Şamîram dilsoz û evîndara axa welatê xwe bû 2019-11-18 10:50:34   Sorgul Şêxo   HESEKÊ- Meryem Bûlis Berûta jina pêşeng û berxwedêr Endama Hêzên Parastina Xabûrê Şamîram Şîba wekî pêşenga azadiyê ji xwe re dibîne. Meryemê diyar kir ku îro roja berxwedanê ye, pêwîste hemû jinên aşûrî, kildanî û suryanî bibin şopdara Şamîram Şîba.   Her ku diçe berxwedana jinên Rojhilata Navîn li himber çeteyên mîna DAIŞ'ê û dewleta tirk zêde dibe, jina riya berxwedanê hilbijartine, ne rêya teslîmbûnê. Endama hêzên parastina Xabûr a Navçeya Til Temirê Şamîram Şîba li hember hovîtiya DAIŞ'ê li ber xwe da heta ku gihişt asta şehadetê.   Meryem Bûlis keça apê jina pêşeng Şamîram Şîba ku li gundê Um Xergan yê Aşûriyan dijî, serpêhatiya Şamîram ji Ajansa me re rave kir.    'Şamîram zarokeke zîrek û fedekar bû'   Meryemê zaroktî û ciwantiya Şamîram wiha vegot: "Şamîram zarokek pir zîrek bû, di malbatê de xwedî kesayetek û taybetmendiyeke pir cûda bû, di nava rêheval, malbat û cîranê xwe de bi dilnizmî û rûkeniya xwe dihate nasîn. Derdorê tevahî jê hez dikir, rûkeniya wê dilê derdorê şad dikir, êş û xemgîniya wan vedişart. Taybetmendiyeke Şamîram hebû ku bi her kesî re alîkar dibû, bê ferq û cûdahî, bêyî bêje ev biçûke an mezin e."   'Bi dilnizmî û rûkeniya xwe di dilê biçûk û mezinan de cih girtibû'    Meryemê taybetmendiyên Şamîram di rêzgirtin û alîkarîdayîna ji derdorê xwe re wiha anî ziman:"Şamîram her dixwest fêrî çandiniyê, karên hûnerî ango destan bibe, hûner û xweşikbûna dilê xwe li ser kaxez û qumaşan xêz bike. Her wiha xwe fêrî çêkirina nanê tenûrê kir û ji  kesên temen mezin re jî alîkar bû. Gelek caran dema  jin ango kalek didît nikarî bimeşiya alîkarî dida wan û ew ji rê derbas dikirin û alîkariya paqijiyê dida jinên pîr. Şamîram xwedî exlaqekî herî baş bû."   'Şamîram ez li vir ji dayîkbûme ez ê li vir bi rûmetî bijîm'   Meryemê diyar kir ku Şamîram her digot ew li ser vê axê jiyaye û ew ê li vir bi rûmet jiyana xwe berdewam bike û wiha pêde çû: "Şamîram li navçeya Til Temirê ji dayik bû, zaroktî û ciwantiya xwe li vir derbas kiriye. Xwedî li ax û keda li welatê xwe derdiket. Dema ku mirovên me dixwestin ji bo kar biçin Lubnanê, Ewrupa û gelek deverên din ev yek qebûl nadikir û gelek caran jî dikarî nerîna wan  dûrketina ji welat biguherîne. Gotineke Şamîram hebû ji bîra min naçe , digot 'ez ji ser vê axê naçim' û heta dawî jî wiha kir."   'Şamîram dilsoz û evîndara axa welatê xwe bû'    Meryemê êrîşa 23'yê Sibata 2015'an û berxwedana Şamîram a li hemberm DAIŞ'ê  bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şeveke tarî, bi êş û xemgîn bû, şeva 23'ê Sibatê di berbanga sibê de, çeteyan êrîşî gundê Til Hurmiz kir û Şamîram jî li wê derê bi rêhevalên xwe re nobet digirt. Şamîram heta kêliya dawî jî li hember çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe da û gihişt asta şehadetê. Xatir  nexwest, soza bi welatê xwe re dabû pêk anî û li ser wê axê jiyana xwe ji dest da û îro bi ked û xwîna wê û hezaran şehîdên din ewqas herêm hatin rizgarkirin û parastin." Meryemê da zanîn ku DAIŞ'ê berî bi 4 salan êrîşî wan kir îro bi rengê dewleta tirk û Cebhet El-Nusrayê êrîşî wan dikin    'Ji bo Şoreşa azadiyê bi ser bikevetêkoşîn û berxwedanê mezin bikin'   Meryemê teqez kir ku jinên pêşeng ew in yên ku wê şoreşê bi ser bixin û wiha bang li jinên aşûr, suryan û kildan kir: "Berxwedana  li himber dagirker û neyarên gelê aşûrî, ereb û kurd her ku diçe mezintir dibe, pêwîste hemû jinên aşûrî, suryanî û keldanî û tevahî jinên cîhanê tevlî hêzên parastinê bibin ku nirx û hebûna xwe û destkeftiyên şehîdan biparêzin û mayînde bikin."