Kevneşopiya Besê piştî 38’an şûnde bi Besê Anuş berdewam kir 2019-03-17 09:07:03   Sîbel Ozalp   NAVENDA NÛÇEYAN -Yek ji jinên pêşenga têkoşîna jinên kurd Besê Anûş e. 38 sal berê jiyana xwe ji dest da. Besê ya li dijî komkujiya Dêrsîmê rola sereke lîst,kevneşopiya wê piştî 1938’an şûnde bi Besê Anuş berdewam kir.   Jina kurd ya leheng Fata Reş, bû abîdeya berxwedanê. Di dema serhildana Dêrsîmê de, Besê, Alîşer û hevjîna wî di heman demê de rêhevala têkoşîna wî Zarîfe Xanim hevalên Seyîd Riza bûn. Di seranserê dîrokê de heta serhildana Dêrsîmê, cihgirtina jinan a di berxwedan û serhildanan de şexsî bû.   Besê Anuş di 1961’ê de li Pazarcix a Gurgumê li gundê Esmapuru hat dinê. Rewşa aboriya malbata wê normal bû û malbata wê hîna Besê biçûk bû koçî Pazarcixê kirin. Besê heta pola yekem a dibistana navîn xwend. Di temenê ciwan de zewicî û dest ji berpirsyariyan berneda di gelek karî de xebitî. Ji ber ku Besê, jin bû, kurd û elewî bû nakokî di serê wê de zêde bûn.   Gund bi gund xebata jinan meşand   Di salên 1970’ê de Pazarcix yek ji herêmên ku ji tevgera azadiya kurd re malovanî kiriye. Pevçûnên rast-çep, elewî-sunnî û kurd-tirk derketibûn asta herî jor. Besê di 1978’an de tevgera ciwanan nas kir û gund bi gund geriya û xebata rêxistinbûna xwedî derketina li nasnameyê meşand.   Besê bi taybet xebatên jinan meşand û ne tenê ji bo tevgera jinên kurd di heman demê de yek ji kesên ku di dîroka kurd de nayê jibîrkirinê ye. Bi taybet di nav jinan de xebat meşand û di demek kurt de li herêmê hat nasîn.    Ewil Mereş piştre Dêrsîm   Di Kanûna 1978’an de li Mereşê li hember elewiyan komkujiyek pêk hat. Di navbera 19 û 26’ê Kanûnê de komkujî pêk hat. Bi darbeya 12’ê îlonê qirkirina civakî berdewam kir. Dêrsîm jî bibû hedefa mîmarên 12’ê îlonê. Ewil Mereş piştre Dêrsîm… Hevalek Besê ji bo wan rojan wiha got: “Min wê sibehê Besê cara yekem di stargehê de dît. Bi temen ji min mezintir bû. Hat ez hembêz kirim. Çavên wê pir mezin bûn. Pir xweşik bû.”   Daxwaza wê ya herî mezin perwerdekirina jinan bû   Kevneşopiya Besê ya sembola berxwedana serhildana kurd a dîrokê, ji 1938’an şûnde bi Besê Anûş berdewam kir. Besê ku ji têkoşîna azadiyê re pêşengî kir, di 17’ê Adara 1981’ê de li gundê Musolar a Pazarcixê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da.  Hevalên wê dema Besê vegotin diyar dikin ku daxwaza Besê ya herî mezin ev bû ku jinan perwerde bike.