‘Mîrateya Gurbetellî hişt, emaneta rojnameyên jin ên li pey xwe hiştiye’ 2019-07-10 09:07:27   Sîbel Ozalp   NAVENDA NÛÇEYAN - Gurbetellî Ersoz a ku got ‘Heta hawêra jiyana azad neyê afirandin divê xwîn û canê min tune be’, 32 sal temenê xwe bi lêgerîna azadiyê derbas kir. Gurbetellî di têkoşîna azadiya jinan de wek beşa ewil a romana azadiyê têr û tije, jiya.   Gurbetellî Ersoz di 11’ê Tîrmeha 1965’an de li gundê Akbulut ê Palu ya Xerpêtê hat dinê. Dema hat dinê bavê wê li Elmanyayê wek karker dixebitî. Ji ber wê jî navê wê kirin Gurbetellî. Di dibistana seretayî de ji ber gotinên wê yên kurdî di navbera hevokan de derbas dibin, ferq dike ku heval û mamosteyên wê fêm nakin û ew jî matmayî dimîne. Piştî Gurbetellî fêm dike li dibistanê zimanê wê cuda ye pirsên çima, ji bo çi dipirse. Gurbetellî wiha dibêje: “Min xwend û bê navber min xwend. Heta westiyam min radyo guhdar kir û ez baş hînî tirkî bûm.”   Daxwaza fêrbûnê ya bê sînor   Piştî zanîngehê diqedîne li Enstutiya Zanistên Fenê ya Çukurovayê li ser ‘Enerjî û Derdorê’ lîsansa bilind dike û gelek ji laboratuvarê hez dike. Serokê kursiyê rojekê dibêje: “Ev hezkirina te ya laboratuvarê şertê yekem yê zanyariyê ye. Lê vê ji bîr neke tiştên tu hîn dibî, tu bi kesên din re parve nekî tu wateya wê namîne.”   Komkujiyên Çernobîl û Halepçeyê   Gurbetellî piştî lîsansa bilind diqedîne sê salan li beşa kîmyayê wekî hîndekara lêkolînê xebatê dimeşîne û xala girîng a jiyana wê jî komkujiyên Çernobîl û Halepçeyê bûn. Der barê vê de wiha dibêje: “Kîmyager divê herî zêde bi Çernobîl û Halepçeyê re eleqeder bibûna, ji ber ku van bûyeran ez gelek matmayî hiştim. Min pirsa ez çi me, divê e çi bikim ji xwe pirsî.”    Gurbetellî di vê navberê de rojnamegeriyê jî dike. Di 10’ê Kanûna 1990’î de tê girtin û 15 rojan di bin îşkenceyê de dimîne, 2 salan li girtîgeha Meletiyê dimîne. Piştî tê berdan rojnamegeriyê berdewam dike û dibe gerînendeya giştî a rojnameya Ozgur Gundemê ya di 26’ê Nîsana 1993’an de dest bi weşanê kir. Bi vî awayî di dîroka Tirkiyeyê de dibe jina ewil a gerînendeya giştî ya weşana rojnameyê.   ‘Ger çapemeniyê rastî binivsiya wê evqas kes nemira’   Gurbetellî bi gotinên xwe Ozgur Gundem wiha vedigot: “Ozgur Gundem li gor îktidara yekperest rojnameyek dijber e. Em bi awayekî cuda li pirsgirêkan dinêrin. Ev jî cesaretê dixwaze. Ez nabêjim pir baş e, lê cudahî kêm be jî bidestxistiye. Em wek rojnameya kurd hatin bi navkirin. Gotin pisgirêka kurd tune. Me jî got ‘ev rastiyeke’. Niha çapemenî dibêje ‘pirsgirêka kurd heye’. MGK brîfînga dide. Tiştek wisa li kîjan welatî heye? Lê niyeta baş ya nûçegîhan têr nake. Ji kê re xizmetê dike ew girîng e. Çapemeniyê rastî binivsiya wê evqas mirov nemiriba.”   Dîsa tê girtin   Di 10’ê Kanûna 1993’an de di roja Mafên Mirovan a Cîhanê de bi ser buroya Ozgur Gundemê de tê girtin, Gurbetellî bi hevalên xwe yên din re tê binçavkirin û tê girtin. Di bin çavan de rastî îşkenceyan tê. Dişînin girtîgeha Sagmacilar. Di hezîrana 1994’an de tê berdan. faliyetên rojnamegeriyê dimeşîne. Nûnera Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a Tirkiyeyê Nadîre Mater bi Gurbetellî re roportajekê dike. Gurbetellî di roportajê de diyar dike ku di navbera kîmyagerî ku qada wê ya akademîk e û rojnamegeriyê de tiştekî cuda tune ye.    Gerînendeya giştî a jin a ewil   Gurbetellî taybetiya xwe ya ku gerînendeya ewil a jine jî wek serkeftina têkoşîna jina kurd bi nav dike. Gurbetellî dema biryara xwe dide ku şerê xwe li qadekê bide dibêje ‘Bi xatirê bajar, bi xarê we bajarno’ û berê xwe dide çiyan. Gurbetellî di 7’ê cotmeha 1997’an de li herêma Başur a Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide.