Bi laçikên 'reş' şîna xwe didomînin 2019-12-18 09:10:11   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Di 19’ê kanûna sala 2015’an de Taybet Înan a ku hat kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma. Keçên Taybet laçikên 'reş' didin serê xwe û şîna dayika xwe didomînin. Keça wê Halîme Akin, got: "Dewletê 7 rojan êşê bi me dan kişandin. Ez tu carî vî zilm û wahşetê jibîrnakin. Em ê heta dawiyê bibin şopdarê vê dozê.”    Di 19’ê kanûna sala 2015’an de li Silopiyê dema di qedexeya derketina derve de Taybet Înan a ku ji aliyê nîşangeran ve hat birîndarkirin, bi saetan li erdê birîndar ma û li ber çavên hevjîn û zarokên xwe jiyana xwe ji dest da. Piştî 23 rojan cenaze hat definkirin. Her wiha nehiştin ku kesek tevlî merasîma cenazeyê bibin. Li ser bûyerê re 4 sal derbas bûn. Keça wê Halîme Akin ji ajansa me re qala dayika Taybet Înan kir.    Di 1993'an de 2 zarok wê hatin kuştin   Halîme dema behsa tiştên hatin jiyîn dike hemû ferdên malbatê dinuqmin dûr û wekî ku di nav tarîtiya 19’ê Kanûnê de temirîn. Halîme axaftina xwe de dibêje “Ev cara yekem nîne” û wiha behsa bûyera sala 1993’an a kuştina Esmara 12 salî û Botan ê 4 salî dike: “Dayika min gelek êş kişand û jiyana wê tim di nav êşan de derbas bû. Dayika min ew qas zext, zordestî û zilmê dît lê tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Di sala 1993’an de 2 xwişk û biyareyê min kuştin. Zarok derketibûn derve ji bo bilêyizin. Dema nehatin dayik û jinapa min derketin derve wan geriyan. Wan dîtiye ku li serê taxê leşker kom bûne. Dema qala zarokên me winda bûn dikin, leşker êriş bir ser van. Lê dema dayika min xwest di navbera leşkeran de derbas bibe ji hêla leşkerena ve hat astengkirin. Leşkerê ku kurdî dizanî ji dayika min pirsî 'hûn çi dixwazin?' Dayika min jî qala windabûna zarokên xwe kir. Piştî ku maşîneyên leşkerî vekişiyan cenazeyên 5 zarok ji malbata me û 2 zarok jî yên cîranê me hatin dîtin. Zarok pêl mayînê kiribûn. Cenazeyê 7 zarokan bêyî ku em bişon hatin definkirin. Leşkeran îdiakir ku 'PKK’ê wisa kiri ye'."    Sekneke Dayika Taybet hebû    Halîme, dema qala dayika xwe dike rondikan dibarîne û wiha axivî: "Dema ez dibêjim daye agir dilê min dikeve. Ji bo dayika Taybet çi zarokên wê û çi jî zarokên cîranan be ferq nedikir û tu carî cudahiyê nedixistê navbera zarokan. Seknekê dayika min hebû hemû kesên li gel wê radibûn û rûdiniştin hurmetê nîşanê wê didan. Dayika min tim di nav sohbetan de bû û her li pêş bû. Her tim mêvanên me hebû û her tim li malê sohbet dihatin kirin. Dayika Taybet kesek zane bû û ji ber vê jî hurmet dihat nîşandan. Şûna Dayika Taybet tu carî tijî nabe û dê tim bi me re bijî."   'Ez dicemidim...'   Halîme wiha behsa tiştên qewimîn kir: “Dayika min tim diçe mala cîranekê xwe û dîsa wê rojê çûye mala wan. Di wê navberê de dibihîze ku agir li mala wê ketiye û li ber deriyê mala cîranê xwe mala şewitî dinêre. Dayika min dibêje ‘bila mala min bişewite' Cîranê me serê sibêhê radibe diçe çêlaka xwe binêre û di wê navberê de dibîne ku dayika min birîndar bûye. Telefona min lêda û ji min re gotin 'Dayika te birîndar bûye'. Lê me nedizanî ku dayika min li ku birîndar bûye û li ku ye. Dayika min ji milê xwe û ji nigê xwe birîndar bûye. Bavê min çû xilas bike lê dayika min wî re got ‘neyê û dê te jî bikûjin’. Bavê min xwest bend bavêje gel dayika min û xilas bike lê dîsa gule barandin, bavê min jî birîndar bû. Dayika min herî dawiyê ji bavê min re got 'ez dicemidim û ez gelekî tîbûm’ Her wiha dema apê min jî derket derve ev jî bû hedefa guleyan û birîndar bû. Bavê min 155’an diger û alîkarî dixweze. Me xwest em bi alên spî derkevin lê dîsa gule reşandin. Kê/kî derdiket derve gule dihatin barandin. 7 roj wisa derbas bûn. Heke gule nebûna belkî diya min xilas bibûya. Lê belê bi birîndarî li kolanê ma û piştre jî bi rojan cenazeyê wê li kolanê ma."   ‘Em bê dayik man'    Halîmeyê 7 rojan di paceya cîranên xwe de bedena dayika xwe nêrî û wiha got: "Ez 7 rojan qet raneketim û her tim li ber paceyê min dayika xwe dinêrî. 7 rojan me êşêke gelek giran kişand. Cenazeya dayika min 7 rojan li kolanê man. Dayika min destê xwe kiribû bin rûyê xwe û li ser kêlekê sekini bû. Ez tu carî vî zilm û wahşetê jibîrnakin. Em ê tu carî dev ji doza dayika xwe bernadin. Em ê heta dawiyê di vî rêyê de bin û bibin şopdarê vî dozê."   'Êşa me tu carî neqede'   Halîme qala daxwaza dayika xwe wiha anî ziman: "Dayika min herî dawiyê xwişk û birayê min emanetê min kirin." Li ser bûyerê re 4 sal derbas bûn, keçên Dayika Taybet laçikên “reş” didin serê xwe û şîna dayika xwe hîn didomînin. Halîmeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Êşa me tu carî neqede."