Nezahat Ulker hebûna xwe bi berxwedanê dihonand 2020-03-26 09:39:15   Berîtan Canozer   AMED - Nezahat heta dawiya jiyana xwe di nava têkoşînê de bû ji bo wê jî berxwedan jiyan bû. Hîn kesayetî hene ku li ser vê erdnegariyê şopên wan dimînin û yek jî wan Nezahat Ulker bû    Têkoşer Nezahat Ulker... Nezahat ne tenê di nava xebatên siyasî de têkoşer bû, di nava malbat, xizim û civakê de jî têkoşer bû. Serî rakirina wê ya yekem jî bi tena serê xwe mezinkirina zarokan bû. Piştî ku tevlî xebatên siyasî bû jiyana wê bi tevahî guherî û ji bo vê êdî berxwedan jiyan bû.    Nezahat Ulker di sala 1968'an de li gunda Beşişt a giredayê Licê ya Amedê dayik bû. Dema 15 salî bû hat zewicandin. Nezahat hêj di zarokatiya xwe de bû dayika zarokan û barê giran a malbatê danîn ser milê Nezahatê. Di sala 1989'an de hevjînê wê jiyana xwe ji dest da û Nezahat li gorî zîhniyeta civakê êdî bi tena serê xwe ma bû. Nezahat dayika 4 zarokan bû û dixwest zarokên xwe bide xwendin.    Nezahat êdî hem li dijî xizaniyê û hem jî li dijî zihniyeta serdest a mêr di nava têkoşînê de bû. Nezahat, di nava xizaniyê de zarokên xwe mezin kir û da xwendin. Sekn û helwesta Nezahatê bandorê li ser civakê hiştibû û Nezahat xwe ji civakê dûr nedixist. Ji bo wê tişta herî girîng jî hevaltî bû.    'Azadiya jin û civakê xistibû pêşiya xwe'   Salên 90'î ji bo her kurdekî salên herî dijwar bûn, ji bo Nezahatê jî wisa bû... Nezahat di sala 1994-95'an de tevlî xebatên Partiya Kedê ya Gel (HEP) bû. Li navçeyê xebatên xwe dimeşand. Di her çalakî û bernameyan de cih xwe digirt. Di sala 1996'an de li dijî qetlîma zindana Amedê tevlî greva birçîbûnê bû. Ji bo avakirina Meclîsên Azad ên Welat pêşengtî kir. Ji ber hewldan û xebatên xwe di nava civakê de gelek dihat hezkirin. Nezahat ji destêpêka HEP'ê heta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tu carî navbera neda û bi dildariyeke mezin dixebitî. Di sala 2014'an de bû hevseroka HDP'ê ya navçeya Rezanê. Kolan bi kolan digeriya û daxwazên gel guhdar dikir û dixwest bi gel re têkiliyê dayne. Ji ber vê sedemê jî gelek dihat hezkirin.    Di 25'ê adarê 2019'an de nexweşiya penceşêrê ket û di 25'ê adarê 2020'î de jî jiyana xwe ji dest da. Her tim rûken bû û tu carî hêviya xwe ji jiyanê nedibirî. Bi sekn û helwesta xwe hêvî dida hemû kesan. Ji bo Nezahatê berxwedan jiyan bû. Ji destpêka xebatê heta niha ji bo azadiya jinê û ji bo azadiya civakê di nava tevgerê de bû.