Xwişka Denîzan, dengê jinê ya ewil a TÎP’ê Şekîbe Çelenk 2020-03-10 09:08:55   Habîbe Eren   ENQERE - Xwişka Denîzan, Şekîbe Çelenk jiyana xwe ji dest da. Keça wê Serpîl Guvenç got: “Heta dayika min çû ser dilovahiya xwe serhildana xwe jiya. Digot ‘heta Demîrel nemire ez namirin, ez ê mirina wî bibînim.’ Jinek serhildêr bû. Li dijî şert û mercan û xerabiyê serî hildada. Helal be ji Şekîbe Çelenk re, Helal be ji dayika min re. Ew di heman demê de rêhevala min bû.”   Şekîbe Çelenk ya şahidiya pêvajoya darvekirina damezerînerên Rêxistina Rizgariya Gelên Tirkiyeyê (THKO) û pêşengên tevgera ciwanan a 1968’an Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan kir û di demên herî zehmet de li cem wan cih girt di 21’ê Sibatê de li Enqereyê jiyana xwe ji dest da.   Şekîbe ku wek ‘Xwişka Denîzan’ dihat nasîn li Goristana Karşiyaka di gora Halît Çelenk ku parêziya Denîzan kiribû de hat definkirin.Şekîbe di 1921’ê de tê dinê û her sal diçe ser gora Denîzan.   Şekibe Çelenk kî ye?   Kalê Şekîbeyê koçberê Selanîkê ye û endezyarê yekem yê maşîneyê yê Tirkiyeyê ye. Ji Macarîstanê tahsîlê digire. Dayika wê jî li Selanîkê ye. Şekîbe di malbatek ronakbîr de mezin dibe. Lîseyê li Bursayê dixwîne û Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê qezenc dike. Bi 10 lira burs wê demê dixwîne. Li aliyekî jî di fabrîka tekstîlê de dixebite. Ji pola xwe Halît Çelenk nas dike û têkiliya wan dest pê dike. Halît û Şekîbe dikevin aliyên çepgir.   Nahêle mamostetiyê bike   Halît ji Antakyayê ye û malbat dibêje çandên me li hev nakin. Lê ew vê nakin pirsgirêk û di pola dawî de dizewicin. Li Antakyayê stajê dikin. Şekîbe bi keça xwe Serpîlê ducanî dimîne û diçin Samsunê. Li yaxizaneyekê dixebitin. Şekîbe wek parêzeke jin a yekane ya bajar dozan ji mirovan re vedibêjin. Lê rastî zexta tê û hewl dide pîşeyê biguhere û bibe mamoste. Wê demê navê Şekîbeyê derdikeve ‘komunîstiyê’ û nahêlin bibe mamoste.   Li şevneşînan mafê avahiyan vedibêje   Riya wan bi Mehmet Alî Aybar yê li Fakulteya Hiqûqê bû dibe yek û piştre her du dibin endamên TÎP’ê. Piştî tevgera 27’ê Gulanê dibe şûnde Halît û Şekîbe tên Enqereyê û di xebatên partiyê de aktîf rol digirin. Şekîbe dibe seroka navçeyê ya TÎP’ê. Halît jî dibe sekreterê Partî û Lijneya Rêveberiya Giştî. Li mala xwe ya Tandoganê her tim endamên TÎP û sendîkavanan dikin mîvan. Mehmet Alî Aybat û Behîce Boran ew her tim tên mala wan. Şekîbe li şevneşînên Altindagê digere û mafê avahiyan ji gelê xizan re vedibêje.   Dengê jinê ya ewil a TÎP’ê   Di 1963’an de TÎP dikeve hilbijartinên şaredariyê. Şekîbe axaftina xwe ya ewil di radyoyê de dike û balê dikşîne ser xwe. Di hilbijartinên 1965’an de bi 15 parlamenterî dikevin meclîsê. Şekîbe wê demê bi serokê Lastîk Îş re ji bo karkeran kanûnê amade dike. Piştre ji TÎP’ê îxrac çêdibin. Şekîbe, heta dawî endamtiya xwe ya TÎP'ê dimeşîne.   Serpîl dayika xwe vedibêje…   Keça wê nivîskar, wergervan û siyasetmedar Serpîl Guvenç dayika xwe vedibêje. Serpîl li mala xwe me dike mîvan. Li dîwar wêneyên Halît, Şekîbe û Denîzan heye. Di pirtûkxanê de jî bi sedan pirtûk.   Serpîl naskirina Şekîbe û Denîzan vegot û wiha berdewam kir: “Denîz piranî li Stenbolê bû. Lê Sînan Cemgîl, Yusuf Aslan ji mala me dernediketin. Huseyîn Înan dihat. Alpaslan Ozdogan, damezerînên THKO Gulay Ozdeş û hevalên Mahîr ji mala me dernediketin. Denîz, Mahîr û Huseyîn hemû endamên TÎP’ê bûn.”   ‘Yên dihatin an dihatin girtin an jî li çiyan jiyana xwe ji dest didan’   Denîzan li Bahçelîevlerê Şaxa Emek a bankaya nêzî mala Şekîbeyê wan bû şêlandin. Serpîlê der barê vê de jî wiha got: “Ji bankayê derdikevin û dibêjin ger Xwişka Şekîbe wan fêm nekin kes fêm nake. Beriya derkevin çiyê Alpslan bi kaxazê xwê yê kes li salonê rûniştibû. Yusuf dema li hevalan bixeyîdina pişta xwe dida û rûdinişt. Piştre pêvajoya dozê dest pê dike û berbi xerabiyê ve diçe. Yên dihatin malê li çiyan jiyana xwe ji dest didan. Dilê mirovan berxwe nedida. Diketin girtîgehan an li çiyan jiyana xwe ji dest didan. Zarokên dayika min bûn. Hemû wek zarokên wê bûn. Belkî jî ji zarokên xwe pirtir ji wan hez dikir.”   ‘Bifikirin ew mirov xilasnekirin çiqas kezebê dişewitîne’   Serpîlê got dayika wê û ciwanên şoreşger ji bo pergalê biguherin têkoşîn meşandine û wiha berdewam kir: “Tiştekî bi heybet bû. Ev pergal wê biguheriya. Wê kê biguherta; Van ciwanên xweşik wê biguherta. Wan hedef dikin ku pergaleke kedkar ava bikin. Kesên bi sosyalîzma zanistî bawer dikirin wê ev pergal ava bikirana. Kîbûn ev; Denîz, Huseyîn, Yusuf, Sînan, Mahîr û her wekê din. Di navbera wan de hezkirin, rêzkarî û hevaltiyek mezin hebû. Bifikirin ew mirov me xelas nekirin. Ev şewateke çawa ye hûn dizanin. Nayê vegotin.”   ‘Heta mir di serhildanê de bû’   Piştî Denîz û hevalên xwe tên darvekirin doz destpê dike. Şekîbe malbatan tenê nahêle. Serpîl der barê vê de jî wiha dibêje: “Dayika min tu car ew tenê nehiştin. Dayika min piştî dadgehê ew dianîn malê, xwarin çêdikir, cilên wan lê dikir û radizandin. Yusuf Şarkişla dema birîndar hat girtin kes nikaribû biçûna cem wî. Li Numuneyê bi zincîran razandin. Malbatî nikaribû biçe cem wî. Dayika min bi xwarina dolme çû cem wî. Li aliyekî xwarin didayê li aliyê din jî gûhdar dikir. Beriya ku Yusuf bê darvekirin tenê bi dayika min re hevdîtin kiribû. Vê bandorek mezin li dayika min kir. Tu car qebûl nekir. Dayika min heta mir serî hilda. Digot ‘heta Demîrel nemire, ez ê nemrim, ez ê mirina wî bibînim’. Li dijî pergalê serî hildida. Mirovek têkoşer bû. Tu car qebûl nedikir. Der barê min de jî buyer çêbûn. Polîs hatin tu car îtîraz nekir. Negot ‘keça min nebin.’”   Serpîlê daxuyakirin ku heta dayika wê jiyana xwe ji dset daye tiştên jiyaye efû nekiriye û got: “Piştî 12’ê îlonê jî têkoşîna xwe meşand. Kî bihata girtin ew diçû cem. Her wiha her tim diçû ser gora wan. Dayika min tu car dest ji têkoşînê berneda. Kurê min jî dayika min kir şoreşger. Rudinişt jê re vedigot. Dayika min her saniye her deqeya xwe ji da ser şoreş û têkoşînê.”   ‘Niha gihiştin hev’   Serpîlê got dayika wê bi qasî şoreşa xwe ji bavê min jî hez dikir û wiha dawî lê anî: “Evîndarê bavê min bû. Dayika min gelek bedel da. Tu car ji tiştekî gazinc nekir. Dayika min gelek bi îrade jiya. Gelek ji bavê min hez kir û ji şoreşê. Heta dawî jî ji herduyan hez kir. Helal be Şekîbe Çelenk. Helal be ji dayika min re. Ji ber ku ew di heman demê de rêhevala min bû. Ji bi dayika xwe serbilindim. Dayik û bavê min rêhevalên min bû. Ew niha gihiştine cem kurên xwe.”