Dayika têkoşer: Laçika spî sembola aştiyê ye 2019-02-06 09:12:34   MÊRDÎN – Dayika Aştiyê Nezihet Kalkan (75)  ku ji gundê Barman ê girêdayî navçeya Stewrê ye ji ber zextên dewletê yên cerdewaniyê koçberî Mêrdînê bûye. Nezihet a ku jiyana wê tim di nav şert û mercên zehmet de derbas bûye wiha got: “Ez bi salane ji bo atî û azadiyê têdikoşim. Di nav vê têkoşînê de porê min spî bû. Sê zarokên min şehîd ketin, kezeba min dişewite. Ger porê min spî nebe dê porê kê spî bibe. Ez naxwazim kezeba tu dayikên din bişwite.”   Endama Meclisa  Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê Nezihet Kalkan a ku 75 salî ye û ji gundê  Barmanê yê girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê ye diyar kir ku jiyana wan li gund di nava aramiyê de derbas dibû, lê wan berî bi salan di salên 90'î de  ji ber zetên dewletê ku cerdevanî li wan ferz kiriye mecbûr mane ji gundê xwe koçber bibin.  Nazahat diyar kir ku di dema koçberiyê de herî zêde zarokên wan zerar dîtine û anî ziman ku berî ji gundê xwe koçber bibin lawekî wê yê ku tevli tevgerê bibû jî jiyana xwe ji dest daye û got ku ev  20-30 sal in li Mêrdînê dijîn.  Nezahat diyar kir ku wê li dijî van zextan tu carî serî netwandiye û niha di nava HDP'ê de û li Meclisa Dayikên Aştiyê têkoşîna xwe ya azadî û aştiyê berdewam dike.    ‘Jiyana me tu carî negûherî’   Nezahatê di dema koçberiyê de zahmetiyên ku jiyane bi bîr xistin û ev tişt got: "Dema ku em hatin koçberkirin ji ber cihekî em lê bimînin tune bû li nav pez di axuran de me jiyana xwe berdewam kir. Me jiyana xwe 3 salan bi vî awayî berdewam kir. Lê me piştre ji bo xwe xanî avakirin û niha em li wan xaniyan jinana xwe berdewam dikin." Nezahatê diyar kir ku ew piştî hatine Mêrdînê jî ji zextên dewletê rizgar nebûne û wiha bahsa xwe kir:" Piştî ku em li Mêrdînê bi cih bûn jî dewletê her bi ser mala me de  girt. gelek caran em li mala xwe bi îşkenceyê re rûbirû man û gelek kes ji malbata min hatin girtin." Nezahatê diyar kir ku keçek wê jî ji ber ku zextên dewletê bi çavên xwe dîtin tevgera azadiyê naskir û ev tişt got: " Keça min tu carî zextên dewletê qebûl nekirin û ji ber van zextan nexwest ku jiyana xwe di bin van zextan de berdewam bike. Ji ber vê di sala 2000’î de beşdarî  nava tevgera têkoşîna azadiyê bû di sala 2014’an de li Kobanê jiyana xwe dest dida. Jiyana me û nêrîna me qet neguherî. Niha di malbata min de keça min û gelek xizmên min di girtîgehan de ne. Jiyan li me  herimandine. Nahêlin ku em bi rehetî bijîn. Lê em tu carî serî natewînin.”   'Ji bo di pêşerojê de dayik êşê nekişînin ez têkoşînê didim'   Nezahatê got ku dewletê qet zext ji ser malbata wê qut nekirin û di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: "Dewletê qet em rehet nehştin lê Min jî li dijî van zextên dewletê serî netewand û min piştî ku HDP naskir min di bin banê HDP'ê û Meclisa Dayikên Aştiyê de têkolîna xwe berdewam kir.  Ev 20 sal in di nav siyasetê de dixebitim. Ev 4 sal in jî ez Dayika Aştiyê me. Ev têkoşîna ku ez îro didim ji bo azadî, wekhevî  û jiyaneke aram e. Em dixwazin hesab ji dewletê biprisin, hesabê tiştên ku aniye serê me. Em êdî şer naxwazin. Lê em şer naxwazin tişta ku hat serê me bila neyê serê kesên din. Lewra jî ez îro di nav têkoşîn, berxwedan û tevgerekî wiha de cih digirim. Em êdî azadî û aştiyê dixwazim. Zarokên me  ji bo azadiyê şehîd ketin û ez jî îro ji daxwaza wan û daxwaza me bi cih bê di nav xebatên partiyê de cih digirim. Em çiqasî zêde têkoşînê bidin em ê ewqas zû azad bibin. Porê min ji ber derd û kulan sipî bû. Sê zarokên min şehîd ketin, kezeba min dişewite. Ji ber wê ez naxwazim ku kezeba dayikên din bişewite.”   'Ji bo azadiyê divê tecrîd bê rakirin'   Nezihet, di dirêjiya axaftina xwe de got ku ji salên 90'î heta niha tu tişt neguheriye û wiha dirêjî  da axaftina xwe: “Di salên 90'î de tiştên ku em jiyan niha jî em heman tiştî dijîn. Tu tişt negûherî.  Berovajê wê şer du qat zêdetir bû. Sedema wê jî tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan  hatiye girankirin e. Bi girankirina tecrîdê re li Kurdistan û Tirkiyeyê şer zêde bû. Bi zêde bûna şer komkujî, mirin û talan zêdetir bû. Ji bo çareseriya pirsgirêkan, ji bo azadiyê divê tecrîd bê rakirin û hevdîtin pêk bê. Ger ku hevdîtin pêk neyê dê kezeba me zêdetir bişewite.”   ‘Ev laçika spî tê wateya azadî û aştiyê’   Nezihet, di dawiya axaftina xwe de behsa laçika spî ya ku daye serê xwe kir û wiha dawiya axaftina xwe de wiha got: “Berê me kofî dida serê xwe. Lê piştî ku zarokên min şehîd ketin û şer zêde bû min vî laçikê da serê xwe. Ev laçika spî tê wateya azadî û aştiyê. Ev laçika spî ji berê ve serê min e heta niha. Wekî ji laçika spî jî diyare em azadî û aştiyê dixwazin. Îro sebra min bi laçika spî û kofiyê tê.”