Di odeya aydê xwe de di wêjeya cîhanê de şoreş: Vîrgînîa Woolf 2019-01-24 09:07:47   Sîbel Ozalp   NAVENDA NÛÇEYAN - Vîrgîna Woolf ku dengê jinê di wêneya cîhanê de nexşand, yek ji kesên pêşeng a wêjeya modern e. Ligel rexnegirî, femînîst û rojnamegeriya xwe, di wêjeyê de cihê jinê xurt kir. Vîrgînîa 197 sal berê di 25’ê Çileyê 1882’an de hat dinê.   Vîrgînîa Woolf ku yek ji kesên herî girîng a tevgera modertnîst derbasî dîrokê bû û piştgirî da pêşxistina cureyê romanê, bi gotina ‘pere qezenc bikin, bila odeyek aydê we hebe, dema vala biafirînin û binivîsin, nebêjin mêr çi difikirin û binivîsin’ sekna xwe ya femînîst jî nîşan da.   ‘Wek jinekê welatê min tune ye’   Vîrgînîa di 25’ê Çileyê 1882’an de li bajarê London a Îngîlîstanê hat dinê. Bavê wê Sîr Leslîe Stephen û dayika wê jî Julîa Duckhworth e. 5 xwişk û biran e. Hem dayika wê hem jî bavê wê zewaca xwe ya duyem kiribûn û 5 xwişk û birayên wê yên din jî hebûn.   Vîrgnîa ku li dijî terza jiyana Vîctorîa bû bi gotinên weke ‘Wek jinekê welatê min tune ye. Wek jinekê ji xwe re welatekî naxwazim. Wek jinekê welatê min cîhan e’ sekna xwe ya li dijî cîhana serdest a mêr, hîna di temenê biçûk de danî holê. Vîrgînîa dersên Latînî û Yewnan jî girt. Diket pirtûkxaneya bavê xwe bi saetan dernediket derve. Çîrokên wê di 1895’an de di rojnameyekê de hat weşandin. Xwişka wê Vanessa dibe wênexêz û Vîrgînîa jî dibe nivîskar.   Vîrgînîa di 13 salî de dayika xwe Julîa winda dike. Mirina dayika wê bandorek mezi li ser wê dike. Piştî dayika wê bavê wê dizewice. Vîrgînîa wek dayika xwe ji dêmariya xwe Stella hez dike, lê Stella jî dimre û Vîrgînîa cara duyem têk diçe. Bavê xwe jî di 1904’an de winda dike. Piştî vê bi xwişk û birayên xwe re bar dikin Bloomsbury.    Vîrgînîa yekem car di 1905’an de profesyonel ji Tîmes Lîterary Supplement re nivîsî. Di 1906’an de birayê xwe Thoby winda dike. Xwişka wê Vanessa jî dizewice. Bi xwişka xwe Adrîan re li herêma Bloomsbury dijîn. Vîrgînîa diçe cem rewşenbîran tê û tevlî civînan dibe.    Zewaca wê ya bi nivîskar Leonard Woolf re   Vîrgînîa di 1912’an de bi nivîskar Leonard Woolf re dizewice. Leonard ji bo hevjîna xwe weşanxaneyekê vedike û li wir pirtûkên xwe çap dike. Di 1913’an de Vîrgînîa nerehet dibe, kutiyek heb dixwe, întîxar dike. Hevjînê wê dibe nexweşxaneyê û madeyê wê dişon. Bandora nobetên wê heta 1915’an didome û piştre bandora nobetên wê kêm dibin.   Xistin nav keskên dikevin girtîgehê   Di dema rêveberiya Hîtler de gelek xizmên xwe winda kir. Ji bo faşîzmê rexne bike di 1935’an de gotarek ‘The Next War’ nivîsî û rojnameyek alîgirê komunîzmê gotara wê weşand. Ji ber vê ket lîsta reş a Naziyan, di rewşa dagirkirina Îngîlîstanê de ket navbera kesên dikevin girtîgehê.   Di duyemîn şerê cîhanê de û bombebarankirina Londonê re nexweşiya wê giran bû. Mala Vîrgînîa jî du caran hat bombebarankirin û mala xwe bar dikin xaniyekî derveyê Londonê. Vîrgînîa nexweşiya wê giran dibe û êdî dizane ku baş nikare binivîse. Tenduristiya ruhê wê nebaş bû. Di 28’ê Adara 1941’ê de xwe avêt çemê Ouse û întîxar kir. Vîrgînîa yek ji xwişka xwe re yek jî ji hevjînê xwe re du name hiştin.   Bedena Vîrgînîa demek dirêj nehat dîtin. Bi rojan lê geriyan. Di 19’ê Nîsana 1941’ê de bedena wê hat dîtin.    Vîrgînîa di seranserê jiyana xwe de gelek berhem hişt. Bi berhemên xwe ji bo nivîskaran bû îlham.