Jina di eniya pêş ya têkoşînê de: Nure Tekîn 2020-06-04 09:06:34   MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Nure Tekîn jiyana wê bi têkoşînê derbas bû. Keça wê Xemgîn Dayik dayika xwe wiha vegot: “Dayika min li dijî zext û nexweşiyê têkoşiya. Ji berxwedanê hez dikir. Her tim di eniya pêş de dimeşiya.”   Dayika Aştiyê Nure Tekîn ya 64 salî li Nisêbîna Mêrdînê di 1’ê hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Nure bi salane di Meclîsa Dayikên Aştiyê de cih digirt, ji salên 90’î heta niha jiyana wê bi binçavkirin û zextan derbas bû. 7 zarokên wê hene. Li taxa Yeşîlkent a Nisêbînê dijiya.   Gelek caran bi ser mala wê de hat girtin. Kurê wê gelek caran hat girtin. Nurê di 2014’an de bi Dayikên Aştiyê re çû Kobanê tevlî çalakiya mertalên zindî bû. Bi mehan li wir ma. Salek şûnde li çiyayê Bagokê tevlî çalakiya mertalên zindî ya dayikan ya li dijî xerakirina goristanê bûn. Di qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de bi hevjînê xwe re 50 rojî li navçeyê ma. Nurê ji ber pigirêkên tenduristiyê neçar ma derkeve û li nexweşxaneyê teşîsa pençeşêra pankreasê hat danîn û gotin wê sê mehan bijî. Lê Nurê 5 salan li berxwe da. Di 1’ê Hezîrana 2020’an de jiyana xwe ji dest da.   ‘Têkoşînê ew kêfxweş dikir’   Xemgîn Tekîn diyar kir ku dayika wê gelek ji berxwedanê hez dikir û got: “Ji zarokatiya min de dayika min her tim di xebatan de bû. Rojekê li malê nedima. Dayika min her tim têkoşîn da, li berxwe da. Tirkî nizanibû. Tenê Kurdî diaxivî. Li pey zimanê xwe bû. Li dijî zilmê li berxwe dida. Ez biçûk bûm dayika min her tim diçû meş û daxuyaniyan. Ez zêde nedibirim. Her cara dihat kêfxweşiya wê ji rûyê wê dihat dîtin. Ji salên 90’î de ye li berxwe dide. Birayê min bi dehan carî hat binçavkirin. Dayika min bi salan li ber girtîgehan sekinî.”   ‘Ji berxwedanê hez dikir’   Xemgînê wiha berdewam kir: “Dayika min 5 salan li dijî nexweşiyê têkoşîn da. Dengê dayika min bilind bû. Di daxuyaniyan de wê dilîrand. Dayika min êşên mezin dît lê tu car serî netewand. Ji berxwedanê hez dikir. Dayika min di nexweşiya xwe de jî diçû çalakiyan. Lê em diketin fikaran. Em ji bo wê ditirsiyan. Me digot wê tiştek pê bê. Her tim li eniya pêş dimeşiya. Ji tiştekî neditirsiya. Armanca xwe dizanibû. Doza xwe dizanibû. Ji mirovan hez dikir. Nexweş ket. Bi salan li dijî vê nexweşiyê jî li berxwe da. Gotin ji bo vegotina wê têr nake. Dibe jiyana xwe ji dest dabe lê fikir û nêrînên wê, her tim wê bijîn. Ew ê her tim bi me re be.”