Di cîhana wêjeyê de jina serxwebûna xwe îlan kir: Tomrîs Uyar 2019-03-15 09:08:16   Sîbel Ozalp   NAVENDA NÛÇEYAN - Îro 78’emîn rojbûna Tomrîs Uyar e. Tomrîsê WIHA GOT ‘Ez naxwazim çîroka jiyana min bê nivîsîn. Ji bo min li ser xwe evqas hûrbûn ne girînge.’ Tomrîs ji wêjeya Tirk qût bû û serxwebûna xwe îlan kir, bi berhemên xwe bandorek mezin hişt.   Nivîskara xurt ya wêjeya Tirkiyeyê, jina rihê wê azad Tomrîs Uyar,di wêjeya modern a cîhanê de bi wergerên ku kir de, şopek kûr hişt. Bi berhem û helbestên xwe jinek serbixwe bû.    Berhemên kesên navdar wekî yên Vîrgînîa Woolf, Cortazar, Lewîs Carroll, Julîo Cortazar, Scott Fîtzgerald, Agatha Chrîstîe û gelekên din wergerî tirkî kirine.   Li gorî Tomrîs Uyar çîrok   Tomrîs Uyar di 15’ê Adara 1941’ê de keça hiqûqnas Celîle Xanim û hiqûqnas û nivîskar Alîf Fuad Gedîk li Stenbolê hat dinê. Malbata wê ji wêjeyê hez dikir. Zivistanê li Talîmhaneyê havînê jî li Buyukdere dijiyan. Dibisitana seretayî li Koleja Nû ya Taksîmê di 1952’an de temam kir. Ya navîn di 1957’an de li Îngîlîz Hîgh School xwend. Di dibistana navîn de biryar da ku çîrokan binivîse. Li gorî wê çîrok demek bû. Lîse li Koleja Robort xwend. Di 1963’and e Esntîtuya Rojnamgeriya Fakulteya Îktîsadî ya Zanîngeha Stenbolê qedand.   Di zewaca wê ya bi rojnameger û helbestkar Ulku Tamer re keçek wan çêbû. Lê keça wan hîna çend mehebû, ji ber şîr fetisî û mir. Li ser vê dest ji hev berdan.   Ji bo Tomrîs Uyar navê her tiştekî hebû; bi hevjînê xwe yê duyemîn Turgut Uyar re Lucretî wergerandibû û ev ‘Lukrettîn’ bû. Makîna hesabkirinê ‘hafiz’, alava radyolojiyê ‘hayrullah’ bû. Yekemîn wergera wê Robînranath Tagore ‘Şeker bebek’ di 1962’an de di kovara Varlik de hat weşandin. Çîroka wê ya ewil ‘Krîstîn’ di Adara 1965’an de derket. Pirtûka wê ya ‘Suya Yazili’ di 1967’an de hat derxistin. Tomrîs bi taybet bi berhemên xwe yên piştî 1966’an de Papîrus de hat weşandin navê xwe da bihistin. Ji 1970’ê şûnde yek ji kesên navdar ya çîrokên Tirkiyeyê bû. Piştî ‘Suya Yazili’ pirtûka wê ya ewil ‘Îpek û Bakir’ derket.    Di çîrokên ewil de cîhana jinê girt dest   Tomrîsê di çîrokên xwe yên ewil de ewil bi giranî balkişand ser cîhana jinan û piştre jî kesên di çîrokên xwe de zêde kir. Tomrîs di çîrokên xwe de li alî rastiyê bû, aliyên jiyanê yên nedihatin dîtin, riyê rast yê nedihat axaftin vegot. Di çîrokên xwe de parastina ku divê rastî hebe kir.   Tomrîs di ‘Dîzboyu Papatyalar’ de balkişand ser trajediya mirovahiyê û bang li xwendevanan kir ku bixwe re bên rû hev. Di pirtûka ‘Yurekte Bukagı’ de jî faşîzm bi evînê re fikirî û nivîsî.di 1975’an de jî pirtûka xwe ya ‘Gondökumu’ nivîsî. Tomrîsê di gelek pirtûkên xwe de ji çîrokên jinan fêde girt. Pirtûka wê ya dawî jî ‘Lênûska Nivîsa Xweşik’ bû. Tomrîs di 4’ê Tîrmeha 2003’an de ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.