Darên li qada gund tên çandin 2022-10-21 09:09:40     " Belê dara ku gelek wateyên wê yên wek dîrokî, çandî, civakî, siyasî û zanistî hene, çîrokên wê tevahiya jiyanê vedibêje. Dar heman demê de çîrokên wê yên sewal, çiya û kaniyan jî parçeyek sosyolojîkin. Ev çîrok di heman demê de çîroka têkiliya ku kes, civak û çand bi jiyan û xwezayê re ava dike ye."   Nagihan Akarsel   Çîrokek her kesî ya daran heye. Hem şexsî hem civakî hişê me de cih digire. Ji mîtolojiyê heta ol, ji felsefê heta zanistê, di rêbazên fikr de,  di mîtosên vejîna gelan de, di diyalektîka çandan de di venasîna jiyanê de çavkaniya ku em serî lê didinê ye...   Li gorî taybetiyên erdnîgarî û civaka em lê dijîn, dareke miradê ya ku em dilê xwe jê re dihêlin carna jî dibe çavkaniya jiyanê ya ku em duayên xwe emanetê wê dikin. An jî dibe çavkaniya ku em fêkiyên xwe jê digirin, em ji siya wê fêdeyê digirin û li binê wê bîhna xwe digirin. Carnan jî bêyî ku wate li jiyanê bê barkirin, bêyî ku em xwe parçeyeke xwezayê hîs bikin, çavkaniyeke baweriyê ya k udi lêgerîna watedarkirina gerdunê de em pişta xwe didinê.     Dar gerduneke ku zanîna giştîbûnê dide me ye. Di hemû çand û baeriyên ku li çavkaniya hebûna xwe digerin de, tê bawerkirin ku dar zanîna sê astê ya kosmosê ya bi kok, gewde û baskên xwe dihewîne. Kokên darê zanîna bin erdê, gewde ya rûyê erdê û bask jî yên esmanan zanîna esmanan vedibêje. Bi kokên xwe cehnemê, bi gewdeyê rûyê erdê, bi baskên xwe bihûşkê dihewîne. Ji bo vê jî efsûn tên hilberandin. Ayet tên daxistin. Cihê jiyanê ya di felsefê de tê tabîrkirin. Fêdeyên wê bi zanistî tê rêzkirin. Tê diyarkirin ku  marên ku zanîna herî kûr a binê erdê dihewînin û qertelên ku zanîna herî jor a esmanan dihewînin, daran diparêzin û wateyên pîroz li van sewalan tên barkirin. Û ser rûyê erdê jî dibe bîhna jiyana mriovan. Jin wek cîhaneke hevpar a wek xelek li dorê vedigere tê venasîn. Dar, di esasa xweza, jiyan, dîrok, civak, çand û kes de zanîna giştîbûnê dide me. Ev di lêgerîna fêmkirina jiyanê ya jîneolojiyê de jî çavkaniyeke di heman demê de.   Di hişê gel, bawerî, çand û  jinan de her tim çîrokên daran û wateyên wê hene. Selvî dara jiyanê ye. Dara hinarê bihûşt û bêdawîbûnê îfade dike. Dara çamê wek dara şeva pîroz yanî dara sala nû ye. Dara tûyê dara miradê ye tê venasîn û di mîtolojiyan de jî wek dara vejîna cîhanê tê venasîn. Di kavîmên Çîn û Hînt de dîsa li gel cermsorên Bakurê Amerîkayê dar wek hevsengiya cîhanê tê tasavvurkirin. Di metnên Hînt yên kevn de  wek dareke kozmos a mezin tê îfadekirin. Di mîtolojya Adem û Havvayê de  cih didin girtina zanîna dara sêvê. Bi qasî daran wateyê didin wateyên baskên wê jî. Baskên defneyê serkeftinê, baskê zeytûnê aştî û aramiyê, belgên mazî jî sembola hêzê nîşan didin.   Vegotinên der barê dara jiyanê de li gorî dem, çand û baweriyan biguhere jî hemû jî hemû wateyê yanî ‘zindîbûna bêdawî û kitiya xwedavendî’ dihewîne. Li Kâbeyê, Golgota, Akdag, Çiyayên Kaf li lûtkeyên wan pir tê dîtin. Ji serdema kevir heta serdema uzayê di rêwitiya fêmkirina cîhanê de ji bo têkiliya bi berket, jiyan û rewşên rih re bikin sembol hatiye bikaranîn û dar hêza yekbûyan çandan nîşan dide.   Belê dara ku gelek wateyên wê yên wek dîrokî, çandî, civakî, siyasî û zanistî hene, çîrokên wê tevahiya jiyanê vedibêje. Dar heman demê de çîrokên wê yên sewal, çiya û kaniyan jî parçeyek sosyolojîkin. Ev çîrok di heman demê de çîroka têkiliya ku kes, civak û çand bi jiyan û xwezayê re ava dike ye.    Tunekirina xweza, şewitandin û hilweşandina xwezayê jî çîroka tunekirina van çandane. Ger em vê zanînê hîs nekin em ê darên hêjîrê yên li Şengalê ji aliyê Saddam ve hatin birîn an jî Êzidî çima bi darên xwe yên hêjîrê re hatin şewitandin fêm nakin. Ger em vê zanînê ji kûrahî hîs nekin, em êşa Silo Qiz yê li Dêrsîmê di bin dara tûyê de dilorand fêm nakin û hîs nakin. Em ê zindiyên di şewatên Avusturyayê de hatin qetilkirin, kesên di şewata li Çiyayê Cudî de jiyana xwe ji dest dan, yên di şewatên Licê de can dan, fêm nekin. Em ê peyama darên li cihê ku hatin hilweşandin ku dibêje tevî her tiştî jiyan didome rast fêm nekin. Her wiha em ê kêmbûna cureyên nebat û sewalan, qirêjiya avê, texrîbata daristanan, tebeqeya ozonê ya qûl bûye, hewaya qirêj, zêdebûna nifûsê, xwarinên bi hormon, teknolojiya genan, bermahiyên teknolojîk yên nuklerê, guherîna avhewayê, karasetan,  hişkesaliyê fêm nekin.   Jîneolojiya ku li  giştîbûna zanînê digere di têkiliya xwe ya bi ekolojiyê de me pala xwe da çîroka daran. Ji ber jineolojî di giştîbûna zanînê de li yekitiya wate û hest digere. Hewl dide tişta difikire hîs bike, ya hîs dike jî pêk bîne û vê zanîna pêkanînê derdixe holê. Bi qasî zanînê bawerbûn, bi qasî fêmkirinê pêkanîn ji bo jîneolojiyê girîng e. Felsefa  jiyanê bi giştî bi hêmayên xweza û çandî re fêm dike Jineolojî xwedî îdiaya ku diyalektîfa xwezayî ya jiyanê fêm bike. Rêbaza xwe li gorî vê ava dike. Li ser esasa ku wê her tiştê xerabûye wê bi giştibûna zanînê rast bibe disekine. Rastiya ku her tişt girêdayê heve dike rehber û dikeve rê.