‘Li gel hemû zextan jî min paşve gav neavêt’ 2019-06-18 09:10:16   AMED - Dayika bi navê Nurten Gul a 26 rojan ji bo girtiyên di grevên birçîbûnê de û ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin berxwe da wiha got: “Polîsan em derb kirin, şîdet li me kirin, lê ez tu carî rûneniştim. Ma kîjan dayik dema zarokên wan tî û birçî bin dikarin bi rehetî razên? Ji bo zarokên me nemirin, me berxwe da, em bi ser ketin. Dîsa rewşek wisa hebe ez ê  dîsa ji bo  zarokên xwe li berxwe bidim.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin di 8’ê Mijdara 2018’an de hatibû destpêkirin û li hemû girtîgehan belav bûbû, di 26’ê Gulanê de bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bûn. Dayikên ji bo zarokên xwe daketin kolanan û têkoşîn dan, 26 rojan li Parka Koşuyolu ya Amedê tevî hemû astengiyan rûniştin. Dayikên ku yekane daxwaza wan ev bû ku zarokên wan nemirin, tevî hemû êrîşan şûnde gav neavêtin. Yek ji dayikên ku rastî şîdeta polîsan hat Nurten Gul ya 50 salî bû û rojên berxwedanê vegot.   ‘Dayikên Kurd a axê yan jî hesinên zindanê hembêz dikin’   Nurten di 1990’an de piştî dizewice li Erganiyê bi cih dibe û dayika 3 zarokan e. Kurê wê Muhammed Gul a pîvana nexşerê dike, di 2016’an de dema ji bo kar diçû Îdîrê ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin. Piştre jî tê girtin û piştî 4 meh girtinê derdixin dadgehê. Muhammed dixwaze bi zimanê xwe Kirmanckî îfadeyê bide û wergervan dixwaze. Wegervan naynin û rûniştin tê taloqkirin. Di rûniştina duyemîn de 12 sal û 5 meh ceza li Muhammed tê birîn. Nurtenê destnîşan kir ku kurê wê bêyî sûc ev 4 sale girtî ye û wiha berdewam kir: “Kurd ya girêdayê axê yan jî girêdayê zindanan e. Dayikên Kurd ya axê ya jî zindanan hembêz dikin. Li serê dewleta Tirk kî hebe bila hebe her tim bûye dijminê Kurdan. Dema em zarok bûn gundên me hatin şewitandin, hilweşandin. Gelek kes hatin qetilkirin an jî windakirin. Em wiha mezin bûn.”   ‘Zarokên me li ber çavên me diheliyan’   Nûrtenê anî ziman ku yekane sucê zarokên wan Kurdbûn e û ev tişt anî ziman: “Dewlet dixwaze Kurdên kor, ker û lal biafirîne. Me bi zarokên me, ax, welat, ziman, nasname û Birêz Ocalan diceribînin. Êrîşê nirxên gelê Kurd dikin. Zarokên me li dijî tecrîdê ketin grevê. Muhammed jî di 1’ê Adarê de ket grevê. Dema nû pê hesiyam gelek xemgîn bûm. Lê ez serbilind bûm. Min got ‘kurê min ya rast kiriye, ji hevalên xwe şûnde nemaye’. Lê dîsa jî ez dayik bûm, kezeba min şewitî parçe bû. Xwezî em di destpêkê de daketibana kolanan, em xwedî li berxwedana zarokên xwe derketibana. Em dereng man. Piştre em dayik daketin kolanan. Zarokên me her roj li ber çavên me diheliyan. Her cara diçûm hevdîtinê dilê min dişewitî.”   ‘Ji Birêz Ocalan re hezar silav’   Nurtenê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew dayika hemû girtiyan e û got: “Kurê min ne di grevê de bûna jî ez ê biçûma kolanan. Tu cudahiya girtiyan ji kurê min tune ye. Polîsan her carê çalakiya me asteng kir. Yekane daxwaza me ev bû ku em dengê zarokên xwe bidin bihîstin. Lê polîsan bi kîn û nefret êrîşî me kir. Gelo jinek çawa dikare wisa êrîşî dayikê bike, ez vê fêm nakim. Em der bkirin, êrîş kirin lê em tu carî rûneniştin. Gelo kîjan dayik, dema zarokên wan birçî be, dikarin li malê rûnin? Ji bo zarokên me nemirin me berxwe da, em bi ser ketin. Dîsa heman tişt hebe em ê dîsa berxwe bidin. Ev serketin ewil ya Leylayê piştre ya girtiyan dawî jî ya me ye. Me silava Birêz Ocalan girt ser serê xwe, em kêfxweş bûn, serbilind bûn. Em jî ji Birêz Ocalan re hezar silavî dişînin. Berxwedan jiyan e, em ê berxwe bidin û bi ser bikevin. Ji bilî berxwedanê çareyek din a Kurdan tune ye.”