Jin di armanca xwe de zelal be wê rêbaza xwe bibîne 2023-04-07 09:09:25     Jiyan bi giştî lêgerînê ferz dike. Xwegîhandina zanîna jiyanê zehmet e. Ya esas pirsên derbarê jiyanê de ne. Dîtin, mereqkirin, nêrîn, hiştina vekirina dilê xwe, fêrkirin û bidestxitin. Divê têkiliya dil û mejî ji hev qut nebe û fêmkirin pêk bê...   Nagihan Akarsel   Divê bi zimanekî çawa jineolojî bê nivîsin? Ev pirs di serî de mirovan dipêçe. Bersiv wisa ne hêsan e. Beriya her tiştî hûn hinekî ji xwe tevli nivîsê dikin. Bi nirxandinan vegotina jineolojiyê tenê wê pêşî li herikbariyê bigire. Hûn van dizanin û hîs dikin. Zimanê tê bikaranîn divê bi xwezayê re têkiliya wê hebe. Divê bibe wesîleya pirsên ‘ez kî me, çi dikim, diçim ku derê, têkiliya min bi xwezayê re heye yan na, ez cîhanê çawa bi kar tînim?’   Beriya her tiştî divê zimanê me hestê jiyanî bide. Divê gotinên ku rih û mejî dike nava tevgerê hebin. Ji ber vê divê jineolojî hestê zimanekî kolektîf pêş bixîne. Divê hem derdê xwe bikaribe bêje hem jî her kesî bihewîne. Hestê ziman îfadeya zelalbûn û yekbûnê ye.    Em di civakek serdest a mêr de dijîn. Her tişt li gorî desthilatdariyê tê kodkirin. Zanîn tenê ji ser afirandina qada destilatdariyê bê destgirtin ev dibe sedema nêzîkatiyek şaş. Ev parçekirina zanînê ye. Îro yek ji pirsgirêkên tên jiyîn ev e ku mirov nikarin zimanên xwe bi kar bînin. Travmayên ji ber ziman li ser mirovan pêk tên di nav demê de wek bariyeta çandî dertên pêşberî me. Mînak fêrkirina zimanekî nû û xwe bi vê îfadekirin, hestê nîvcobûnê bi mirovan re ava dike.   Armanca jineolojiyê ev e ku rêbaz û diyalektîka jiyanê ya esas digire ligel hev bi teşe bike. Ji ber jineolojî beriya her tiştî di nav xwe de mijarek e û sekna jiyanekê ye. Zelalbûn xweza wê ye. Berhema jiyanên ku berxwedanê dinivîsiye. Bi qasî ku di dema şexs de derbas dibe di dema civakî de jî derbasbûnê hedef digire. Di demên cuda de çîrokên jinên hatine jiyîn bi xwe re hîs dike û ji wir dest pê dike û jiyanê lêkolîn dike.    Du rêbazên bi heqîqetê re têkiliyê datîne: Helbest û çîrok   Çîrok jiyana ku em tê de ne û ji aliyê mirovan tê pelçiqandinê ye. Em di vê çîrokê de ne. Xwegîhandina heqîqetê bi tena serê xwe seruven e. Ji bo fêmkirin, zanîn û kirinê em dibêjin çîrok.    Heqîqet di gelek astên fêmkirinê de heye.  Belkî jî jiyan bixwe ye û îfadeya nirxên xweser e. Bi qasî hewldana fikrî hewldana rih yanî karê evînê ye jî. Evîn hezkirin, girêdayîn û baweriya bê şert û merc e.  Heqîqet ku îfadeya xweser a nirx û kedê ye di her tiştî de heye. Yanî heqîqet a heyî ye, jiyan bi xwe ye. Fêmkirina vê ji bo me demê bigire jî ya girîng ev e ku em fêm bikin em vebêjin. Çîrok jî yek ji rêbazên vê ye. Jineolojî ji vir derdikeve rê. Fêmkirina heqîetê û di wê esasê de avakirin zehmet e.  Rê û rêbazên vê girîng in.   Xweşkirina zanînê yek ji armancên jineolojiyê ye. Xweşikirin û curekirina zanînê wateyan zêde dike. Li aliyê din jî nirxên etîk û estetîkê diafirîne. Etîk û estetîk jî rêbazan diyar dike, xweşik dike. Helbest dema hewce pê tê dîtin pêş nakeve. Yanî helbest divê tenê wek hestekê neyê destgirtin. Ev wê neheqî be. Em ji helbestê fêm dikin ku xweşikbûn di jiyanê de seknek jiyanê ye. Ji ber vê gelek mînak tên hişê mirovan. Beriya her tiştî helbest beriya nivîsê dibe teşeyê îfadekirinê ya gelan. Helbest ji nivîsê kevintir e.  Felsefeyek jiyanê ye. Mînak di Êzidîtiyê de helbest terza jiyanê ye. Êzidî di jiyana rojane de bi helbestê wateyan diparêzin û zêde dikin. Xeyalê wan ê herî mezin ev e ku bibin helbestkarên helbestkaran. Hunermendên wan ên herî bi nirx helbestvan in. Ji Yaresanan jî helbest sira ku esasên jiyanê dihewîne ye. Helbest û jin heqîqeta Yaresanan vedibêje. Muzik dibe zimanê esas ê jiyana wan. Mînak em helbestê ji strana Înanna fêm dikin. Em çewisandina dengê jinê bi dengê Înanna çawa hatiye bihîstin fêm dikin. Ji ber vê jî zimanê jineolojiyê xwe dispêre zimanê helbestbûn zimanê çîrokbûnê, çanda gotinî û her cureyê teşeyê îfadekirinê.    Ev nivîs ji hejmara duyem a mijara dosyaya ‘heqîqet û rêbaza xwe dispêre rastiya jinê’ ya kovara Jineolojiyê hatiye girtin.