Sinemaya Kurd, hiş û berxwedan 2022-10-14 09:02:17     Li erdnîgariya ku nasnameya Kurd hewl tê dayîn ku bê paqijkirin û hebûna Kurdan tê înkarkirin de, sînemeya Kurd wek alaveke ku ev hişê çandî yê Kurd bê domandin derdikeve pêşberî me. Kirdeya damezrîner yanî Sînameya Kurd, teşeyeke berxwedana çandî ya pirdeng e.   Tebessum Yilmaz   Paragrafa jor têgehên esas ên îşaret dike û der barê ku ev têgeh çawa tên bikaranîn de, dixwazim bi nîşeyekê dest pê bikim. Zemîna teorîk ya vê xebatê bi têgehbûna berxwedana çandî ya ku Duncomben xetên wê xêz kiriye re, xwe dispêre nîqaşên hişê ku li seranserê cîhanê 30 sal in di alî sosyopolîtîk de guherîn û veguherînê de bilind bûye. Duncomben ji bo cîhan û çand bê watedarkirin, bal dikşîne ser çêkerbûna elastîk a berxwedana çandî û çanda ku norm û teşeyan dihewîne.   Ji Duncomben em dest pê bikin; berxwedana çandî di heman demê de dikare gelek tişt be. Ne tenê xwe li ser dijberbûnê; jixwe tiştê heyî cuda dike û wesfên damezerîner dikare heyî bike. Ev taybetiya damezrîner kesên ji baweriyên cuda tîne gel hev û faîlbûnê (agancy) heyî dike. Em gotinê ji Duncombe dewr digirin û îdia dikin ku sînemaya Kurd tam jî di vê nokteyê de wek aktorê damezrîner wesfa wê heye.   Damezrîneriya sînemaya Kurd di têkiliya bi hiş re, heye. Bi taybet 30 sal in xebatên hiş bi israr balê dikşîne ser hinek nokteyên esas. Ji van ya ewil têkiliya ku hiş bi paşeroj û pêşerojê re ava dike ye. Hiş her çiqas der barê paşerojê de bê dîtin jî di esasê de paşeroj ji niha de tê avakirinê ye. Ji ber vê jî der barê paşerojê de biaxive jî di bin banê wê de pêşeroj dihewe. Dînamîk e û ji veguhertinê re vekiriye. Bibîrxistinê re diguhere. Esasek din a di lîteraturê de balê dikşîne, hiş bi siyasetê bar kiriye. Bibîrxistin çalakiyek polîtîk e, ji ber vê jî çi çawa em bi bîr tînin me ji bîr kiriye, ev hemû polîtîk in.   Hişê civakê qadek têkoşînê ya polîtîk e. Ji ber vê jî ji îhtîlafê re vekiriye. Di vê çarçoveyê de esasek din bi bîr bixim; karekterê hatiye zayendîkirin yê hiş. Têkiliyên hêzê yên li pişt bibîrxistin-jibîrkirinê de razaye zayendîkirin e û hewl tê dayîn ku nirxên kê bila bên jibîrkirin bên paqijkirin an jî deng bê çewisandin. Nêrîna femînîst a li hişê çandî û kolektîf ji ber vê gelek girîng e. Nêzîkbûyina bi pêşdarî ya hiş sedem e ku em dengê serdestan bibihîsin. Lê ya dikeve ser milê me ev e ku divê em guhên xwe bigirin û dengê xwe bidin dengê kesên tune tê hesibandin. Ne ji paçeyê serdestan, divê em tecrubeyên bindestan bigirin ber çavan. Sînemaya Kurd jî derfetek wisa dide me.   Sînemaya Kurd û Hişê Dijber   Li erdnîgariya ku nasnameya Kurd hewl tê dayîn ku bê paqijkirin û hebûna Kurdan tê înkarkirin de, sînemeya Kurd wek alaveke ku ev hişê çandî yê Kurd bê domandin derdikeve pêşberî me. Kirdeya damezrîner yanî Sînameya Kurd, teşeyeke berxwedana çandî ya pirdeng e. Mecrayek nû ya li dijî hişê fermî yê dewletê ye derketiye; hişekî dijber (counter memory). Di vê esasê de tenê li dijî rejîma serdest tênakoşe, di avakirina aştiyê de rolek mezin dilîze. Ji bo ev rol bê fêmkirin divê şîdeta dewletê ya li hember Kurdan baş bê fêmkirin.   Dewleta TC kesên ne ji xwe tune dihesibîne, diçewisîne, bêdeng dike, asîmîle dike yên asîmîle nake jî bi polîtîka tunekirinê çareser dike. Ev bêguman ne tenê ji bo Kurdan e, gelê Kurd ji vê siyasetê gelek bi bandor dibe û her wiha şîdeta sîstematîk a dewletê hîna tê domandin.  Mijara ku wek mijara Kurd tê binavkirin di esasê de ne Kurd, Tirkirin e. Tirkbûn kirdeya veşarî ya mijara Kurd e. Tirkbûnê pirsgirêk derxist û  kirdebûna Kurdbûnê kir nesne û bi salan bala vê pirsgirêkê jî şandin ser Kurdan. Ev nêzîkatiya binpêker a heteronormatîf a serdest, di salên 90’î de teşe, alavên xwe guhert. Şîdeta dewletê ya li hember Kurdan heta îro bi formên nû berdewam kiriye. Jîtem û Hîzbûlah bi destê dewletê hatin avakirin û hêzên paramîleter li herêmê her cureyê şîdetê xistin dewrê.   Li Bakur tevî vê şîdeta rû daye, Kurd û Kurdbûn bi du teşeyan pêşkêşî rayagiştî ya Tirkiyeyê hat kirin. Yek ji van Kurd kirine erotîkirin, kirin nesne û daxistin bedenên mirî (Em bi taybet zimanê çapemeniyê bi bîr bînin: “Terorîstên bê bandor hatin hiştin’). Ya din jî Kurd pasîfîze kirin û kirin nesne. Li aliyê din jî bi van li hember Kurdan şîdeta leşker û polîsan rewa dikin. Tecrubeyên Kurd ên xwe dîtin.  Lê rûyê din yên madalyonê jî heye: Berxwedana Kurd.   Sînemaya Kurd ku di nava vê hewldana şîdetê de, tecrube û rastiyek pir mezin danî holê, di nava şîdetê de vejiya. Nêrîna Tirk ku Kurd pasîfîze kir, erotîk kir an jî krîmînalîze kir, ji aliyê derhênerên Kurd ên nifşê nû ve hat berovajîkirin û derhêner wek kirdeyên çalak Kurd anîn perdeyên spî. Gelek derhênerên di çarçoveya MKM’ê de hatin gîhandin, ceribandin ku zimanekî sînemayê yê zêde û cuda ava bikin. Sînemaya Kurd li dijî van hemû hewldanên tunekirin, çewisandinê, li dijî hişê fermî, berxwedanek rêxistin kir. Her wiha ev di hawira şerekî ku her tim dihat meşandin de pêk anî. Bi kurtasî wek têkoşina hebûnê jî xwe ava kir.