Jinên serdema serhildanê… 2022-11-11 09:01:34     "Di sedsala 19’an de jinan mafên xwe zêdetir bi hev re axivîn û ev jî dikare wek hêrsa bi sedsalan bikare bê vegotin. Jinan kapasîte û wekheviya entelektuel nîqaş kirin û ji bo derfetên perwerdê zêdetir belav bikin xebat meşandin û em dikarin ji vê sedsalê re bêjin sedsala ‘yên gore şîn’ ku rayagiştî avakirine."   Zîlan Narîn   Piştî têkoşînek bi israr û demdirêj ya jinan ku ji bo fikrên xwe di qada cemawerî de bînin ziman, şûnde hat qebûlkirin. Jinan pirtûk, name nivîsîn û ne tenê li dijî xespkirina mafê perwerdê, li dijî koletî, binpêkirina kedê çalakiyên xwe pêk anîne. Û ne tenê bi nivîsên xwe, bi jiyana xwe rolên li wan hatiye ferzkirin parçe kiribûn û her tişt dane ber çavan.    Yek ji jinên em navê wê dizanin Francîs e. Parêzvana mafê karker û jianan  Francîs Wrîght li dijî koletiyê derket û mafê keçik û hemû zarokan parast û mafê perwerdê parast. Francîs wek jineke ku her tişt da ber çavan cihê xwe di berxwedana kolektîf de girt.Ji bilî jin û mêrên ku navê wan tên zanîn, di vê çîrokê de kesên navê wan nayê zanîn yên bedel dane di vê çîrokê de hene. Yên neçar man navên xwe veşêrin û pirtûkên xwe biweşînin, yên ji bo di camîayê de bên qetbûlkirin ketin teşeyên mêran an jî jinên  ku mohra dijahlaqiyê lê hatine dan3in li jiyana alternatîf geriyane. Vana bi şikandina zincîran pêngavên xwe avêtine. Gotinên Flora Trîstan yên wekê ‘Min hemû cîhan girt hember xwe. Ji ber ez azadiya jinan dixwazim ji ber ez rizgariya karkeran dixwazim, mêr li dijî min in.’ îfadeya têkoşîna jinên ku her tişt dane ber çavan.   Di sedsala 19’an de jinan bi têkoşîna meşandin li dijî pirsgirêkên civakî yên giran parastina maf a demî kirin û ev aliyekî gelek girîng e. Koletiya reşikan, binpêkirina kedê, şertên jiyana xizan, bûn hinceta têkoşîna maf a jinan û bi têkoşîna mafê jinan re hev xwedî kirine û rojev ava kirine. Perwerda di zayend, nîjad û çînî de hat gel hev wek qada têkoşînê diyar bû û ev girêdayê tevgerên civakî serhildanên sedsalê dikare bê destgirtin. Di vê demê de têkşîna ku jinan pir alî meşandiye em bi çend navan bibîr bînin. Sarah Grîmke, Lucy Stone di salên 1800’an de daxwazên wekê wekheviya di perwerdê de, mûçeyên wekhev, karê wekhev bi pirsgirêkên koleyan re anîne gel hev û anîne ziman. Bi qasî mafê perwerde û dengan têkoşîna hatiye dayîn ji bo rakirina koletiyê jî têkoşîn meşandine. Dîsa Flora Trîstan jî yek ji jinên ku di vê rê de têkoşîna ku sînor bezandiye pêk aniye, tê nasîn.   Lê ji ber ku navbera jinan de hişmendiya wekhevî û azadiyê xurt nebû, vê jiyana jinan zêdetir kir zehmetiyê. Di çarçoveya mafê perwerdê de jî ne tenê li dijî mêran, di dijî jinên ku serîtewandinê wek hebûna xwe dibînin jî divê têkoşîn bihata kirin. Wollstonecraft, ne tenê rewşenbîrê mezin Rousseau ku jinan mahkumê mêran dike, jinên ku serîtewandinê fêrî keçên xwe dikin jî rexne kiriye.    Rousseu ku bavê fikrên azadîxwaz tê zanîn, tê zanîn çiqas dogmatîk û zayendpereste. Lê divê hebûna mêrên ku mafê jinan diparêzin û piştgiriyê didin jî bê vegotin. Charles Frouîer ku yekemîn kesên ku têgeha Femînîzmê dîtiye, yek ji van e. Di 1841’ê de di pirtûka xwe ya Dort Akim de îfadeya ‘asta azadiya jinê, pîvana xwezayî ya azadiya hemû mirovane’ cihê mêran ya di nîqaşkirina pirsgirêkên jinan de nîşan dide.   Jinên dibistanên xwe vekirin…   Di sedsala 19’an de jinan mafên xwe zêdetir bi hev re axivîn û ev jî dikare wek hêrsa bi sedsalan bikare bê vegotin. Jinan kapasîte û wekheviya entelektuel nîqaş kirin û ji bo derfetên perwerdê zêdetir belav bikin xebat meşandin û em dikarin ji vê sedsalê re bêjin sedsala ‘yên gore şîn’ ku rayagiştî avakirine.  Zemîna ku têkoşîna mafê dengan ji bo jinan ava kir, zemîna mafê perwerdê jî ava kir. bi hewldana yek ji jinên dewlemend a Îngîlîstanê kuluba hat avakirin, ji bo avakirina kolejên jinan yên li Amerîkayê re jî pêşengî kiriye. Di vê sedsalê de terekeyên ku  jinên di qesrên Împaratoiya Osmanî avakirine jî heman rolî dihewînin. Di destpêka sedsala 19’an de li Îranê  jinan bêyî piştgiriya dewletê navbera xwe de pere kom kirin û ji bo zarokên keç dibistanên taybet vekirin, komên civakî ava kirin û der barê jinan de weşan derxistin.   Di van komele û kuluban de ji bo perwerda zarokên keç, bêguman yên lobî kirin, ji bo vekirina dibistanan yên fon dan, burs dan, hemû ne jinên şoreşger bû. Îhtîmalek xurtek ku encamên polîtîk yên ku odeyek aydê jinan hebe tevli hesab nekirine. Lê divê neyê jibîrkirin ku  jinên wek Mary Wollstonecraft ku di pirtûka xwe ya ‘Li ser Perwerda Zarokên Keç Fikr û Nêrîn’  girîngiya fêrbûna fikrandinê ya ji bo zarokên keç diparêze û aliyekî nû anî mafê perwerdê, parçeyek vê kevneşopiyê ne.