Nîşana têkoşîna dayikên kurd: Emetullah Guzel 2020-02-10 09:01:42       Medya Uren - Şehrîban Aslan   AMED - Dayika kurd Emetulah Guzel ku di têkoşîna gelê kurd de roleke girîng lîstiye, wê bi serhildan û gotina xwe ya, “Ez di 93’an de ji xew şiyar bûm û tevlî berxwedanê bûm. Heta ku rih di bedena min de hebe ez ê vê têkoşînê bidim berdewamkirin.” di dilê Gelê Kurd de bêmirin be.   Jiyaneke bûye nîşana berxwedanana jina kurd Emetullah Guzel, di salên 1993’an de piştî lawê wê Îbrahîm Guzel beşdarî nav tevgera azadiyê bû, wê jî di têkoşîna Gelê Kurd de rolek çalek lîst. Êdî wê di hemû çalekiyên Amedê de di rêzên pêş de cihê xwe girt. Dayika Emetullah ku heta dawiya temenê xwe têkoşîna xwe berdewam kir di 85 saliya xwe de di 4'ê Sibatê de  li Amedê jiyana xwe ji dest da.    Dayika Emetullah ki ye?   Di salên 1815’an de di dema Qirkirina Ermeniyan de koçberî û qetlîamên mezin pêk hatibûn. Bi alîkariya malbatê Kiymet Canbaz û xuşka xwe ji Xerpêtê direvin. Di rê de Kiymet û xuşka xwe hev winda dikin û Kiymet li rexmê hemû zahmetiyan gihişt Gundê Elîpinar ê girêdayî Amedê. Ew li wir dizewice û 6 keçên wê çêdibin. Yek ji wan keçan Emetullah Guzel e ku di sala 1935’an de weke zaroka dawî ji dayik dibe. Dayika Emetullah di temenekî biçûk de dizewice û ew ji dibe xwediya 8 zarokan. Wê 4 zarokên xwe dane xwendin û lawekî wê tevlî nav refên berxwedanê dibe. Weke gelek kurdan malbata Emutullah jî jiyaneke tijî qirkirin, koçberî, zilim û zordestiyê derbas dike. Lê dayika Emetullah li hember van yekan hertim xeta xwe ya berxwedanê parast û di têkoşîna azadiyê de di rêzên pêş de cih girt.   Hertim bi xwe bawer û jêhatî bû   Bi her kurdekê re hêza hunermendiyê heye. Dayika 8 zarokan a ku bi têkoşîna xwe dihat naskirin û di her qadî de xwedî hêzek berbiçav bû jî minaka vê ye. Wê li gel derfetên kêm wêneyên serkeftî diafirand.  Wê parçeyek ji laçika sipî bi serê kelemek zirav ve dikir û di nava boyaxên gubar ku bi avê tên şilkirin reng dikir. Dîwarên xaniyê xwe bi hûnera xwe dinexişand. Emetulah ji ber vê afrîneriya xwe weke hûnermendek ji dihat naskirin. Dema qala çîrokên Emetullah were kirin li gel têkoşîn û wêrekiya wê bê guman hunera wê jî tê bîra mirov.    ‘Ez bi xwe hesiyam û min serî hilda’   Dayik di xwezaya xwe de şervanên aşitiyê ne ku dema armanc û hêviyek diafire ew wê têkoşîna xwe gûr û geştir dikin. Ev ew rihe ku tu hêz û bendan nas nake. Di her kêliyê de xwe nîşan dide. Dayika Emetullah piştî lawê wê Îbrahîm Guzel di salên 1993’an de beşdarî refên tevgera azadiyê dibe, ew jî  dinava tevgera azadiyê de roleke çalak dilîze. Wê hertim biryara Îbrahîm parast, piştî di salên 96’an de lawê wê jiyana xwe ji dest da wê têkoşîna xwe mezintir kir. Dayika Emetullah ku li gel temenê mezin beşdarê çalekiyekê dibe, polîsek bertek nîşanî wê dide û dibêje tu hertim li van kolanan di nava van buyeran de çi dikî? Dayik jî wiha bersivê didê; “Ez di 1993’an de ji xew şiyar bûm û tevlî berxwedana azadiyê bûm ku heta temenê min têrê bike ez ê vê têkoşînê bidim berdewamkirin.”   Newroz ji wê re felesefeyek bû   Amed a ku wekî paytexta Gelê Kurd e di pêvajoyên gelek dijwar re derbas bûye; Ji komploya navneteweyî heta beriya çend salan êrişên li ser Surê,  bi hezaran serhildan lê pêk hatin. Di geşkirina çalekiyan de hertim rola jinan gelek mezine. Bi taybet dayikên weke Emetullah dibûn nîşana Newrozê ku weke felesefeya xwe ya jiyanê didîtin. Dayika Emetullah Dema neçûna Newrozê xwe kêm û lewaz didît Û  tucarî fêrî zimanê Tirkî nebû. Zarokên Emetullah Guzel wiha bahsa dayika xwe kirin; “Dayika me nûçe û rojev ji nêz ve dişopand dema bûyerek diqewimî ew beriya herkesî li wir amade dibû. Lê bi qasî 2 salan bû ji ber nexweşiyan xwe nedikarî rabe ser piyan. Li Rexmî vê ji ew di demên qedexyan li wesayita HDP'ê siwar dibe û diçe pîrozbahiya Newrozê."    ‘Têkoşîn rastiya hebûna min e’   Zarokên Emetullah gotin dayika wan di her temaşekirina nuçeyan de bi hêvî û hestiyar bû, ma li benda agahiya cenazeyê   lawê xwe lê  negirt. Zarokên Emetullahê wiha bahsa dayika xwe kirin; “Gelek caran derdorê digotin dayika me, ma tuyê çiqas li van kolanan bî, te çi bi dest xist? Lê her tim wê digo ez ne li benda berjewendiyekê me, ez vê yekê ji xwe re dikim ji kesekî din re nakim û digot, ' têkoşîn rastiya hebûna min e'. Diya min beriya rehmet bike jî dema me qala têkoşînê dikir yekser çavê xwe vedikir û digot ez dayika Egîda me, ez şopdarê riya şehîda me. Ev ji wê re diruşma jiyanê bû. Her tim bi bîr dianî û li gor wê tevdigeriya.”