Penaberên di nav lepên pandemiyê de 2022-09-09 09:06:36   "Di vê nokteyê de jî tişta herî girîng ev e ku pergala binpêker a modern bê darizandin û hawireke ku penaber bi dengê xwe heyî be bê afirandin. Ji ber vê jî di têkoşîna li dijî vê de hewcedarî bi alav û rêbazên nû heye. Ev jî wê bibe derfeta ku rêbaz û alavê nû bên diyarkirinê."   Şîlan Bîngol   Virûsa korona ya dawiya sala 2019’an de derket holê li hemû cîhanê belav bû û di pîvana global de ket demek nû. Her dewletê li welatê xwe li dijî vîrusê tedbîrên awarte îlan kirin. Pandemî û pêkanînên dewletan yen pandemiyê, krîzên aborî, siyasî û civakî jî bixwe re anî. Bi qedexeyên derketina derve re  dewletan ji bo têkoşîna li dijî vîrusê behsa ferzkirina li gorî qedexeyan tevbigerin kir. Hîna jî behs dikin. Lê virûsa ku tenduristiya gel bi awayekî cidî tehdîd dike, ji bo dewlet alvên xwe yên şopandin û kontrolê berfireh bike bû hincetek mezin. Dewleta ku li dijî vîrusê gel vexwendiyê têkoşînê kir, ji bo betalan, bêmalan, penaberan tu çareseriyek pêk neanî. Li seranserê cîhanê dewletan sînorên xwe girtin, ketin û derketin qedexekirin. Beriya pandemiyê ku penaber ji gelek mafî bêpar bûn û her tişt ji bo wan bi sînor bû di pandemiyê de ev rewş girantir bû.   Bi taybet demên ewil yê de hejmara penaberên ji bo welatan îltîca dikir gelek kêm bû. Li gorî Ofîsa Îstatîstîka Ewropa ji ber sedema tedbîrên di adara 2020’an de hatine girtin, di serlêdanên îltîcaya ji bo welatên YE’ê li gorî sala 2019’an de ji sedî 68 kêm bûye. Lê dîsa li gorî demên ewil yên pandemiyê ev hejmar dîsa zêde bû. Lê şerê dewletên kapîtalîst binpêker, şerê desthilatdariyên herêmê di pandemiyê de jî berdewam kir. Ji ber vê jî niha şer li Sûriyê, Afganîstan û gelek welatên din didome û ji ber vê mirov ji cihê xwe dibin.    Pêvajoya pandemiyê li her qadê şîdeta li hembre penaberan zêdetir kir. Ji ber pandemiyê binpêkirinên mafan yên di rê, kamp û sînoran zêde bûn. Bi taybet penaberên karker ji ber derfetek wan ya din tunebû, li welatê bicih bûne di sektorên derveyê qeydê de, karên be ewle û pereyekî kêm xebitîn û hatin binpêkirin. Pêvajoya pandemiyê de penaber bi vî awayî hatin binpêkirin. Mînak karkerên penaber yên berhmahiyên hişk kom dikirin di pandemiyê de pir bi bandor bûn.    Penaber bi tirsa ku cezayekî bigirin ji nêzî malên xwe dûr neketin. Malbatên ku derfetê wan yên de debarê tunebûn, ji bo debara xwe bikin, kirê bidin, fatureyan bidin, bêyî ku ji dewletê piştgiriyekê bigirin, ji aliyê dewletê ve bi dirûşmeya ‘jiyan li malê bicih dibe’ hatin hepskirin. Lê li gorî xebata Komeleya Penaberan, ji sedî 90’ê penaberan di pandemiyê de xwe negîhandine xurekên têr. Penaberên ku di bin sînorê birçîbûnê de dijîn, ji ber pandemiyê hîn bêtir hatin binpêkirin û xizan ketin.    Li aliyê din jî di pandemiyê de penaber herî zêde di qada tenduristiyê de mexdur bûn. Lê penaber ji xwe nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê, di pêvaya pandemiyê de jiyana penaberan bi giştî ket bin xetereyê. Penaber bi tirsa ku bên dersînorkirin, bi virûsê biketanan jî nediçûn nexweşnayê nedihatin dermankirin û derman nedigirtin. Dema mirov li van dinêrin; penaber bi giştî hatin pişgûhkirin û terkî mirinê hatin kirin. Li aliyê din jî dihat gotin ku bi tedbîr û sînoran wê gel bi awayekî baş pevajoyê derbas bikin, li aliyê din penaber terkî mirinê dihatin kirin.    Têgeha biyo-polîtîka ya Foucault ku jiyan û mirov dike navenda xwe li vir derdikeve pêş me. Biyo-polîtîka mantika wê xwe dipsere kontrola jiyan û mirinê. Li gorî bandora nifûsê kî divê bijî kî divê terkî mirinê bê kirin de tercih tê kirin. Biyo nîjadperestî ya parçeyek biyo-desthilatdariyê ye derdikeve holê. Bi vî awayî jî divê kî bimre kî bijî zelal dibe.   Ligel vê pêvajoya pandemiyê bê guman şîdet û newekhebiya zayenda civakî jî zêde kir. Li hember jin û LGBTÎ’yan, li hember penaberan li her qadê şîdet  dijwar bû. Bi taybet di alî xwegîhandina xizmeta tenduristiyê de rewş giran bû. Ligel vêpenaberên jin di pêvajoya pandemiyê de hem barê wan yê malê giran bû hem jî şîdeta mêr ya nav malê dîtin. Penaberên jin neçar man li dijî şîdetê têbikoşin. Beriya pandemiyê jî jinên penaber rastî şîdetê dihatin lê di pandemiyê de bi îzolasyona civakî ev girantir bûn û zêdetir nehatin dîtin. Yanî bi kurtasî şîdet li her qadê hat jiyîn û tê jiyîn.    Dewletên kapîtalîst û binpêker yên li Rojhilata Navîn dixwazin hegemonyayê ava bikin, polîtîkayên wan yên şerî zêde bandor li ser penaberan dikin. Pandemî ku hemû cîhan xist bin bandora xwe, newekheviyên civakî yên heyî jî giran kir. Penaberan di vê pêvajoyê de mexduriyetên mezin jiyan. Bi taybet di alî xwegîhandina tenduristiyê de. Jiyana wan di pandemiyê de ket bin xetereyê.    Li dijî şîdet û newekheviya li hember penaberan berxwedanek mezin dikare bibe çareserî. Dijminahiya li hember penaberan bêguman dijminahiya li hember biyaniyan, ya li hember jinan û binpêkirina kedê jî dihewîne. Ji ber vê jî divê têkoşîn li dijî vê bê dayîn. Ji ber vê jî newekhevî û pirsgirêkên li hember penaberan cuda cuda destgirtin yek bi yek dest girtin wê ji çareseriyê dûr be. Divê piralî nêz bibin û newekhevî bê redkirin. Polîtîkayên zayendperest, binpêker, kapîtalîst yên dewletan me parçe dike, me şexsî dike û me şûnde dixine. Divê em van bibin tecrubeya mîlîtan.   Li gorî Mîchel Foucault di têkoşîna li dijî desthilatdariya nû ya wek biyo-desthilatdar de hewce bi alav û rêbazên nû heye û divê çekên nû bên îcat kirin. Teşeyê desthilatdariya nû ya mijara gotinê ye û têkoşîn û hêzên li dijî vê rast diyarkirin gelek girîng e. Berxwedana şerta ontolojîk ya desthilatdariyê ye di ser hemû hêzan de ye.    Li aliyê din di pirtûka ‘Madun dikare bikaxive?’ ya Spîvak de jî dîsa ji rexneya Foucault derdikeve rê û dema ev alav û rêbaz tên diyarkirin divê neyê jibîrkirin ku îdeolojîk û binpêkirin nayê piştgûhkirin û ji bo Madun biaxive hawir bê afirandin.    Di vê nokteyê de jî tişta herî girîng ev e ku pergala binpêker a modern bê darizandin û hawireke ku penaber bi dengê xwe heyî be bê afirandin. Ji ber vê jî di têkoşîna li dijî vê de hewcedarî bi alav û rêbazên nû heye. Ev jî wê bibe derfeta ku rêbaz û alavê nû bên diyarkirinê.