Têkoşîna Şîlanê ji bo rojnamegerên jin ên Kurd bû rehber 2019-07-22 09:08:40   Sîbel Ozalp   NAVENDA NÛÇEYAN - Ayfer Serçe ji bo întîxarên jinan lêkolîn bike çû Îranê û li wir ji aliyê hêzên rejîmê ve hat qetilkirin. Xeyala herî mezin a Şîlanê ev bû ku toreke nûçeyan a jinan ava bike. Jinên rojnameger ji bo xeyala Şîlanê pêk bînin ajansek nûçeyan ava kirin û pênûsa wê dewr girtin.    Ayfer Serçe (Sîlan Aras) di sala 1974’an de li Wêranşar a Rihayê hat dinê û di salên lîseyê de di radyoya bi navê Karacadag de pêşkêşvanî kir. Piştre ji bo biçe dersxanê çû Edene û Mersînê, di vê pêvajoyê de dibistana bilind ya du salan qezenc kir. Ji bo qeyda xwe çû wir lê hîn kir ku ev ji bo xwendinê ne baş e û dest jê beda, Beşa Îşletmeyê ya Zanîngeha Çukurovayê tercih kir. Du salan li wir xwend û di 1998’an de di têkoşîna jinên Kurd de aktîf cih girt. Şîlan bi salan di çapemeniya Kurd de xebitî.   Nûçegîhana ANF’ê ya Ermenîstanê bû   Şîlanê di salên 2000’î de di Ajansan Nûçeyan a Mezopotamyayê (MHA) de dest bi xebatan kir û di sala 2005’an de piştî ajans hat girtin şûnde di Ajansa Nûçeyan a Firatê de (ANF) de xebitî. Şîlanê nûçegîhaniya Ermenîstanê kir, sê salan li vir ma û derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bû. Piştre l ji bo întîxarên jinan lêkolîn bike çû bajarê Urmiye û Mehabadê ya Rojhilat.   Ji aliyê artêşa Îranê ve hat qetilkirin   Şîlanê li vir xebata 3 hefteyan meşand, piştre di navbera 19 û 23’ê tîrmeha 2006’an de herêma Kelareş a sînorê Tirkiye û Îranê ji aliyê artêşa Îranê ve hat qetilkirin. Dîroka qetilkirina wê di qeydên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas de wek 23’ê tîrmeha 2006’an derbas dibe. Hinek çavkanî jî wek 19’ê tîrmehê derbas dikin. Di ser qetilkirina wê de 13 sal derbas bû û rejîma Îranê di vê demê de tu daxuyaniyek neda. Tevî hemû bangan Îranê cenaza Şîlanê jî neda.   Têkoşîna Şîlanê dibe rehber   Şîlan yek ji rojnamegerên jin ya kevneşopiya çapemeniya azad e. Şîlan ji bo toreke çapemeniyê ya jinan ava bibe bi israr bû. Têkoşîna Şîlanê ji rojnamegerên jin yên Kurd re bû rehber. Xeyala Şîlanê bi JINHAY’ê re zindî bû. Jinên Amedê bi dirûşmeya ‘Em zimanê çapemeniyê diguherin. Piştî me wê cîhana çapemeniyê ne wek berê be’ di 8’ê Adara 2012’an de JINHA ava kirin û hemû xebatkarên wê ji jinan pêk dihatin.   JINHA ya xeyala Şîlanê bû   JINHA yekem ajansa jinan a cîhanê bû. Ji ber vê jî mîrateya Şîlanê bû. JINHA’yê xeyala hemû jinan bi nêrîna jinan heyî kir. Piştî îlankirina Şoreşa Rojava yekem rojnamegera çû Rojava nûçegîhana JINHA’yê bû. Yekem ajansa ku şoreşa jinan a li Rojava da bihistin JINHA bû. JINHA ya xeyala Şîlanê bû. Bi nûçeyên çêdikirin, bandorek mezin diafirand, di 29’ê cotmeha 2016’an de bi KHK’ya hejmar 675’an hat girtin.   Jinên rojnameger yên Kurd serî netewandin û bi biryarin ku nûçegîhaniya jinan berdewam bikin. Têkoşîna rojnamegerên jin yên di dîroka kevneşopiya çapemeniya azad de navê xwe dan nivîsin, ji rojnamegerên jin re dibe rehber.