Redkirina pergalê destpêkek e 2023-03-24 09:14:44   "Ji pergalê qûtbûn têr nake. Ev destpêkeke. Rastiyek heye. Pêvajoya xwe pêkanînê. Me nizanibû em dervê pergala serdest û li dijî vê bisekinin. Nûnerên vê pergalê pir zede ne. Ferasetên rola jintiyê ferz dikin, nêzîkatiyên jinan wek hez nabînin, jinan davêjin plana dawî, modernbûnê wek pêşketinê dibînin û bi dehan ferasetên wisa hene. Ya dihat lêpirsînkirin ne kes civak e..."   Nagihan Akarsel   Me digot jiyanek azad, lê gelo me dizanibû ku ev jiyan bi bedelên mezin hatiye afirandin? Me bawer dikin ku em ji pergalê mayînde veqetyane me bi azadiyê berê xwe da çiyan. Tevlibûna têkoşînê bo me azadiye. Warekî azadiyê yê di hişê me de qeydkirî bû. Gotina Sokrates ya ‘Hûn biçin ku jî hûn xwe re ne’ tam di vir de dertê pêşberî me. Yanî sîhrek te nagire û nabe cihek din. Her tişt zehmet bû. Her ku mirov bi ferasetan re dihatin rû hev mirov ji xwe nefret dikir. Ewil psîkolojiya xwe tunekirinê diafirî. Pirsgirêka îrade û xwebawerbûnê dihat jiyîn. Rastiya kapîtalîzma modernîte tê dîtin. Noqokî destpê dikin. Mirov dikevin lêpirsîna malbat, heval, xwe û derdorê. Ya tê lêpirsînikrin ne kes e, civake, dem nîne dîroke. Ev felsefe tê destgirtin. Miro vê deme hêdî hêdî ji psîkolojiya tunekirinê xilas dibin û îdrak dikin ku feraset tên mahkumkirin. Ew feraset ne aydê te ne. Ev ji bo kesên ku di lêgerîna afirandina nûbûnê de ne her tim têkoşîn e.   Ji pergalê qûtbûn têr nake. Ev destpêkeke. Rastiyek heye. Pêvajoya xwe pêkanînê. Me nizanibû em dervê pergala serdest û li dijî vê bisekinin. Nûnerên vê pergalê pir zedene. Ferasetên rola jintiyê ferz dikin, nêzîkatiyên jinan wek hez nabînin, jinan davêjin plana dawî, modernbûnê wek pêşketinê dibînin û bi dehan ferasetên wisa hene. Ya dihat lêpirsînkirin ne kes civak bû. Siya mêr pêşa me bernedida. Wê deme ket lêgerîna rêxistinbûna nû. Divê azadî, îrade, zayend, nasname, têkoşîna zayendî, hêz, zanîn, ahlaq, mêr, jin ji nûve bihata venasîn. Di van şertên zehmet de berxwedanek mezin pêk tê. Di tecruba azadiya jinan a Kurd de ev girîng e.    Pêvajoya avabûnê   Li dijî pergalê bi sekna rêxistinbûnkirî lêgerîn bû. Ev pêvajoya qûtbûnê û avakirina tiştên me nizanîn bû. Zanîn xurtbûn bû. Me xwe ji fikr û hestên zîhniyeta serdet cih û warê zîhniyeta serdest qût dikir. Destpêkê me qûtbûna fîzîkî esas girt. Ji ber me xwebûn esas girt. Xwebûn qût bûn bû. Me dixwest em xwebûnê biser bixin. Jin ji heqîqeta xwe hatibûn biyanîkirin.   Di civîn û perwerdeyan de me bi rêbaza rexne, rexnedayîn û çareseriyê xwe pêş dixist û têkoşîn dida. Me di perwerdehiyan de zanînên xwe parve dikir, me rexne û rexnedayîna xwe dikir û me soza têkoşînê dida.   Me yên ewil ava dikir   Em gihiştibûn hêz û îradeyekê. Me li cîhanê îmze davêt tiştên ewil. Em ê bibûna bersiva azadbûnê û îdeolojiya rizgariya jinê. Ev heman demê de rêbaza Abdullah Ocalan bû. Ev encam alêgerîna bersivdayînê  bû.    Du pirs dertên pêşberî me. Ya yekem. Em tevgerek mezin a jinê bûn lê rêberê me mêr bû. Ez dizanim ev bi gelek kesî re pirsnîşane. Lê di vir de ya bê lêpirsînkirin ne mêrbûne. Ya divê em lêpirsîn bikin em bixwe ne. Ya duyem jî rexneya ku her tim tê ya ku em nabin xwebûne. Li gorî modernizm an jî kemalîzmê em ne azad bûn. Bi cil û bergan axaftin, sekn û nêzîkatiyên zayendî em li plana dawî bûn. Modela rêxistinbûna me ji tevgerê çep yên Tirkiyeyê û gelek modelên din cuda bûn. Pîvanên me zelal bûn. Me tu car li gor kalibên modernîteyê xwe saz nekir. Başe ku wisa nebûye. Kesên alternatif ancax wisa dikaribû bihata afirandin.   5 rêgezên esas yên îdeolojiya rizgariya jinê welatparêzî, îrada xweser- fikra azad yanî hêza bi îrada xwe biryargirtin, rêxistinbûn, têkoşîn û xweşikbûn-estetîk e. Ev di her pêngava têkoşînê de esas tê girtin. Ev rêgez girêdayê hev in û demên dawî de pir zêde dertên pêşberî me. Îdeolojiya me divê radîkal bûna. Ji ber armanca me şoreşa civakî ya radikale. Hewcedarî bi fêmkirina zelalbûna Sakîne Cansiz hebû. Ji ber vê jî em ketin lêgerîna afirandina rêbazên wê. Bi jîneolojiyê re tecrubeyên jinên cîhanê û dîrokê de hatine jiyîn di alî zanistî de destgirtin heqîqetek girîng e.   Destberdana bêdawî   Teoriya qûtbûnê bi tecruba me ya pratikbûnê pêk hatiye. Ji bo jiyanek jinê esas digire bê fêmkirin qûtbûna fîzîkî bixwe re rêbaza qûtbûna rûh û fikrî aniye. Ev heman deme de zemîna destberdana bêdawî ya Abdullah Ocalan îfade kiribû ava dike. Vê destberdana ji pergal û mêrên ku afirandiye, îfade dikir. Yanî dihat wateya ku ev pergal bi giştî holê bê rakirinê. Aliyekê vê destberdana bêdawî  jin ya din jî mêr e. Lê di alî xwe lêpirsînkirinê de mêr gelek qesl bûn.  Hewce bi lêpirsînkirina xwe nadidîtin. Di vê mijarê de Abdullah ocalan çawa ji bo jinan Yekitiya Azadiya Jinên Kurdistan (YAJK) pêşniyar kir ji bo meran jî Yekitiya Azadiya Zilamê Kurdistan (YAZK) pêşniyar kir. Lê mêran bersiv nedan vê pêşniyarê.  Di 1997’an de têgeha ‘kuştina mêr’ ket lîteratura me.   Abdullah Ocalan bi vê têgehê digot mêrtiya heyî nikare bê qebûlkirin û divê bê lêpirsînkirin. Ev heman demê de wek ‘Proja guhertina mêr’ hat pêşkêşkirin. Rêbaza vê jî têkşîna zayendê bû. Qûtbûn realîteyek ku mêr gelek da zorê bû. Mêran hewl da bi jinan re çawa bijî.   * Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Wek esasa sosyolojiye jin’ wê bê weşandin.