Yek ji kesên hîmê femînîzmê avêtiye Mary Wollstonecraft 2019-04-26 09:08:16   Sîbel Ozalp   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvana mafê jinan Mary Wollstonecraft bi berhema xwe ya ‘Hincetkirina Mafên Jinan’ roja me ya îro ronî dike, di 27’ê Nîsana 1759’an de hat dinê. Nêrînên Mary yên 300 sal berê gotibû ji aliyê jinan ve xwedî lê hat derketin.   Mary Wollsftonecraft ku nivîskar, fîlîzof û parêzvana mafê mirovan a Îngîlîz bû di 27’ê Nîsana 1759’an de zaroka Elîzabeth Dîxon û Edward Jonh Wollstonecraft li Londinê hat dinê. Bavê wê di nava demê de malên xwe winda kir û di encama vê de rewşa aboriya wan xera bû. Bavê wê şîdet li hevjîna xwe kir. Mary hewl da dayika xwe biparêze.   Li hemberê Patriyarka têkoşîn da   Mary li dijî pergala Patriyarkaya têkoşîn da û di temenê biçûk de tevlî têkoşîna femînîst bû. Wê demê birayê wê çû dibistanê lê nehiştin Mary biçe. Mary bi xwe xwendin û nivîsandinê hîn bû. Li dijî zewacê serî hilda û di 19 salî de ji malê veqetiya û aboriya xwe ava kir.   Pirtûka wê ya ‘Li ser perwerda zarokên keç nêrîn’   Mary di navbera 1780 û 1781’ê de ji bo li dayika xwe binêre vegeriya malê. Xwişka wê Elîza di zewaca xwe de pisgirêk dijiya. Ew îqnayê destberdanê kir. Derdora wê ew rexne kir. Mary di 1784’an de bi xwişka xwe Elîza û hevala xwe Fanny re li Newîngton Green dibistanek biçûk vekir lê piştî salekê hat girtin. Mary di 1787’an de pirtûka bi navê ‘Li ser perwerda zarokên keç nêrîn’ (Thoughts on the Education of Daughters) derxist.   'Bi zanebûn jin ji perwerdê tên durxistin'   Yekem romana Mary bi navê ‘Mary: A Fîctîon’ e û roman di 1788’an de hat weşandin. Mary, newekhevî, mafê jinan û mafê perwerdê xist navenda têkoşîna xwe. Her wiha Mary yekem pirtûka zarokan bi navê ‘Orîgînal Storîes From Real Lîfe’ jî nivîsî. Mary di pirtûkê vegot ku jiyana zarokan ji çîrokan ne pêkane. Di Weşanxaneya Fleet-Street de wek edîtor xebitî. Li wir Fransî, Almanî û Îtalî hîn bû û dest bi wergerê kir. Mary, bertek nîşanê Edmund ku li dijî şoreşa Fransayê bû, da û makaleyek bi ser navê ‘Parastin Mafê Mirovan’ nivîsî. Mary diyar dikir ku demokrasî û edalet bi wekheviya navbera jin û mêr pêkane. Di 1792’an de pirtûka ‘Hincetkirina Mafê Jinan’ ya der barê femînîzmê de nivîsî. Di pirtûkê de wekheviya zayendê parast. Mary diyar dikir ku pergala serdest ya mêr, bi zanebûn jinan ji perwerdê dur dixe.   Mary di 1794’an de ji bo Şoreşa Rojava di cih de lêkolîn bike çû Fransayê û Gîlbert Imlay nas kir. Di têkiliya bi Fanny re keçek wan çêbû. Piştre têkiliya wan bidawî bû û Mary vegerya Londonê. Nivîsandina xwe berdewam kir. Mary bi nivîskar Wîlîam Godwî re zewicî. Keça wê Mary Shelley ku nivîskara pirtûka Frankensteîn bû jî hat dinê. Mary piştî welîdînê ji ber komplîkasyonên ava bûn 10 roj piştî welîdînê di 10’ê îlona 1797’an de di 38 salî de jiyana xwe ji dest da.