Rihê serhildanê ya jinên Kurd: Bêrîvan 2019-03-16 09:10:43   AMED - Binevş Agal (Bêrîvan) ya ji bo jinên Kurd bû sembola serhildana li dijî zilmê, tevî ku sal derbas bin jî berxwedana wê ya dîrokî tê axaftin û agirê ku pêxist, Bêrîvan, Asya û Leyla mezin kirin.   Agirê Newrozê wê îsal li gelek navendî bi dirûşma ‘Em ê teqez bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin’ wê bê pêxistin. Wek 8’ê Adarê wê Newroz jî diyariyê çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin bê kirin.  Jinên ku li dijî zilma li hember Kurdan bûn sembola serhildanê, agirê Newrozê bi bedenên xwe gur kirin ji salên 90’î heta niha wek sîmgeya Newrozê heta îro hatine.   Binevş Agal   Binevş Agal (Bêrîvan) di 1966’an de li Beşîrî ya Êlihê wek zarokek malbata Êzidî hat dinê.  Navê xwe ji destana Kurd a ‘Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn’ girt. Binevş û malbata wê di 1980’ê de piştî darbeya 12’ê îlonê ji ber êrîşên li Kurdistanê koçî Ewropayê dikin.   Berê xwe dide çiyan   Binevşê nîşeyekê ji malbata xwe re dihêle û berê xwe dide çiyan.  Binevşê li Geliyê Beka ligel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dimîne û piştre derbasî Botanê dibe. Binevşê faaliyetên rêxistinbûna Cizîrê dimeşîne û gelê Botanê gelek ji Bêrîvanê hez dikin. Binevş li vir mîlîsên jin ava dike û perwerdeyê dide wan.  Ji bo jin çalak bibin dikeve nava hewldanan.  Jin êdî bi Bêrîvanê re bûne hêviya rizgariya gel. Bêrîvan jinek gelek jîr û berxwedêr bû. Çend nasnav bi kar dianî û nedihat deşîfrekirin.  Demek dirêj dewletê digot qey gelek jinên PKK’î li vir in. Di 16’ê Çileyê 1989’an de xaniyê ku lê dima hat îxbarkirin û operasyon li malê hat kirin. Lê Binevş teslîm nebû û heta guleya xwe ya dawî li berxwe da û jiyana xwe ji dest da. Piştî Bêrîvan jiyana xwe ji dest dide bi gel re hêrsek mezin çê dibe.  Êdî dema Cizîr tê gotin Bêrîvan dihat hişê her kesî.  Navê Bêrîvanê li zarokên keç hat kirin. Berxwedana Newroza Cizîrê Bêrîvanê rêxistin kiribû. Jinên ku wê rêxistin kirin, piştî wê li kolanan di Newrozê de pêşengî kirin   ‘Di civaka Êzidî de gelek pêşdaraz hejand’   Tevlîbûna Binevşê ya têkoşîna azadiya Kurd di nav Êzidiyan de jî bandorek mezin kir. Daxwaza wê ya meşandina têkoşînê gelek pêşdaraz jî hejand. Di civaka Êzidî de ku jin nikaribûn ji malê derkevin, Binevş ketibû nava têkoşînê û vê matmayînek mezin afirandibû.    Rastiya jina ku pêşengî kir   Bînevşê di dilê gel de cihê xwe çê kir û gelek girîngî da rêxistinbûna jinê. Bi taybet  ji bo jinan çalaktir bike hewl da.  Terza xebat, tempo, têkiliyên bi gel re, hezkirina ji zarokan, rêzdariya li hember kal û pîran bandorek mezin li ser Gelê Botanê kir.  Gel cara yekem bû şahid ku jinek ji wan re pêşengiyê dike.   Navê zarokên hatin dinê kirin Bêrîvan   Jinên Botanê Bêrîvan wek jinek ji herêma xwe dîtin. Piştî Berîvanê jiyana xwe ji dest da her malbatekê zarokên wan ên hatin dinê navê wê kirin Bêrîvan. Binevş û jinên bûn sembola Newroza Cizîrê, li kolanan pêşengiya xwe berdewam kirin.   Abdullah Ocalan:Çawa li çiyan hat, wisa jî li gel hat   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nirxandina xwe ya der barê Binevşê kir de wiha dibêje: “Berîvan, ya me şand Cizîrê keçek Êzidî bû. Xwişka wê ji bo li zarokên wê binêre, dibe cem xwe Ewropayê.  Me jî ew anî refên xwe, em gelek jê bi bandor bûn. Di esasê de me hewl da em hezkirinê pê bidin fêrkirin. Dema gihaşt Cudiyê di nameya ku nivîsî de, behsa heybeta çiyan dikir û digot divê gel bê destgirtin.  Wisa ket nav. Çawa ku evqas li çiyan hat, li gel jî hat.  Gelê Cizîrê pir jê hez kir. Di şiyarbûna gelê Cizîrê de bandora vê hevalê gelek zêde ye.  Keçek me ya wisa bû ku bi xweseriyek mezin tevlî perwerdeyan bû.  Zêde xwendina wê jî tune bû. Li gundekî mezin bûbû. Pir samîmî bû.  Em wisa guhdar dikirin, me çi bigota hema dikir. Heta ev di astekê de pratîze dikir.”   Berxwedana wê hîna li kolanan e   Piştî pêvajoya çareseriyê hat qedandin şûnde gelê Cizîrê li dijî polîtîkayên şer yên dewletê bi rihê Binevşan berxwedanek mezin nîşan dan.  Piştî pevçûnên bi mehan berdewam kirin, gelê ku xwedî li vê berxwedanê derket ma. Şopa Binevşê bi hezaran jinên Kurd şopand. Ji salên 80’ê heta niha ji Binevşan heta niha ev agirê berxwedanê bi Asya, Roza, Pervîn û Zeryayan berdewam kir.