Şervana azadiyê û şoreşgera hûnerê: Hozan Mizgîn 2019-05-10 09:03:31   Zeynep Durgut   BEDLÎS - Pêşenga şoreşa  hûnera kurd Hozan Mizgîn, di salvegera xwe ya 27’emîn de tê biranîn. Mizgîn bi dengê xwe ji her jinekê re dibe qêrîna azadiyê. Jinên ku şahîdî ji xebat û têkoşîna Mizgînê re kirin têkoşîna wê vegotin.    Di têkoşîna azadiya civaka  kurd de jinên kurd bi pêşengî,fedakarî û cesareta xwe li cîhanê serdemeke nû dane destpêkirin û di vê oxirê de bi hezaran Mizgîn, Delal û Nûjiyanan bi riheke şoreşgerî û fedakarî di dîrokê de navên xwe nivîsandine. Her  cangoriyek xwedî riheke şoreşgerî û tekoşer bû.  Ji her qadên civakê  ciwan û  jin mil mil li ber xwe didan û di nav refên tekoşînê de cihên xwe girtin.  Yek ji van jî Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) e. Mizgîn, bi hûnera xwe diket  her mal û dilê kurdan şad dikir û bi klamên xwe diherikî dilê dayikên dil bi êş û jinên berxwedêr.    Mizgîn, Di sala 1962’an de li  gundê girdayî Elîhê gundê Bileyderê ji  dayîk dibe. Mizgîn, piştî darbeya  sala 1980’an de têkoşînê nas dike û  di nav çeperên berxwedanê de cihê xwe digire. Di heman salan de li bajarê Êlîhê tevgera karkeran birêxistin dibe.  Mizgîn di wan salan de li gel komeke ciwanan tevlî refên PKK’ê dibe. Sala 1980’an de Mizgînê dişînin Ewropayê û li wir pêşengiya xebatên çand û hûnerê dike.  Mizgîn bi klama “Çemê Hêzil” û “ Gundîno Hawar”  li Kurdîstanê gel bandor dike. Klamên Mizgînê tên qedexekirin û gel wê bi qasetên qedexe bi veşartî guhdar dike.  Mizgîn, di pêvajoya herî zor û zehmet de berê xwe dide Tetwanê û bi sekna xwe ya şoreşgerî û rihê xwe yê têkoşerî jin û gelê Tetwanê bandor dike. Li gel rêxistina Mizgînê gelê Tetwanê êdî bi heqîqetê şiyar dibe. Ji ber şert û mercan bi çarika ku dide serê xwe xwe digihîjine jinan. Mizgîn êdî li Tetwanê bi nav û deng dibe û 11'ê  Gulanê di sala 1992’an de di  pêvçûnekê de  jiyana xwe ji dest dide. Lê piştî Mizgînê jin xwedî li têkoşîna Mizgînê derdikevin û serdemeke nû  dest pê dike. Mizgîn, di salvegera xwe ya 27’emîn de tê bîranîn.   ‘Bi hatina Mizgînê gel ji xewa heqîqetê şiyar bû’   Jinên ku şahidî ji têkoşîna Mizgînê re kirine Mecbure Kaplan, diyar kir ku Mizgînê bi dengê xwe û têkoşîna xwe li Kurdîstanê serdemeke nû da destpêkirin û wiha got:”  Ez Mizgînê di salvegara wê ya 27’emîn de bi rêzdarî bi bîr tinim. Bi rastî Mizgîn jineke pir çeleng û zana bû. Ew sekna wê ya şoreşgerî û cesareta  wê mirov bandor dikir. Jineke azad û serbixwe bû Mizgîn. Ew sala ku wê li vir jin birêxistin dikirin, bi rastî salên zor û zehmet bûn. Zehmetiyan tu caran çavê wê netirsand û her tim li dijî zehmetî û neçariyê alternatîfên wê hebûn. Xebatên xwe pir bi baldarî û bi disîplin didan meşandin. Li Tetwanê her kesî ew nas dikir. Her kes li dijî wê hewlêdan û têkoşîna wê matmayî dima. Mizgînê ne tenê li Tetwanê, li serhedê guhertineke şoreşgerî pêk anî. Ji Tetwanê heta Muşê her jinek pê bandor bû û gel bi Mizgînê ji xewa giran şiyar bû. Her jinekê navê Mizgîn li zaroka xwe kir. Mizgîn li dijî têkoşînê pir zêde dilsoz û dildar  bû. Her tim klam digotin û têkoşîna xwe bi moral û kelecaneke mezin dida meşandin. Tu carî gilî nedikir û her der welatê wê bû. Bi çarika serê xwe mal bi mal digerî jin birêxistin dikirin. Herkes li dijî vê hewlêdana wê matmayî dima. Li gel hatina Mizgînê li vê herêmê serdemeke nû dest pê kir ”    ‘Leşker jî ji têkoşîna mizgînê bi bandor bûn’   Mecbureyê di dawiya axaftina xwe destnîşanî roja şehîtketina Mizgînê kir û wiha pê de çû;” Mizgîn ne tenê şoreşger, di heman demê de hûnermed jî bû. Mirov çiqas jê klam bixastiba wê nedigot na her tim bi kêfxweşiyeke mezin klam digotin. Ne pêwîst bû ku Mizgînê bi seatan xeber bida ji xwe mirov ji sekna wê û rûniştina wê bi bandor dibû. Tirsa Mizgînê tune bû. Dema ku şehîd ketî ji Mizgînê dil girtin qebûl nekir û heta dawî bi tena serê xwe bi seatan li ber xwe da û herî dawî ji çalakiya fedaî pêk anî. Tiştekekî Mizgînê nekete destê dijmin. Ji ber ku Mizgînê tev şewitî bû. Pir girêdayî têkoşînê bû. Ew roja ku Mizgîn jiyana xwe ji dest da Tetwan tev rabû ser piyan û bi tevlîbûna bi hezaran li ser wesiyatê wê li Tatwanê hate definkirin. Goristana wê hate dorpeçkirin û heta ku leşker ji ji vê çalakiya Mizgînê bi bandor bibûn. Hîna niha ji gorsitana wê ji aliyê jinan ve tê ziyaretkirin.”   ‘Bi hezaran Mizgîn şopdarên têkoşîna Mizgînê ne’   Yek din ji jinên ku şahîdî ji têkoşîna Mizgînê re kirin ji Fatma  Sezer e. Fatmayê ji destnîşanî berxwedana Mizgînê kir û wiha got:” Mizgîn bi rastî ji jinan re bû Mizgîn. Heta ku Mizgîn nehatî em pir zêde di bin desthilatdariya mêran de bûn. Di wan salan de qetilkirin û tundiya li dijî jinan di asta herî bilind de bû. Mizgîn hat rewş guherî. Li gel hatina heval Mizgînê em jin pir bi cesaret û bi hêz bûn. Mizgîn şêr bû. Rêxistineke wisa dikir ku haya kesî pê tune dibû.  Dawiyê pê hesiyan ew ji êdî Mizgînê tiştê ku armanc kiribû pêk anîbû û gel bi rêxistin kiribû.  Gihiştibû mîrazê xwe. Niha bi hezaran Mizgîn şopdarên têkoşîna Mizgînê ne. Mizgîn bû destan, leheng û pekrewan ew her tim  hebû û wê her tim jî bi deng û têkoşîna xwe bi me re be.”