Jina têkoşer û bû sembol: Leyla Guven 2019-01-23 09:04:06   AMED - Leyla Guven ku beşek mezin a jiyana xwe bi berxwedan û têkoşînê derbas kir wek sala 2016’an îro jî ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger de ye. Leyla ku di roja 77’emîn a grevê de ye, bi jiyana xwe ya têkoşîna ji bo azadiyê ji bo jinan bû sembol.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku di 8’ê Mijdara 2018’an de dest pê kir di roja 77’an de berdewam dike. Her çiqas derbarê têkoşîn û berxwedana Leylayê de agahiyên kêm hebin jî em bersiva pirsa ‘Leyla kî ye?’ carek din parve dikin.   Leyla di temenê biçûk de tê zewicandin û piştî dest ji hevjînê xwe berdide du zarokên xwe tenê mezin dike û 29 salên xwe bi têkoşînê derbas dike. Leyla diyar dike ku dema dest bi têkoşînê kiriye xwe jî nas nedikir û bi jiyana xwe ya ji bo têkoşîna azadiyê ji bo jinan bû sembol. Leyla du caran bû şaredar û di operasyonên KCK’ê de hat girtin 5 salan girtî ma. Leyla di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de bû namzeta parlameneriya HDP’ê. Lê piştî konsepta hilbijartinê kirin dewrê encamên hilbijartinê betal bûn.   ‘Min fêm kir kî ye’   Leyla ku ji Kurdên Anatolya Navîn e, di 1964’an de li bajarokê Yapali ya Cîhanbeylî ya Konyayê hat dinê. 7 xwişk û bira bûn. Leyla piştî 16 salî neşandin dibistanê û di 17 salî de bi kurê xaltiya wê re hat zewicandin. Piştre diçin Elmanyayê û 5 salan li wir dimînin. Keç û kurekî wê li wir tê dinê. Leyla dawî li zewaca xwe tîne û vedigere ser axa xwe. Bi tena serê xwe zarokên xwe mezin dike. Leyla vê pêvajoyê wiha vedibêje ‘Ez pir bi şans bûm ku min partî nas kir, min partî nas kir min xwe jî nas kir. Min fêm kir ku ez kî me.’   Hem zarokên xwe hem jî têkoşîna xwe mezin kir   Leylayê di 1994’an de bi endamtiya rêveberiya HADEP a Konyayê dest bi xebatan kir û li heman bajarî serokatiya baskê jinan a HADEP’ê jî kir. Heta 1999’an jiyana xwe wisa berdewam kir û wê salê bi awayekî fermî berpirsyarî girt.   Leylayê di hilbijartinên 1999’an de li Konyayê bû namzeta parlamenteriyê. Di 2001’an de çû Enqereyê. Rêveberiya Baskê Jinan a Navenda HADEP’ê kir. Bû endama meclîsa partiyê. Heta 2004’an peywir meşand. Di 2004’an de ji bo şaredariya Bajarokê Kuçuk Dîkîlî ya navçeya Seyhan a Edeneyê hat hilbijartin. 5 salan şaredartî kir. Di hilbijartinên 29’ê Adara 2009’an de li Wêranşarê bû şaredar. 8 meh şûnde di operasyonên KCK’ê de hat girtin. 5 salan di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ma.   ‘Ji bo rawestandina vî şerî divê jin derkevin derve’   Leyla herî dawî ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an bû namzeta HDP’ê ya parlamenteriya Rihayê û hat hilbijartin û çû meclîsê. Leylayê di pêvajoya hilbijartinê de diyar kir ku ji bo şer bê sekinandin divê jin derkevin derve û ji ber vê jî jinan di hilbijartinên 2015’an de cihê xwe girtine.   Ji bo hevserokatiya KCD’ê hat hilbijartin   AKP’ê hilbijartin betal kir û di 1’ê Mijdarê de dîsa hilbijartin pêk hat lê vê carê nehat hilbijarrtin. Leyla di 26’ê Adara 2015’an de di Kongreya KCD’ê de wek Hevseroka KCD’ê hat hilbijartin. Leylayê salên xwe bi têkoşîn û berxwedanê derbas kir û nayê bîra wê ku salên wê çawa derbas bûne. Leylayê di raportejek xwe de sal û hatina xwe ya van rojan wiha diyar kiribû:"Ger pergal rojekê biguhere ew jî bi destên jinan dikare biguhere."