Dayikên Laçikspî: Ji bo zarokekî min yê din nemre ez li kolanê bûm 2019-06-10 09:10:41   Rengîz Azîzoglu   AMED - Dayika bi navê Kudret Eryilmaz ya ji bo zarokên xwe yên li dijî tecrîdê ketibûn greva birçîbûnê bide jiyîn li qada bû, kurekê wê li Kobanê dema li dijî DAIŞ’ê şer dikir jiyana xwe ji dest da, keçikek wê jî li pey birayê xwe çû. Kudret ya rûyê şer yê derwletê yê di salên 90’î de jî dît, diyar kir ku wê nikaribû dest bide zarokek wê ya din bimre û ji bo wê li kolanan bû.   Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê, hat destpêkirin 200 roj şûnde li ser banga ji Îmraliyê bidawî bû. Dayikên zarokên wan di grevê de jî di vê pêvajoyê de li kolanan têkoşîna xwe meşandin. Li Amed, Gebze, Bakirkoy, Qoser, Wan û gelek deverên din jinan têkoşîna xwe meşandin.   Dayik li Parka Koşuyolu ya Amedê ji bo zarokên xwe û ji bo tecrîd rabe 26 rojan di çalakiyê de bûn. Çalakiya bi berxwedana 5 dayikan dest pê kir gihişt sedan kesî. Bidawîbûna grevan re dayikan jî çalakiya xwe bidawî bikin. Yek ji van dayikan jî Kudret Eryilmaz bû. Kurê Kudretê, Yakup Eryilmaz Eryilmaz li girtîgeha Panosê 87 rojan di greva birçîbûnê de ma.   ‘Me ji ber Hîzbullahê koç kir’   Kudret Eryilmaz ya ji Farqînê 45 saliye. Piştî Hîzbullahê êrîşê Farqînê kir, 28 sal berê koçî Amedê kirin. Kudretê wiha got: “Min li Farqînê 4 zarok anîn dinê. Ew der ji bo min pirxweş bûn. Jiyana wir cuda bû. Me her tiştê xwe bi hev re parve dikir. Xezurê min gilî kirin û birin Wanê. Zivistan bû. Ji ber îşkenceyê xwîn herikî çavên wî. Parsuyên wî şikandin. Serê wî derb kirin. Sewalên me li cihekî girtin û hemû ji tîbûnê mirin.Gotin ‘hun terorîstin.’”   ‘Em ê wê govendê temam bikin’   Kudret ya ku 9 zarokên wê hene wiha berdewam kir: “Kurê min Ridvan şehîd ket. Keça min tevlî bû. Kurê min Yakup di girtîgehê de ye. Kurê min yê li Kobanê şehîd ket 16 salî bû. Biçûkê me bû. Ji hemûyan cudatir bû. Alîkar bû. Ji min re digot ‘Rêvehevala min’. Min digot kurê min em hemû di têkoşînê de ne lê tu bixwîne. Lê wî got ‘Me destmala xwe di sergovendê de hejand, em ê govendê temam bikin.”   ‘Min kurê xwe hîs dikir’   Kudretê destnîşan kir ku rojekê dema li Pirsûsê dipan, ji Kobanê 7 cenazeyên YPG’ê hatine û wiha got: “Wê rojê şilî bû. Wekê ku esman qelişîbû. Dayik çûn cihekî. Ez di bin wê baranê de mam. Dayika Havva got ‘bikeve hundir ma tu dîn bûye’. Min got ‘agirek ketiye dilê min, ez nikarim bikevim hundir’. Min kurê xwe li wir hîs kir. Ez vegeriyam 10 roj şûnde min agahiya şehadeta kurê xwe girt. Çawa gihiştim Pirsûsê min cenaza kurê xwe hembêz kir. Xwişka wî piştî birayê xwe nesekinî û got ez çeka wî li erdê nahêlim. Ez heta çûm Pirsûsê hatim keça min çibû.”   Kudretê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurê min yê girtîgehê di 12 salî de bi hinceta kevir avêtiye polîs hat girtin û roja hat girtin sedan polîsî bi ser mala me de girt. Yakup wê demê dibistan dixwend. Dema kaxiza dadgehê hat xwe neda dersan. Ji keçekê hez kir û got biwazin. 3 roj piştî nîşana wî ceza lê hat birîn. Meh di ser daweta wî de derbas bû hat girtin.”   ‘Rastî îşkenceyên mezin hat’   Kudretê bi lêv kir ku Yakup 2 rojan di nezaretxaneyê de maye û 6 mehan li girtîgeha Amedê maye û piştre surgunê Panosê hatiye kirin û li wir rastî îşkenceyên mezin hatibû. Kudretê got kurê Yakup ketiye greva birçîbûnê jî û got wê pêvajoyê ew gelek dane zorê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min tiştek nexwar. Ji bo em zarokên xwe bidin jiyîn em di meha Remezanê de li kolanan bûn. Min nikaribû ez zarokekî xwe yê din jî bikim qurban. Ji bo wî li kolanan bûm. Em Kurdin û em ê Kurd bimrin. Em ê şopdarên doza xwe bin.”