Xwişkên Nûrcanê behsa wê kirin: Wê bi rihê xwe yê zarokatiyê her ked da 2020-01-19 09:04:07   Filiz Zeyrek    EDENE - Xwişkên Nûrcan Bakir a ku li dijî zextan dawî li jiyana xwe anî wiha gotin:"Nûrcanê devliken bû û biqasî zarokan dilpak bû. Heta dawiya jiyana xwe wê her dem ked da û têkoşiya.    Nûrcan Bakir a ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Burhaniyaya Balikesirê dihat girtin berî dawî li jiyana xwe bîne bi malbata xwe re hevdîtin pêk anîbû. Nûrcanê ji malbata xwe re anîbû ziman ku ew li dijî zilmê bêdeng namîne û her roj di xewnên xwe de zarokên ku tên qetilkirin dibîne.    Li Kuçeya Daglioglu ya Edeneyê ji bo Nurcanê şîn hatibû danîn. Li şînê  herdu xwişkên Nurcanê, Kesuba Atalay û Emine Bakir behsa Nurcanê kirin.    'Dikaribû serî bi her tiştî re derxîne'   Kesubayê da zanîn ku ew 7 xwişk û bira ne û ji nava wan 3 jê jin in. Kesubayê da zanîn ku Nurcanê ji 3 xwişkan a herî biçûk e û wiha dewam kir:"Nûrcanê jinek bi hêz bû. Her tim têdikoşiya. Ji zarokatiya xwe ew her dem xebitî. Me bi hev re karê malê dikir. Me genim, nîsk û ceh bi hev re diçînî. Wê herî zêde jî şivantiya ajalan dikir. Dikaribû serî bi her tiştî derxe."   'Her dem ew sirgunî girtîgehên cuda hat kirin'   Kesuba da zanîn ku piştî ew hatine Edeneyê ew zewiciye û çûye Îzmîrê û wiha got:"Herî dawî me bihîst ku Nurcanê çûye û dawiyê hat girtin. Dema hatibû girtin birîndar bû. Ez zêde nikaribûm biçûyam hevdîtina bi wê re. Çimkî Her dem ew sirgunî girtîgehên cuda hat kirin."   'Li dijî zextan wê dawî li jiyana xwe anî'   Kesubayê herî dawî wiha got:"Ji ber ku Nurcanê dawî li jiyana xwe anî em gelekî xemgîn bûn. Bi salan ked da û têkoşiya. Me dixwest ew niha li gel me ba. Li vî welatî zext gelek zêde ne. Li dijî zextan wê dawî li jiyana xwe anî. Bes e êdî dilê me dişewite. Bila êdî agir bi mala kesî nekeve û dilê tu kesî neşewite."   'Her dem têkoşîna Gelê Kurd li ser guhê bû'   Xwişka Nûrcanê ya din a bi navê Emine Bakir jî wiha got:"Li gund em zarokatiya xwe têr nejiyan. Her tim em diçûn ser erd. Me kar û xebat dikir. Nûrcanê ji zarokatiya xwe de pir jêhatî bû. Her dem têkoşîna Gelê Kurd li ser guhê bû. Meraqa wê ya qada siyasî hebû. Zordestiya li dijî kedkaran qebûl nedikir. Me li ser erd porteqal, mandalina, misir, kartol didan hevdu. Li cihê kar herkesî ji wê hez dikir. Me nizanibû ku wê biryara xwe ya çûyinê daye. Rojekê hat malê got ez ê serê xwe bişom û av germ kir. Dawiyê derket derve û demek şûnde hat malê. Serê xwe neşuşt û kincên xwe dîsa li xwe kir. Dawiyê derket û careke din nehat malê. Piştre em hîn bûn ku beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê bûye."   'Wekî zarokan kêfa wê dihat'   Emîneyê anî ziman ku dema Nûrcanê hatiye girtin, birîndar bû û wiha dewam kir:"Her ku ez diçûm hevdîtina wê bi awayekî bi kelacan ji min re dipirsî û digot ka li derve çi heye. Derheqê xwe de nedipeyivî. Her dem dixwest ez bipeyivim. Wekî zarokan kêfa wê dihat. Li girtîgehê jî her dem kelecana wê hebû. Wê her dem dianî ziman ku li girtîgehan jî li derve jî zext û zordestî heye."   'Di hevdîtina herî dawî de li mezinên malbatê pirsî'   Emîneyê herî dawî wiha got:"Nûrcanê di hevdîtina herî dawî de li mezinên malbatê pirsî. Wê diyar kir ku berpirsê vê bûyerê girtîgehên ku zextan pêk tîne ne."