Jinên rihê berxwedan û serhildana Newrozê heta îro anîn 2020-03-19 09:26:05   Safiye Alagaş   STENBOL - Bînevş, Zekiye, Rahşan, Sema, Bêrîvan, Ronahî û Elefteriya… Li dijî zilmê bûn agirê serhildanê. Rihê serhildan û berxwedanê di bedena xwe de veguhertin agirê Newrozê û heta roja me ya îro anîn. Ev jinên ku bûn ronahiya hêviya mirovahiyê, di dîroka berxwedana Newrozê de jî rêwitî kirin û bêguman dîrok jî di bedena wan de hat cem hev. Agirê Newrozê yê bi bedena xwe pêxistin îro li hemû cîhanê belav bûye.   Cejna Newrozê ji bo Kurdan sembola serhildana li dijî zilmê ye, hilweşandina dîwarê tirsê ye. Jinan bi têkoşîna xwe, wateyên nû li Newroza ku bi têkoşîna xwe li dijî Dehakê xwînxwar daye, bar kirin. Di salên 1990’î de bi mezibûna Nevgera Kurd re karekterê xurt û berxwedêr yê jinên Kurd li qadên têkoşînê xwe nîşan dan. Cejna Newrozê ya ji bo Kurdan xwedî wateyeke dîrokî ye, ji bo jinên Kurd jî veguherîn qadên rêxistinbûnê. Li ser navê jinên bi Newrozê re bûn yek, stran, helbest hatin nivîsin. Bi civakê re bûn yek, navên wan li zarokên nû hatin dinê, hatin kirin.   Bineveş Agal: Jineke çeleng bû   Binevş Agal (Berîvan) di 1996'an de li Beşîrî a Êlihê wek zarokek malbata Êzidî hat dinê. Navê xwe ji destana Kurd a 'Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn' girt. Binevş û malbata wê di 1980'ê de piştî darbeya 12'ê îlonê ji ber êrîşên li Kurdistanê koçî Ewropayê dikin.   Berê xwe dide çiyan   Binevş nîşeyekê ji malbata xwe re dihêle û berê xwe dide çiyan. Binevş li Geliyê Beka ligel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dimîne û piştre derbasî Botanê dibe. Binevş faliyetên rêxistinbûna Cizîrê dimeşîne û gelê Botanê gelek ji Bêrîvanê hez dikin. Binevş li vir mîlîsên jin perwerde dike. Ji bo jin çalak bibin dikeve nava hewldanan. Jin êdî bi Bêrîvanê re bûne hêviya rizgariya gel. Bêrîvan jinek gelek jîr û berxwedêr bû. Çend nasnav bi kar dianî û nedihat deşîfrekirin. Demek dirêj dewletê digot qey gelek jinên PKK'î li vir in. Di 16'ê Çileyê 1989'an de xaniyê ku lê dima hat îxbarkirin û operasyon li malê hat kirin. Lê Binevş teslîm nebû û heta guleya xwe ya dawî li berxwe da û jiyana xwe ji dest da. Piştî Bêrîvan jiyana xwe ji dest dide bi gel re hêrsek mezin çêdibe. Êdî dema Cizîr tê gotin Bêrîvan dihat hişê her kesî. Navê Bêrîvanê li zarokên keç hat kirin. Berxwedana Newroza Cizîrê Bêrîvanê rêxistin kiribû. Jinên ku wê rêxistin kirin, piştî wê li kolanan di Newrozê de pêşengî kirin.   Zekiye Alkan:Newroz bi agir tê pîrozkirin   Zekiye Alkan di 1970'ê de hat dinê. Dema li Amedê li zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Tipê dixwend, têkoşîna azadiya kurd bala wê kişand. Li Nisêbînê 13 jinên PKK''yî hatibûn definkirin û berxwedana piştî wê hatibû destpêkirin di dilê wê de cih girt. Bi ruhê berxwedanê bi rojan raneza û zilm qebûl nekir.   Zekiye beriya çalakiya xwe, li Parka Trafîkê bi hevalên xwe re rûdinê û pereyê bêrîka xwe derdixe û hemûyî dişewitîne. Kesên dibêjin tu çi dijî, bersiva wê wiha ye 'Newrozê pîroz dikim' û dibêje Newroz wisa tê pîrozkirin. Zekiye di 21'ê Adara 1990''î de ji bo bibe bersiva berxwedana jinên Nisêbînê diçe ser Sûrên dîrokî yên Amedê û bedena xwe dide ber agir. Zekiyeya ji bo bibe doktor hat wî bajarî, bû qehremana gelê Kurd. Zekiye wek jina kurd ya lêgerînvana azadiyê tê zanîn. Her kesî Zekiye wek jina ku Newroz bi agirê berda bedena xwe, pîroz kiriye, dizanibû.   'Jinên kurd êdî jiyana azad nas dikin'   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo Zekiye Alkan wiha gotibû: "Çalakiya Zekiye Alkan ku bi agirê azadiyê bilind bûye di Newrozê de agir berda bedena xwe, sembola ku azadî ne hêsan e. Jinên kurd êdî jiyana azad nas dikin. Dema em van pêvajoyan dinirxînin, pêvajoya piştî salên 90'î di alî xebatên jinan de pêvajoyek nû îfade dike. Çalakiya Zekiye Alkan gotina wê ya 'Agirê Newrozê herî baş bi bedena mirovan gur dibe ' mînaka fedekarî û cesareta bê sînor e. Çalakiya Zekiyeyê bêçaretî û tirsa li kurdan hatiye ferzkirin, ji holê rakiriye."   Rahşan: Wê Neroz bê pîrozkirin   Rahşan Demîrel di 1992'an de li Îzmîrê li dijî qedexeyan bersiva herî mezin a 'Newroz wê bê pîrozkirin' da. Rahşan di 15'ê Tebaxa 1975'an de li Nisêbîn a Mêrdînê tê dinê. Malbata Rahşanê jî wek gelek malbatên kurd ji ber zextan koç dikin. Rahşan hîna 1 salî bû malbat koçî Îzmîrê dike. Rahşan ji bo piştgiriya aborî ya malbata xwe bike di fabrîkaya tekelê de dixebite. Heta derfetên wan hebûn jî diçû Nisêbînê.   Kesk, sor û zer Rahşan bû   Rahşan di temenê xwe yê biçûk de zextên dewletê ferq dike û hêrsa wê mezin dibe. Dema ji Rahşanê re cil û berg dihatin kirîn divê kesk, sor û zer bûna. Rojekê li dibistanê mamoste ji ber rengên cilên wê sîleyekê lê dide. Rahşan bi heman awayî bersiv dide û qebûl nake. Rahşanê gelek ji Nisêbînê hez dikir. Bi malbata xwe re ew jî diçû Nisêbînê.   Di salên 1990'î de berxwedana li Nisêbînê dest pê kir li her derê belav bû û li Kadîfekale ya Îzmîrê jî xwe dide der. Li Kadîfekaleyê wek jina ciwan a di çalakiyan de di eniya pêş de cih digirt hat nasîn. Rahşan her carê ji dayika xwe re daxwaza xwe ya çûyîna çiyan digot. Rojekê ji dayika xwe re dibêje 'Li Cizîrê gelê me tê qetilkirin, kurdan dikujin, em çima tiştekî nakin?."   'Ez neçar im bibim bersiva Cizîr û Nisêbînê'   Rahşan ji berxwedana Cizîrê ya 1992'an gelek bi bandor dibe. Ji televîzyonan qedexeyên pîrozbahiyên Newrozê dibihîze. Wezîrê Karên Hundir yê demî Îsmet Sezgîn got 'îsal Newroz nayê pîrozkirin, ger bê pîrozkirin tiştên hewce wê bê kirin'. Roja din di 22'ê Adara 1992'an de Rahşan sibehê zû radibe û li ser kartonê dinivîse 'Ez xwe li kadîfekaleyê dikim Newroz, divê ez bersiva Cizîr, Nisêbînê bidim. Xwedî li min derkevin. Ez agahî didim Îsmet Sezgîn wê Newroz bê pîrozkirin… Lastik tune be em ê bi canê xwe pîroz bikin!" Rahşan di 17 saliya xwe de bi agirê berda bedena xwe bersiva dewletê da.   Ronahî û Bêrîvan: Gihiştin sira agir   Di Newroza 1994'an de jinên ciwan yên kurd Bedriye Yildiz (Ronahî) û Nîlgun Yildirim (Bêrîvan) li bajarên Mannheîm ê Almanyayê bedena xwe dan ber agir. Li cîhanê yekem car du jinanan bi hev re çalakî pêk anîbû. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev çalakî wek çalakiya azadiyê bi nav kir û got: "Ger azadî tiştekî hêsanbûna wê Ronahî û Bêrîvanê bedena xwe neda ber agir."   Sema Yuce: Daxwaza min ya azadiyê gelek mezin e   Sema Yuce di 1971'ê de li Tutax a Agiriyê li gundê Aşagi Karglik hat dinê. Dibistana seretayî û navîn, lîse li Agiriyê xwend. Piştre ji bo zanîngehê çû Enqereyê. Li vir têkoşîn azadiyê nas kir û li Mêrdînê tevlî PKK'ê bû. Sema di 1992'an de li herêma Serhedê peywir girt û hat binçavkirin.   Sema Yuce ji bo jiyanê ronî bike, ji 8'ê Adarê heta Newrozê bû pir û di lêgerîna azadiyê de bû beden û hişmendiya jinê. Di 21'ê Adara 1998'an de li girtîgeha Çanakkaleyê çalakî pêk anî û piştî ku giran birîdar bû rakirin nexweşxaneyê. Sema di 17'ê Hezîrana 1998'an de jiyana xwe ji dest da. Semayê di nameya li pişt xwe hişt de wiha got: "Ez dixwazim mejî, dil û bedena xwe ji 8'ê Adarê heta 21'ê Adarê bikim pira ji agir. Ez dixwazim wek Zekiyeyê bişewitim, wek Rahşanê bibim Newroz."   Elefterîa: Bû pira navbera gelan   Jina ciwan a enternasyonalîst a Yewnanî Elefterîa Fortulakî ku li Yewnanîstanê îdeolojiya têkoşîna azadiyê nas kir, di 24'ê Adara 2006'an de dema 23 salî bû rojek piştî Newrozê bedena xwe da ber agir û bû Newroz. Elefteriya dayika 2 zarokan bû û di nameya ku li pey xwe hişt wiha got: " Ez Kurdisganê jî wek welatê xwe dibînim. Ez gelek ji Yewnanîstaanê hez dikim. Lê ez bi qasî zimanê xwe ji Kurdî jî hez dikim. Dayik ji bo wekheviya gelan tiştekî xweş e. Gelê Kurd ji bo wekheviya gelan têdikoşe. Ez jî wek Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û Rahşanê îsal Newrozê pîroz dikim lê hinek dereng mam. Biryarbûna wan gelê Kurd xurtir kiriye."