Êrişên li dijî tevgera femînîst 2022-08-05 09:03:35   "Binpêkirina jinan pirsgirêkek civakî ye û têkildarî azadiya jinê ye: Heta jin azad nebin civak jî azad nabe. Em dikarin tevgera femînîst bişibînin kevokek ji şikeftê de mezin bûye û dixwaze bifire. Xewn û hewldana wê têr bike jî heta bask tunebin nikarin bifirin.”    Ruken Van Der Meer   Êrişên mezin ên baviksalar ên li hember tevgera jinan çêbûne. Lê zêdebûna tevgera jinê û yekitiya wan her çûye xurt bûye. Tevgerek civakî ya gelek jin ber bi xwe ve kişandiye. Ji ber vê jî baviksalariyê ji bo tevgera jinê qels bike stratejiyên cuda bi kar aniye. Sazbûnên baviksalar di mijara parçekirina tevgera jinê de bi ser ketine.   Rêbazên nîqaşkirî   Yek ji mijarê parçebûn afirand nîqaşên derbarê rêvebirin, pasîfîtîzm û aştiyanê ne. Pasîfîzm wek tiştekî ku bersivê nade şîdetê dihat fêmkirin. Di tevgera jinê de çalakiyên mîlîtan nîqaş derdixist holê û hinek tevgerên jinan çalakiyên mîlîtan wek şîdet didîtin û wek tiştekî baviksalar didîtin, erê nedikirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan li riyên aştiyane digeriyan. Van nîqaşên rêbazan rê li ber parçebûn û qelsbûna tevgera jinê vekir.   Bandora dewletê ya li ser parçebûnê   Yek ji tiştekî din ku rê li ber qelsbûna tevgera jinê vekir, hevkariya bi saziyên dewletê re bûn. Tevgera jinê dema ku xurt bûn, tevî zêdebûna xwe di yekitî û xweavakirinê de bi ser ketin. Dewleta ku tehdîd hîs kirin piştgiriya fînansî dan û hewl dan jinan qels bikin. Dewletê piştgiriya fînansî da beşek tevgera jinan û li aliyê din jî di nav tevgerê de parçebûn û qeslkirin pêk anî û beşeke tevgera jinan girêdayê dewletê kirin. Di alî fikir, rêxistin, birêveçûn û axafitinê de li dewletê çûn û asîmîle û qesl bûne.    Li gorî demê xebat û qutbûn   Jinên di zanîngeh, navendên tenduristiya jinê, yekîneyên alîkarî û malên jinan de dixebitî, di esasa dildariyê de li gorî demê bi awayekî profesyonel xebitîn bin jî beramberê vê bi jinên din re têkiliya wan qut bûye. Mînak akademîsyenên femînîst teoriyên berfireh pêş xistine, lê ev xebat bi femînîstên derveyê zanîngehê re ne, bi jinên li zanîngehê re hatiye parvekirin. Yekbûyîn û hatina gel hev, tişta ji bo tevgerê bike tevger pêwist e. Femînîstên di karên profesyonel de dest bi xebatê kirine, herî dawî bi saziyên dewletê re di heman mantiqê de xebitîne û bi jinên din re avakirina têkiliyê winda kirine. Her wiha dest ji polîtîkbûnê berdane. Tevgera jinan wek tevgerek civakî destpêkiriye lê herî dawî marjînal bûye û têkiliya xwe bi civakê re qut kiriye. Vê rewşê di astek mezin de tevgera jinê qels kiriye.   Nîqaşkirina têgeha ‘jinê’   Beşek din a tevgera jinê qels kir, nîqaşên der barê têgeha ‘jinê’ de bû. Di tevgera jinê de têgeha ‘jinê’ wek têgehek berfireh hatiye fêmkirin lê ev rewş li pêş rêxistinbûn û piştevaniyê wek astengî nehatiye dîtin. Yek ji stratejiyeke din a baviksalar bi kar tîne ‘femînîzma dewletê ye’. Ew jî îdia dike ku ji bo wekheviyê hewl dide û tiştên pêwist dike lê tevgera femînîst ferz nabîne. Armanca wan ne azadiya jinê bû, berovajî vê qeslkirina têkoşîna jinê bû û  armanca wan ev bû ku jinê bikşînin nav aboriya kapîtalîst.   Em dikarin çawa behsa wekheviyê bikin?   Yek ji stratejiyeke din a baviksalarî bi kar tîne; îdia dike ku jinan wekhevbî bi dest xistiye û êdî hewcedarî bi femînîzmê tune ye û kampanyayek êrîşkar dide destpêkirin. Di van kampanyayan de jin jî cih digirin. Riya herî bi bandor û êrîşkar ev e ku dengê jinan bê bikaranîn. Her roj evqas jin tên kuştin, tên revandin û firotin, mafên wan tên binpêkirin, di fîlman de mêr ji ser jinan pereyên mezin qezenc dikin, di reklam û karkeriya seksê û pornoyê de bedena jinê bi kar tînin û vê normal dibînin. Gelo dema wisa be em çawa dikarin behsa wekheviyê bikin? Li Rojava gelek jin hem li zarokan dinêrin hem karê malê dikin û di heman demê de gelek berpirsyariyên din digirin ser xwe. Ligel vê gelek jin jî tenê dijîn û tevî dixebitin jî di alî debarê de zehmetiyan dikşînin.   Di têkçûna sosyalîzma reel de bandora tevgera jinê   Piştî têkçûna sosyalîzma reel şûnde li dijî hemû îdeolojiyên çep, êrîşek xurt pêk hat û vê êrîşê jî bandor li ser tevgera jinê jî kir. Êrîş du alî bû. Li aliyekî hewl dida pergal û îdeolojiya mezinkirina kapîtalîzm û emperyalîzmê bê avakirin. Di vir de nokteya esas globalbûn bû. Li aliyê din jî hewl didin her kesî bi vê pergalê bidin bawer kirin û her kesî ji bo vê pergalê bidin qenehkirin. Di encamê de tevî ku xwe negîhandin wekhevî, îtîbar û demokrasiyê, her tişt zêde xera bû.   Marjînalkirin û kemîn   Ji ber bûrebûna stratejî û êrîşên baviksalar, tevî têkoşîna mezin tevgera femînîst her çû qesl bû. Êdî tevgera femînîst hatiye marjînalkirin. Hîna komên cuda û rêxistin hene, lê ne pêkan e behsa tevgerekê bê kirin. Hewcedarî bi tevgerên civakî yên jin, femînîzm û ekolojiyê diparêzin heye. Lê tevgerên femînîst di pêşerojê de ji kemînan xilas nebûye. Jinan her çiqas di qada zanista femînîst, çapemenî û wêjeyê de hewl dabe jî negihiştiye hêza ku karekter biguhere.   Hewcedarî bi femînîstên mîlîtan ên rêxistinkirî hene   Yek ji sedema ku tevgera femînîst negihiştiye hedefa xwe ev e ku ji bin bandora parçekar a baviksalarî pêk aniye, derneketiye. Tevgera femînîst, bi polîtîkayên parçekirinê yên baviksalar re hatiye rû hev. Binpêkirina jinan pirsgirêkek civakî ye û têkildarî azadiya jinê ye: Heta jin azad nebin civak jî azad nabe. Em dikarin tevgera femînîst bişibînin kevokek ji şikeftê de mezin bûye û dixwaze bifire. Xewn û hewldana wê têr bike jî heta bask tunebin nikarin bifirin.