Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê rastiya malbatê 2022-11-18 10:14:32     "Ger ku mirov bibêje li Mexmûrê saziya malbatê nakokiyên di nav xwe de derbas kirine û pirsgirêkên xwe çareser kirine wê ev xeyal be. Ji ber ku di çarçoveya rêxistinbûna siyasî de her çiqas bi hemû sazî û dezgehên xwe xwedî helwestek demokratîk be jî şoreşa zihniyetê ji vê wêdetir e. Saziya malbatê ku xwedî paşerojeke 7 hezar sal e, di rastiya Mexmûrê de her çend ku hin guhertin bi xwe re çêkiribin jî bi awayekî giştî guhertin wê demdirêj be. "     Yekîneya Jineolojiyê ya Mexmûrê   Penaberkirin û ji welatê xwe dûrxistin ji dîrokê heta îro wekî rêbazeke guhertin û li gorî xwe teşekirina mirovan hatiye qebûlkirin.  Hêzên hegemonîk ên navendî ji bo dirêjkirina jiyana xwe û domandina polîtîkayên xwe yên li ser esasê berjewendiyan şer, kaos û krîzê wekî amûrek bingehîn bi kar tînin, penaberên ku encamên van şer û qeyranên aborî-siyasî ne jî wekî amûrek bingehîn bi kar tînin. Şerê dawî yê Sûriyeyê û kirîza penaberan yek ji mînakên herî berbiçav a van polîtîkayan e. Dîsa kampên penaberan ên ku li erdnîgariya Kurdan roj bi roj hejmara wan zêde dibe, weke pirsgirêkeke civakî ya sereke hebûna xwe didomînin. Wargeha Penaberan a Mexmûrê, ango Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ku gelê herêmê bi vî navî pênase dike, yek ji van wargehan e ku temenê wê herî dirêj û di heman demê de di warê siyasî de jî êdî heta cihekî hatiye.   Rêwîtiya ji çiyan ber bi demsala çolê ve   Di salên 90'î de li Kurdistanê gund hatin şewitandin, kuştinên bersûcên wan ne diyar gelekî zêde bûbûn. Gelê Botanê jî ji vê polîtîkayê para xwe girtibû. Piştî vê konseptê 4500 gund hatin şewitandin û hilweşandin. Bi sedan mirov di cinayetên bersûcên wan ne diyar de jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran mirov ji cihên xwe ji malên xwe bûbûn. Mecbûrî koçberiyê hatibûn hiştin. Dewletê di vê serdemê de du rê da ber kurdan. Loma hinek bûn cerdevan hinekan jî ev yek qebûl nekir û ya çûn Başûrê Kurdistanê yan jî çûn metropolên Tirkiyeyê.    Gelê Botanê yê hatin Başûrê Kurdistanê xwe sipartin Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û li wargeha Behereyê bi cih bûn û bi vê re rêwitiya 25 salan dest pê kir. 16 hezar kes li vê wargehê hatin gel hevdu û xala wan a hevpar hovîtiya pê rû bi rû mabûbûn. Yek jê jî girêdana wan a hêviyê bû. Her çiqas ji erdnîgariyeke hevpar hatibin jî cudahiyên çandî hebûn. Lê belê têkoşîna berê xwe dabûnê xeta têkoşînê ya îdeolojiyekê bû, loma ew rêwiyên heman rêyê bûn.    Hewldana jiyanê ya di nava avhewaya çolê de    Botaniyên hatibûn Mexmûrê di nava avhewaya çolê de hewl dan jiyaneke nû ava bikin. Di binê germahiya digihaşt pîleya 50-60 pîleyî hewl dan bi naylonan xwe biparêzin. Bi demê re bi awayekî hevpar avahiyên xwe çêkirin. 4 semt ava kirin û li her semtê 4 tax ava kirin. Ji bo parastina çanda xwe kesên ji heman gundî û eşîretê li tax û semtên nêzî hev bi cih bûn.    Li wargehê lêgerîna ji bo xwarinê û parastinê dewam kir. Li vir di destpêkê de xebatên perwerde û hînbûnê dest pê kirin. Ji bo zarok ji perwerdeya xwe paş de nemînin kon hatin vedan. Texte hatin dîtin. Jinên şîfakar jî bi pirsgirêkên tendirustiyê yên civakê eleqeder bûn. Bi demê re erd hat kolandin û bîrên avê derketin. Jiyana wargehê veguherîbû hewldaneke hevpar. Her çiqas di warê ziman de pirsgirêk derketibin jî jinan pêşengî kirine û bi demê re zimanekî hevpar ê kurdî li wargehê li cihê xwe rûniştiye. Jinan û mêran di warê parastinê de jî li xeteke hevpar sekinîne. Hêza civakiyê ya jiyaneke li Mexmûra şerdên wê dijwar hat avakirin.    Li Mexmûrê îdeolojî veguherî sazîbûnê. Loma her tim bû hedefa hêzên hegemon û dewletan. Piştî 25 salan hîn jî êrişên dewleta tirk û DAÎŞ'ê yên li ser Mexmûrê didomin. Gelê li Mexmûrê tu carî li dijî van êrişana gav paşde neavêt. Li Mexmûrê ji aliyekî têkoşîna jin û civakê û jiyaneke hevpar pêş dikeve lê ji aliyekî jî hîn bandorên zihniyeta feodal û eşîrî jî li hinek cihan didome.    Mirov nikare bibêje di kampê de nakokî û pirsgirêkên malbatî hatine çareserkirin û derbaskirin. Di hemû saziyan de di warê rêxistirkirina siyasî de demokratikbûyîn pêk hatibe jî şoreşa zihnî tiştekî cuda ye. Sazîbûna malbatî ku xwedî paşerojek 7 hezar salan e, di rastiya Mexmûrê de hin guhertinên şiklî hebe jî guhertineke tevahî dê demeke dirêj bigire. Ev tiştekî aşkere ye.  Weke psîkolojiya penaberiyê parastina hebûna xwe ji bo gelê Mexmûrê ji malbatên biçûk wêdetir li ser esasê bavikbûnê pêş ketiye. Vê yekê hiştiye ku li dijî xetereyên ji derve tên biparêze lê di warê nûbûyînê de ewqas jî girtîbûnek çêbûye.  Di nava 26 salan de li Mexmûrê modela malbate demokratik pêk bê gelek hewldan çêbûye. Ji bo ku malbat piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê û di jiyana xwe de vê yêkê pêk bînin hewldaneke ber bi çav heye. Xwe tevlikirina biryarên civakî, jiyanê ji nû ve destgirtin û kesayetek demokratik û azad înşakirin bi pêşengtiya jinan, meclisên jinan ên ku hatine avakirin tê meşandin.  Li kampê asta xwedinê pir pêş ketiye. Dîsa zarokên keç pêşengtiya vê yeke dikin. Hem di dibistanên weke lîse, zanîngeh û li kampê peymangehên weke dibistanên bilind de hejmara jinên ciwan gelek zêde ye. Di salên 2019-2020’an de  di pola yekemin de hejmara jinên ciwan  3 qatî xortan e.    Ev asta xwendinê tercihek zanebûnî ye. Malbat, keçeên xwe yên ku naxwazin bixwînin, teşwîqî xwendinê dikin. Piştî lîseyê ji bo zanîngehê di çûyîna  bajarên başûrê Kurdistanê de wek xortan e, hejmara wan nêzî hev e. Li kampê sîstema perwerdehiyê li ser esasê paradigmaya demokratik, ekolojik û azadiya jinê tê dayîn. Di bingeya mufredata perwerdehiyê de mijarên wek diroka civakan, çand, huner, exlaq, felsefe, civaknasî (sosyoloji)  heye. Dîsa jîneolojî, dîroka jinan jî di lîseyê de tê dayîn. Xebatên jîneolojiyê hê di asta destpêkê de bû di 2011’an de weke ders hat dayîn û di mufredata perwerdehiyê de cih girt. Dersên li dibistananê tê dayîn dê pêşeroj çawa be nişan dide. Asta agahî û zanebûnê zede û bilind e. Lê ev agahî, zanebûn û tecrube di zihniyet, hişmendî û jiyanê de li gorî tê xwestîn nayê temsîlkirin. Zarok û ciwan li dibistanê di çarçoveya paradigmayê de dema perwerdehiyê dibinin, li malê din ava malbatê de nakokiyan dijîn û di navbera her bû zihniyete de diçin tên. Bi taybetî jî ji ber bandor û şopên serdema internete ya modernîteya kapîtalîst di jiyan û zihniyeta wan de tê dîtin. Ji bo xwendina zanîngehê piranî diçin bajarên weke Hewlêr, Silêmanî. Li wir rewş, jiyan û cîhaneke pir cuda re rû bir û dimînin. Ji ber vê yeke zehmetiyên ku nifşên ciwan dikêşin kurtir e. Li aliyeke rastiya tevgera aziyê ya tê qebûlkirin, li aliyeke bermahiyên civaka feodalû kevneşop, li aliye din modela civak-şexs a ku modernîteya kapîtalîst bi qefesên dibiriqe peşkeş dike…  Ev  rewş psîkolojiya ku di nava hev de tê jîn bi xwe re tîne.