Saleke li piştî Medyayê: Serfirazî her dem bûye para têkoşeran 2020-03-24 11:39:47   MÊRDÎN - Di serdema grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, 7 girtiyan jiyana dawî li jiyana xwe anîbûn. Yek ji girtiyên ku dawî li jiyana xwe anîbû Medya Çinar bû.  Ji ser şehadeta Medyayê salek derbas bû.   Medyayê herî dawî wiha gotibû:”Em gav bi gav digihêjin armanca xwe, hindik ma. Serfirazî her dem bûye para têkoşeran.   Ji bo dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê anîn Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê Mijdarê de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî greva birçîbûnê ya bi mehan Leyla Guven piştî hat tehliyekirin şûnde li mala xwe greva birçîbûnê dewam kir. Greva birçîbûnê li Başûrên Kurdistanê, gelek girtîgehên din û li ewropayê belav bû. 30 girtiyî greva birçîbûnê wergerandin rojiya mirinê. Piştî grevên birçîbûnê 8 sal şûnde di 2’yê Gulana 2019’an de parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Bi banga Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê bi dawî bû. Di vê pêvajoyê de 7 girtiyan dawî li jiyana xwe anîn. Ji wan girtiyan yek Medya Çinar bû.    Medya ya ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Wanê girtî dihat darizandin û ji bo rûniştinê anîbûn Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê di 25’ê Adara 2019’an de dawî li jiyana xwe anî.     Dema li dijî DAÎŞ’ê şer dikir birîndar bû   Medyayê di 1995’an de li Qosera Mêrdînê ji dayik bû. Di 2015-2016’an de di serdema qedexeya derketina derve de li Nisêbînê hat binçavkirin. Piştî îşkenceya du rojan wekî hevalên xwe hat girtin û demekê li Girtîgeha Mêrdînê hat hiştin.    Piştre bi hevala xwe re sirgunî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Wanê hat kirin. Medya di doza Nisêbînê de bi cezayê muebeta giran dihat darizandin. Medyayê di rûniştina 2018’an de di parastina xwe de gotibû ‘Min li dijî DAÎŞ’ê şer dikir û ji bo tedawiyê ez hatim Nisêbînê’.   ‘Dengên îşkenceya ku li hevalên me dihat kirin, dihat me’   Medya anîbû ziman ku pêvajoya wê ya tedawiyê rastî qedexeya derketina derve hatiye û wiha parastina xwe domand:”Li Rojava li ser gelê kurd zextên mezin hene. Li girtîgehê tedawiya min nayê kirin. Li dijî van êrîşan di destpêkê de jin derketin qadan. Li dijî êrîşan Neteweyên Yekbûyî (NY) tiştek nekir. Heger li wir YPJ û YPG’ê têkoşîn nedabûna ew ê DAÎŞ’ê bêtir mirov qetil bikira. Loma ez jî ketim nava vê têkoşînê. Pêvajoya tedawiya min jî rastî serdema rêveberiya xweser hat. Loma ez li Nisêbînê mam û nikaribûm derketama.”   Medyayê îşkeceyên ku di dema rûniştina de li wê dihat kirin her warê dianî ziman û wiha dewam dikir:”Dema ez li Nisêbînê mam min nikaribû tiştek bikira. Ji ber ez birîndar bûm ez ji wir nikaribûm derketam. Dema em ji wir hatin girtin jî îşkence li me hat kirin. Dema îşkence dihat kirin qêrîna hevalên me dihat me. Lê me nikaribû tiştek bikira. Dema polîsan destên min kelepçe kirin destên min şikandin. Îfadeyên ku berê hatin dayin polîsan bi xwe nivîsandibûn. Îşkenceyên li emniyetê li me hatin kirin heta girtîgehê dewam kir. Li emniyetê polîseke jin got ‘Hûn vana îmze bikin hûn ê bên berdan’. Ji destên min jî tiştek nedihat û bêyî îradeya xwe min jî îmze kir. Loma van qebûl nakim. “   ‘Îrade û xeyalên me bi hêz in’   Medyayê berî ku dawî li jiyana xwe bîne di 24’ê Adarê de li lênûska xwe van nîşena nivîsandibû:”Têkoşîna Kemal, Hayrî û Mazlûman îro bi pêşengiya Leyla Guven bi hêza gelek hevalên me yên ku bedena xwe dane ber birçîbûnê dewam dike. Di dîrokê de cihê xwe digire. Îro hemû cîhanê dît ku dema roj mijara gotinê be bi milyonan kes canê xwe feda dikin. Serîhildana di zindan de dijmin matmayî dihêle. Çimkî ew dibêjin qey bi girtinê îradeya me teslîm digirin lê rastiyek têkoşîna me heye. Li ku derê dibe bila bibe em ê her dem bi hêz û bi moral bin. Ez çalakiya hemû rêhevalên xwe ji dil silav dikim.”   ‘Serfirazî her dem bûye para têkoşeran’    Medya diyar kiribû ku ew ji ber di pêvajoyeke wiha de ne di grevê de ye wijdanê wê ne rihet e û wiha dewam kiribû:”Ez her dem dibêji qey alîyekî min kêm e. Çimkî ev çalakiya berî her tiştî berpirsiyariyeke wijdanî ye. Dengê rêhevalên me îro gihaştiye her derê. Ev qêrîn qêrîna ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’. Ev qêrîna ji bo azadiyê ye. Îro piştgiriya ji bo rêhevala Leyla ne tenê peywira Gelê Kurd di heman demê peywira hemû gelên cîhanê ye. Çimkî heger em li welatekî demokrasî û azadiyê bixwazin ev jî di rêya rojê de derbas dibe. Ez careke din rêhevalên xwe silav dikim. Serfirazî her dem bûye para têkoşeran.”   Di pêvajoya 1’ê Adarê de ku greva birçîbûnê li hemû girtîgehan belav bûbû Zulkuf Gezen (33), Ayten Beçet (24), Zehra Saglam (23), Medya Çinar (24), Yonca Akici, Siraç Yuksek û  Mahsum Pamay di girtîgehê de li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîbûn.