Aliyê polîtîk yê sînemaya Kurd: Pêkanîna paşerojê, daxwaz û avakirina aştiyê 2022-09-30 09:04:32     “Dema ku em bibêjin sînemaya Kurdî mijareke vekirina cîhê ye, di naskirina vê pirsgirêkê û xeyalkirina pêşerojeke wekhev a zayendî de rolek girîng dilîze. Ji ber ku Kurd dema behsa serpêhatiyên xwe dikin careke din dibin hedefa şîdetê, girîngî û dijwariya xebata van fîlmçêkeran zêdetir diyar dibe û barê giran ê jiyanê wekî berpirsiyariyeke polîtîk xwe dide der.”   Tebessum Yilmaz   Sînema tenê li dijî dewlet û gotina wêya resmî berxwedana xwe dananî holê; hem têkoşina gel da nîşandan û hem jî wek mecrayek ku têkoşîn raste rast rêxistin kir, derket pêşberî me. Bi taybet wek teşeyeke xwe îfadekirina Kurdên di encama şewitandina gundan de koçî metropolên wek Stenbol, Îzmîr û Enqereyê kirin, derket pêş. Veguherîna neolîberal û curebûnên teknolojiya çapemeniyê ya di salên 1980’yê de dest pê kir û di salên 1990’î de bi bandora atmosfera şer re, bû sedema guherînê û avabûna çanda dijber a teşeyê îfadekirina siyasî ya cuda û şikandina normên serdest. Çanda dijber ya mijara gotinê li aliyekê hişê kolektîf yê Kurd biteşe kir û li aliyê din jî hişê xwe yê çandî parast. Ev çanda dijber ya otonom, bi qasî ku bû zemîna ziman a dîtbarî ya tevgera Kurd, zemîna teşeyên kirdebûna nû bû jî. Em tîpolojiya Duncombe di bîra xwe de bihêlin û di alî encamên derketine holê de sînemaya Kurd wek teşeyê hebûnê, wek daxwazên guherînê wek teşeyek nû vejiya.   Sînema ku yek ji pêkhateyên damezerîner ya hişê çanda Kurd e,li aliyekî şahidiyên xwe yên der barê şer de kir bin qeydan û li aliyê din jî binpêkirinên mafan yên li ser gelê Kurd û winda kir bin qeydên dîtbarî û veguhert arşîvekê.  Derhênerên ku afrînerên sînemya ku şahidiyên mijara gotinê dikir, bi giranî  ji Kolektîfa Sînemeya Mezpotamya (MKM) derketin. Kazim Oz, Huseyîn Karabey, Ozcan Alper, Erol Mîntaş, Haşîm Aydemîr, Murat Eroglu, Ahu Ozturk, Leyla Toprak Gulîstan Acet û her wekê din ewil di belgefîlm û kurtefîlman de, beşekê jî piştre di fîlmên avaker de hewaya sosyopolîtîk û veşheyên kolektîf radigîhandin. Bi hevkariya van fîlmên ku hiş û berxwedana Kurd bihev re nîşan dida û formek afirandin, şîdeta dewletê bi hevkariya temaşevan û mîhrîcanen fîlman ji girseya navneteweyî re îfşa dikir. Bi vî awayî  temaşevan tenê wek temaşevan nediman, her yek bûn şahid.  Bi kurtasî van fîlman vegotnek nû li dijî hişê fermî danîn holê. Di alî nîşandana pêşerojê de banga rûhevhatin û hesabdayînê kirin.  Sînemaya Kurd di alî avakirina aştiyê de rol girt ser xwe.   Ji bo pêkhatina aştiyê yek ji esasên girîng ya din, ji bo kesen xizmên wan di encama  şîdeta dewletê de jiyana xwe ji dest dan pêkhatina edeletê bû. Di salên 1990’î de bi hevkariya fîlmên hatin kişandin teşeyên şîdeta dewletê hat îfşakirin û li aliyê din jî li dijî şîdeta dewletê daxwaz û derfetên gel derketin holê.   Di fîlman de yek ji daxwazên din yen herî zêde balê dikşîne mafê şîngirtinê û heqîqetê bû. Mîthat Sîncar der barê heqîqetê de wiha dibêje: “…heqiqet; ji bo ronîkrna sûcên li hember mirovahiyê ku ji aliyê kê ve hatine kirin bên derxistin û bû sigeha daxwazên hatine ziman.” Ji bo birîn bên kewandin mafê heqîqetê ferze û em dikarin bêjin ev daxwaz bi Dayikên Şemiyê heyî bûn. Dayikan di 1995’an de her rojên şemiyê li Stenbolê Qada Galatasarayê ji bo xizmên xwe yên bi zor hatine windakirn têkoşiyan û ev têkoşîn hem ji bo tevgera Kurd hem jî ji bo  têkoşîna mafên mirovan cihekî girîng digire. Dewletê bi salan  hebûna hêzên paramîlîter înkar kir û di rewşên ku nikaribû înkar bike de jî pergala bêcezahiştinê xist dewrê. Li dijî vê pergala polîtîk, di fîlman de ev daxwazên ji bo tespîtkirina gumanbaran û cezakirina wan her tim hat zman. Ev daxwaz ne tenê ji bo miriyan; ji bo kesên dijîn jî hat kirin.   Têkoşîna ku bi salan ji bo heqîqetê hat dayîn, bi mafe şîngirtin û definkirinê re dibe yek. Ev di filman de carnan bi êşkişandineke di dil de carna jî bi hawarên tije hêrs derketin pêşberî me. Daxwaza şîngirtin û hewcedariya bi vê; di fîlmê Klama Dayika min ya di 2014’an de hat kişandin ku dayika Nîgar wêneyê kurê xwe qet ji gel xwe nedida alî baş tê vegotin.     Berxwedana sînema û zayensa çapemenyê   Dema em li ser tecrubeyên kolektîf bisekinin divê em bibînin ku tecrube ji rejîmên zayendê ne bêparin. Çawa şîdeta dewletê buye zayendî, jibîrkirin û bibîrxistin jî evqas zayendî ye. Kî çi bibîr tîne çawa bi bîr tîne di diayrkirina kirdebûyîna de rolek mezin dilîze. Barê giran yê heyîbûnê wek kevneşopî dane ser mile jinan. Ji ber vê jî têkşîna dayikên aştiyê û dayikên şemiyê gelek watedar e. Lê hewldan û têkoşîna jinan ya di pêvajoyên aştiyê de pir naye dîtin u bi taybet jin ji derveyê mekanîzmayên biryarê tên girtin. Gelo ev rewş di sînemaya Kurd de çiqas derbasdare?   Wek her qadê di sînemaye de jî serdestiya mêr mijara gotinê ye. Serkeftina tevgera jinên Kurd ku her tim têkoşînek mezin didin, niha di sînemeya Kurd de zêde nayê dîtin. Bêguman îstîsna hene. Têkoşîna polîtîk a jinan di fîlmên ku serlîstikvanên wan mêr in de her tim çîroka wan li plana dawî dimîne. Kirdebûna polîtîk a jinan gelek caran di fîlman de wek dayik, xwişk û hevaltiyê de dimîne. Di fîlmên sînemaya Kurde hewcedariya me heye ku naqokî, teşeyên hebûna cuda, zor û zehmetiyên li hember jinan, derkevin pêşberî me. Hewce tune ku em navbera aktoriya dayikbûn û polîtîkbûnê de tercihê bikin a jî  yek ji yeka din di asta jor de ye. Dîtina nêzîkariyên wisa wê ji bo me hemûyan baş be. Divê jin, LGBTÎ û queer bên dîtin. Sînemaya Kurd kirdeyeke ku qadê vedikeye. Dema em vê li ber çavan bigirin di alî tespîtkirina pirsgirêkan û wekheviya zayendê de rolek girîng dilîze. Di alî encamên derketine holê de sînemaya Kurd wek teşeyê hebûnê, wek daxwazên guherînê wek teşeyek nû vejiya.