Derketina li ser rê ya bi empatiyê re 2023-04-28 09:07:08     Kesên ji empatiyê dûr bi giştî ji fikrên cuda re jî girtîne, rastiyên xwe esas digirin. Kesên wisa ji bo rastiyên xwe bidin qebûlkirin, rêbazên hêzê yên cuda bi kar tînin an jî têkiliyê bi giştî qut dikin. Bi taybet di çanda serdestiya mêr de yan jî di çanda mêr de ev her tim dertê pêşberî me. Kesên ku gotina empatiyê pir bi kar tînin jî ji ber ji hestên kesên hember bi bandor dibin xwe bê parastin dihêlin. Ev piranî bi jinan re tê dîtin. Yek ji sedemên pelçiqandina jinan jî hiştina bêparastinê ye. Ev hewldan serdestiya mêr rewa dike.   Nagîhan Akarsel   Empatî ji bo fêmkirinê astek e. Rêbazek fêmkirinê ye. Ji hemû tirs û fikaran azadbûnê ferz dike. Karê lêgerîna fêmkirinê ye. Empatî fêmkirin e û vegotina tiştê fêmkirî ye. Kesên pê re empatî tê avakirin jî tê de her kes tê de ye. Paşgotinek çermsoran heye ‘Beriya min bidarizînin, divê tu bi makosenên min bigerî!’ Ev jî empatiyê nîşan dide.   Empatî ku yek ji pêkhateyên herî girîng a hişê hestî û civakî ye, dema mirov li wateya wê ya ferhengê dinêrin; Mirov xwe bikin cihê keseke-î din û wan fêm bikin wek wan bifikiriye. Di latînê de tê wateya fêmkirina êş, hest û ji gotina ‘patheîa’ derketiye holê. Mirov dikarin xwe bikin şûna kes, wek wan bifikirin, herî dawî jî jê re îfade bikin.   Jineolojiyê ev hejmara xwe ji mijara dosyaya ‘nêrîna li xweza mêr û mêrtî’ re veqetandiye. Di jineolojiyê de dema jin der barê mêran de dinivîsin tiştê ewil tê bîra min çiqas empatî bi mêran re tê avakirin. Abdullah Ocalan dibêje ‘Hebûn dualî ye. Aliyek mêr aliyek jin e’. Li gor vê gotinê em çawa aliyê xwe yê din fêm dikin? Em çawa bi nîvê hebûna xwe re di têkiliyê de ne, tê hişê mirovan. Her du hebûn jî ji xweza xwe dûr ketine û gelo ev dibe ku bibe sedema ku ji hev jî veqetîne? Ji bo jin û mêr xweza xwe venasînê û hev temam bikin lêgerîna empatiyê hebû. Gelo em dizanin ku jineolojî di mîsyoneke wisa de ye?   Dema min mijara vê dosyayê amade kir refleksa ewil ‘çima jin mêran vebêjin? Dema mêr jinan vedibêjin em çawa bertek nîşan didin, divê heman tişt ji bo jinan jî derbasdar be. Divê mêr xwe bixwe vebêje’ bû. Mijara ‘Çima jin mêran dinivîsin an jî çima guhertina mêran bûye peywira jinan’ bi tena serê xwe mijare nivîsekê ye. Em di vê nivîsê de bi rêbaza empatiyê fêm dikin. Yanî beriya em mêran bidarizînin divê em ewil bi pêlavên wan bigerin û empatiyê ava bikin.   Bêgumam mifteya civakîbûna rast, fêmkirina bi empartiyê re enerjiyek pozîtîf ava dike. Bi vê enerjiyê avakirina hevsengiya têkiliyan pêkan e. Ev hevsengî enerjiya xwezaya jin û mêr vedibêje. Nasnameyên jin û mêr ên ji aliyê serdestiya mêr ve hatiye globalkirin, pêkan e ku hev temam bikin? Sînorên me ji nasnameyên zayendî re xêz kirine di diyarkirina karekterên enerjiya heyî de astengiyê ava dike. Dema em ji mêrekî re dibêjin bi te re enerjiya femînen heye wek heqeret dibîne. Dîsa em wisa bi hêsanî nikarin ji jinekê re bêjin tu enerjiya maskulen dihewînî. Ji ber venasînên hatine dayîn ji hev cuda ne.    Enerjiya femînen çavkaniya têkiliya bi jiyan, gerdûn, xwezaya mirovahiyê teşkîl dike. Bi pêşketina hişê analîltîk û îfadekirina tevger û çalakiyê re enerjiya maskulen têkiliya bi jiyanê re îfade dike. Di rastiyeke wisa ku parçebûyî, jihev veqetiyayî û biyanî bûye de avakirina empatiyê pir zehmet e.   Kesên ji empatiyê dûr bi giştî ji fikrên cuda re jî girtîne, rastiyên xwe esas digirin. Kesên wisa ji bo rastiyên xwe bidin qebûlkirin, rêbazên hêzê yên cuda bi kar tînin an jî têkiliyê bi giştî qut dikin. Bi taybet di çanda serdestiya mêr de yan jî di çanda mêr de ev her tim dertê pêşberî me. Kesên ku gotina empatiyê pir bi kar tînin jî ji ber ji hestên kesên hember bi bandor dibin xwe bê parastin dihêlin. Ev piranî bi jinan re tê dîtin. Yek ji sedemên pelçiqandina jinan jî hiştina bêparastinê ye. Ev hewldan serdestiya mêr rewa dike.   Mirovên empatiyê bi kar naynin an jî kêm bi kar tînin hestên tenêtî û bêaramiyê dijîn. Dema empatî baş neyê bikaranîn mirov ji psîkolojiya ezezokê xilas nabin û li dijî yekparêziyê serî ditewînin û winda dibin. Dema empatî baş û bi hevseng bê bikaranîn karekterê xurt û mekanîzmaya xweparastina cewherî jî dertê holê.   Nîşe: Berdewamiya nivîsê bi sernavê ‘Mêr bi rastî dixwazin zanîna jinê fêr bibin’ wê hefteya pêş bê dayîn.