jî li ser şopa dayika xwe bimeşin.”         Dayika Aştiyê Şîrîn Demîr(75)ku hem nexweşiya tansiyonê û hem jî nexweşiya gûrcikan pê re hebû û 4 sal bû felç derbas kiribû. Şîrînê herî dawî li  Nexweşxaneya Yaşam a Êlihê  ji bo nexweşiya gûrcikan tedawî didît. Şîrînê, li nexweşxaneyê ji ber krîza dil ku derbas kir jiyana xwe ji dest da û dûh êvarê bi merasîmeke girseyî li Goristana Şêx Hesen a Hezexê hat definkirin.      Dayika Şîrîn ku hemû jiyana wê bi têkoşînê derbars bûye  tim di nava berxwedan û têkoşîneke bê hempa de derbas bûye. Şirîn, li gundê Xendûkê yê navçeya Hezexê dijiya, di sala 1985’an de ket nava xebatên partiyê û dest bi têkoşînê kir. Di sala 1993’an de piştî ku leşker  bi ser gundê wan de digirin û cerdevaniyê li wan ferz dikin, bi malbata xwe re berê xwe dide navçeya Hezexê û jiyana xwe li vir didomîne. Şirînê, piştî ku tê Hezexê dîsa dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernade û li vir jî di nava xebatên partiyê de cih digire.   Ji bo kiryarên zarokên xwe têkoşiya   2 zarokên Şirînê piştî ku tevlî refên azadiyê dibin şehît  dikevin û zarokekî wê jî li ser rêya Îpekê ya Hezexê ji aliyê kiryarên ku nediyar ve di erebeyê de hat şewitandin. Şirînê, di sala 1991’ê de ji bo kiryarên zarokên wê bên diyarkirin û cezakirin tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê dibe. Keça Şirîn Hamdiye Demîr, di derbarê têkoşîn û berxwedana dayika xwe de ji ajanda me re axivî.   35 salan di nava  berxwedanê de cih girt   Hamdiye, anî ziman ku bi avabûna partiyê re dayika wê  heta ku nexweş neketiye di nav xebatan de cih girtiye û wiha bahsa dayika xwe kir: “Dayika min tevlî hemû çalakî, daxûyanî û bernameyan dibû. Kêfa dayika min gelek ji têkoşîn, partî û hevalên wê re dihat. Dayika min tû carî ji xebatan aciz nebû. Berovajê wê bi hêviyeke mezin berxwedana xwe didomand. Dayika min kesekê hem oldar û hem jî girêdayî doza xwe bû. Dayika min 35 salan di nav berxwedanê de cih girt.”   ‘Çi dayika min têkoşer bû ’   Hamdiye, bi lêv kir ku dayika wê 15 salan hem di nava Meclîsa Dayikên Aştiyê û hem jî di nava xebatên MEYA-DER’ê de cih girtiye û wiha got: “Dayika min bi avabûna Meclîsa Dayikên Aştiyê re di nav komê de cih girt.  Dayika min beriya 15 salan di herdu aliyan de jî xebatên xwe didomand. Dayika min dema di nava van xebatan de cih girt gelek bi kêf bû. Xebat dayika min kêfxweş dikir. Tu carî li cihê xwe rûnedinişt. Li ku derê xebat û çalakî hebûya dayika min li wê derê bû. Kar û  barên dayika min bi tenê çalaki û xebatên partiyê bûn. Çi xebat li ser milên dayika min biketa dikir.”     Tevlî çalakiyên Kobanê bû   Hamdiye, di dirêjiya axaftina xwe de got di dema Çalakiyên Kobanê de dayika wê çûye li ser sînor nobetê girtiye û wiha pêl da axaftina xwe: “Dayika min dema berxwedana Kobanê jî têkoşîn de  û tevli çalakiya rûniştinê bû. . Bi rojan li ser sînor ma. Wê demê tansiyona dayika min bilind dibe û wê radikin nexweşxaneya pirsûsê. Piştî ku baş bû carekedin berê xwe da sînorê Kobanê. Her wiha dayika min tevlî çalakiya mertalên zindî jî bû û li wir jî bi rojan çalakiya xwe domand. Dayika min tu carî ji xebatan gav paşve neavêt.”   ‘Daxwaza dayika min azadî, aştî û wekhevî bû’   Hamdiye, diyar kir ku piştî tansiyonê dayika wê xist felç derbas kir û ji ber tansiyonê nexweşiya gûrcikan jî pê re çêbû û wiha pê de çû: “Piştî ku dayika min nexweş ket felç derbas kir di nav nivînan de ma û êdî nikaribû di nava  xebatan de cih bigire. Dayika min piştî qedexeya derketina kolanan hat îlankirin û qediya şûn de ji ber ku gelek xemgîn bû nexweş ket. 4 sal bûn dayika min di nava nivînan de bû. Dema hevalên partiyê dihatin serdana wê çavên wê tijî rondik dibûn û digiriya. Digot Dayika min tu carî ji jiyana xwe kêfxweşî nedît. Xwest kiryarên zarokên wê bên dîtin lê belê nehatin dîtin. Dayika min heta ku li ser nigên xwe ma têkoşîna xwe domand. Daxwaza dayika min ew bû ku azadî, aştî û wekhevî bê vî welatî. Ji ber vê jî tu carî dev ji têkoşîn û berxwedanê berneda. Li ku dere cenaze û girtin hebûna dayika min li wê derê bû. Ji ber ku dizanibû êşa wan dayikan jî wek êşa wê ye. Dayika min nedixwast êdî tu dayik êşê bibînin.”   Gotina herî dawî ‘Li dû min negirîn’   Hamdiye bi çavên tijî rondik got ku dayika wê Şirînê, beriya jiyana xwe ji dest bide jê re ev tişt gotiye: “Dema ez mirim li pey min hêsirên çavan nebarînin. Ji ber ku min ne kiryarên zarokên xwe dît û ne jî azadî, aştî û wekhevî dît. Ez nigihîştim miradê xwe.” Hamdiye, herî dawî wiha got: “Em ê tu carî ne dayika xwe û ne jî têkoşîna wê ji bîr nekin. Em ê li ser şopa dayika xwe bin. Em hêvî dikin ku daxwaza dayika min bi cih were.”