Gelo ev kengî bû sûc? 2022-09-23 09:02:52   Bi teknolojiyên mezin girtina avê û birina bajarên mezin tê wateya felcbûna ekosîstemê. Mijar ne mijara ji bo avê bibin herêmên bê av e, di heman demê de xespkirina avê ye û çolbûna herêman e. Şîrketên ava vexwarinê peyda dikin, ava xwezayî dikin şûşeyan û bi bihayên mezin difroşin. Dîsa ava qirêj parzûn dikin û ji bo dîsa bifroşin me, teknolojiyên nû pêş dixînin û texrîbatek mezin pêk tînin.   Îlden Kîbar   Av ji dîroka gerdûn û mirovahiyê de heye û divê hebe jî. Ava ku gerdûn, xweza û mirovahiyê heyî dike, di rewşa tunebûna wê de wê mirov, xweza û gerdûn jî tunebe. Sermayeya ku hemû xweza û jiyana mirovan tune dihesibîne û dixwaze hemû çavkaniyên avê jî texrîb bike, ji bo berjewendiyên xwe ew jî hewcedarê avê ye. Dema mirov dikevin avê û çend caran soberiyê dikin, dîmen hema wisa wek xuya dike ne kûr û dirêj e.    Ji avê bi avê re mirovahiya wek avê jiyaye; Dema ku jiyan ji avê, xwe ji xwezayê cuda bigirin ji avê re bêjin meta; av di destê serdetsan de vediguhere sûc, di mexdûriyeta gel de jî vediguhere ceza. Em di demên ku gotina T. Hobbes ya wek ‘nirxê mirov bihayê wê ye’ de dijîn. Modernîteya kapîtalîst her tiştê wê dispêre binpêkirina hebûna zindiyan. Avhewa diguhere, xweza tê talankirin û hemû zindî di bin xetereyê de ne.   Serjimara cîhanê bi lez zêde dibe û çavkanî jî her diçin kêm dibin. Xweza li hember texrîbata mirovahiyê hêza xwe ya ku xwe nû bike winda dike. Parastina çavkaniyên cîhanê îro berpirsyariya me ya herî girîng e. Dema mirov daneyên der barê çavkaniyên avê de lêkolîn dikin, kêmbûna çavkaniyên avê yên dikarin bên bikaranîn dertên pêş. Çavkaniyên avê yên cîhanê ji sedî 2,5 ava şîrîn e û ji vê tenê ji sedî 1 tê bikaranîn. Li gelek welatan xwegîhandina avê gelek zehmet e û li seranserê cîhanê hejmara mirovên nikarin xwe bigihînin avê di ser 850 mîlyonî re ye. Tevî vê di roja îro de hewcedariya ji bo avê her diçe zêde dibe û tenê di 2030’yî de tê payîn di bikaranîna avê de wê ji sedî 50 zêdebûn hebe. Ev hewcedarî jî wê ji ku bê peydakirin hîna nayê zanîn.   Ava bermayî ya cîhanê ji sedî 90 bêyî ku di pêkanînekê de bê derbaskirin diherike çem, gelî û peravan. Li Çîn, Pakîstan, Endonezya, Hîndîstan, Efrîka, Latîn Emerîka û gelek welatên din ava vexwarinê ya baş nayê dîtin. Avê bermahiya endustriyel a li Tirkiyeyê herî kêm ji sedî 25 di pêkanînekê de nayê derbaskirin. Dewlet li şûna ji xizmetên avê re razemeniyê bike, projeyên taybetkirina di avê de daye destpêkirin. Çem, gol, gelî ji bo 49 salan firotine şîrketên taybet û razemenkarên biyanî. Ligel têkçûna avê, madeniya avê dest pê kiriye. Ji sedî 60’ê bajarên Ewropayê ava vexwarinê ji ava di bin erdê de peyda dikin.   Ava şîrîn a li cîhanê bi lez diqede û rêjeya şiliya salane kêm dibe, çolbûn her diçe zêde dibe û ava çeman jî di bin hilberîna enerjiyê de tên ziwakirin. Çavkaniyên avê  bi lezek mezin qirêj dibin, biyocurebûn kêm dibe û tê bikaranîn. Qirêjbûna avê, guhertina cih, bajarvanî, zêdebûne serjimarê di heman demê de sedemên girîng ên guherîna avhewayê ne. Roj bi roj gelek kes ji ava paqij bêpar dimînin û her ku krîza ekolojîk giran dibe, ji ber qirêjbûna avê hejmara jin û zarokên nexweş dikevin û jiyana xwe ji dest didin, zêde dibe. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar dike ku ji sedî 80 nexweşî ji ber ava qirêj pêk tên. Di her 8 saniyeyî de zarokek ji ber ava qirêj vedixwe dimire. Dewlemend ku her tim xwe digihînin ava paqij, xizan jî ji ava qirêj fêdeyê digirin. Mirovek rojane ji bo hewcedariyên xwe bi 50 lt av hewce dibîne. Bi dewlemendan re ev digihêje 600 lt yî. Lê xizan hema hema 6 lt bi kar tînin. Hedefa NY’ê ev bû ku heta 2020’î rêjeya kesên hewce bi ava paqij dibîne daxînin nîvê. Lê tevî vê hewldanê serkeftin pêk nehat.   Der barê avê de agahiyên me hene lê li gorî vê rewşa bikaranîna avê ne mijara gotinê ye lê hêza hilweşînê ya mirovê modern neketiye hesabê. Di 50 salên dawî de her çû av qirêj bûn. Em ji vê rewşê re nebêjin bes e, wê av biqede. Bi bajarên mezin û betonkirinê re hevsengiya hîdrolojîk xera bûye.  Axa ku ava wan hatine girtin, daristanên ku hatine tunekirin, tê wateya ku kêmtir av tevî hevsengiya avê bûye. Bi pirsgirêka avê re gelek welat û saziyên fînansî, saziyên navneteweyî dibêjin ku bila ava behrê bê parzûnkirin. Ev teknolojiya biha berovajî vê wê krîza avê girantir bike û wê fêdeyê bide modernîteya kapîtalîst û zirarek mezin bide ekosîstemê.   Bi teknolojiyên mezin girtina avê û birina bajarên mezin tê wateya felcbûna ekosîstemê. Mijar ne mijara ji bo avê bibin herêmên bê av e, di heman demê de xespkirina avê ye û çolbûna herêman e. Şîrketên ava vexwarinê peyda dikin, ava xwezayî dikin şûşeyan û bi bihayên mezin difroşin. Dîsa ava qirêj parzûn dikin û ji bo dîsa bifroşin me, teknolojiyên nû pêş dixînin û texrîbatek mezin pêk tînin.   Ava şûşeyan ya ji aliyê kesên dewlemend ve tê bikaranîn, îro bûye endustriyek mezin. Li hemû cîhanê bikaranîna ava şûşeyan bi lez zêde dibe. Ev rastiyeke ava şûşeyan ji ava kaniyê bihatir e lê kara şîrketan jî gelek zêde ye. Maude Barlow dibêje ‘Ev ava ji ezmanan tê  digrin û çar qatî jî difroşin’. Li gelek welatan ava şûşeyan ji ya kaniyan baştir û ewletir tê dîtin.    Ger ku em vê polîtîkaya xwe neguherin wê hejmara kesên ji bêavbûnê bimrin zêde bibin. Ji ber vê jî divê em demildest polîtîkaya xwe biguherînin û ev ferza ekolojîk û axlaqî ye. Her ku em terza jiyan û zîhniyeta xwe neguherin wê xela avê di demên pêş de wek pirsgirêka herî mezin derkeve pêşberî me.