Ol û mezheb dibin çavkaniya pevçûn û nakokiyan 2021-10-01 09:05:09   "Dema ku çanda Rojhilata Navîn tê nirxandin, nirxandina civaka sivîl wek kabîle û klanên dema nû nirxandin,  dive di nav kevneşopiyên olî de nîşandan, klan, kabîle, mezheb, tarîkat û olan bê parastin. Hewce bike bi van mîrateyan re bikin yek hewce bike xwe rêxistin bikin. Ger wisa be serkeftin esase."   Sorxwin Eren   Tenê wek alavek polîtîk li ol û mezheban nêrîn şaş û xetere.  Ol û mezheb, beriya argumana polîtîk, zêdetir bi ahlaq û edeletê xwe dide der. Di roja îro de vekişandine qada polîtîk, ji mîsyonên civakî hatine qûtkirin û kirine tarîtiyeke jê dernakeve ya ahlaqî. Di paşerojê de ji bo berjewendiyên polîtîk hatiye bikaranîn û piştî ev qad ketin destê desthilatdariyan dîsa pêk hatin.   Piştî fikrên netewperest hatin Rojhilata Navîn û netew dewlet hatin avakirin, veqetînên mezheban zêdetir bi xeter bûn. Netewperestî her tim li her derê ji ol xwedî dibe.  Netewperestî teşeyê fikreke ku rîtuel û pîroziyên wê hene ye. Îro netewperestî bi mezhebiya olî xwe didomîne.    Li Rojhilata Navîn bikaranîna naqokiyên mezhebî, tenê bi demên netew dewletan sînor nîne. Ji 1500’an heta niha dewlet û desthilatdarî cudahiyên mezhebî bikar tînin. Piştî ku netewperestî lê hat zêdekirin, ev xetertir bûye. Ji ber bi qasî oldarî, mezhebî jî tê wateya îstîsmara ol.   Di sedsala 20’an de di polîtîkayên emperyalîst yên li hember Rojhilata Navîn de, bi dehan carî hatiye tespîtkirin ku desthilatdariyan îslam û feraseta îslamî girtiye dest û cudahiyên mezhebî wek alav bikar tînin. Ne tenê mezheb, tarîkat jî zêde hatine bikaranîn. Di vê polîtîkayê de yên hejmara wan zêde kirine serdestên yên kêm.    Di serî de Iraq, Urdun, Suriye û li gelek welatên Rojhilata Navîn  desthilatdarî wisa ava bûne. Yemen navbera Şîî û Sunniyan de parçe bûye. Li welatên Korfez Ereb de Vahabîyî bûye hêza bi bandor. Li Tirkiyeyê ji bilî Sunnî û Hanefitiyê, bawerî û mezhebên din tune hatine hesibandin. Dewletên netew Ereb,  Şîî û Komara Îslamî ya Îranê, pirsgirêk û bi xeter dibîne;  Komara îslamî ya Îran û Şîî jî dewletên Sunnî Ereb bi xeter dibîne û wek hevkarên emperyalîzmê dibînin. Ev îdia û gotin xwe dispêre Seferên Haçli yên ji sedsala 11’an de destpêkiriye. Îslamiyên desthilatdariya Sunnî, îslamiyên tevlî daîreya Şîî kirine, gelek caran bi hinceta bi Haçliyan re hevkariyê dike, sûcdar kirine. Şîî jî hêzên îslamî ya desthilatdariya Sunnî zalim, bê edelet dibîne, dibêjin tenê desthilatdariya xwe difikirin. Serdestên Tirk jî xwestine hêza xalîfetiyê ya ji Osmanî de maye bikar bînin, senterza îslamî ya Tirk we îdeolojî pêş xistine, polîtîkayên emperyal şopandine.   Naqokiya ji sedsala 20’an û 21’ê heta niha giran bûye û li Rojhilata Navîn tê meşandin, ji mînakên herî rojane ya ku hêza herî sereke ya mezhebî a pevçûnane. Li Bahreynê dem bi dem çalakiyên kolanan yên tên rojevê. Li Suudî Erebîstanê zexta dewletê, li Suriye, Yemen û Iraqê  propaganda şer li ser mezhebî hatiye avakirin. Hem aliyê Şîî û hem aliyê Sunnî yên mezhebiyê li pey deshtilatdariyê ne. Kuştina hev dispêrin heman ol û ayetan. Pîroz dihesibînin. Her du alî rijandina xwîne, hadîsan çavkanî nîşan didin. Îdia dikin ku di riya Muhammed de ne.   Hem Seferên Haçli, hem navbera baweriyên Xiristiyan de, li Ewropayê ji sedsala 15’an şûnde şerên mezhebî û olî yên pêk hatine, hem jî li Rojhilata Navîn şer û pevçûnên pêk hatine, ne yên rastiya civaki ne. Ev encam ne makul in û makul nayên hesibandin. Ger em ol bi têgehan diyar bikin, ev ne qedera gelan Û olane. Divê ne wisa be.    Olên Îbrahîm û şîroveyên cuda yên ji van olan derketine, ji ber xwe dispêre baweriyeke teolojîk ya hevpar, navbera wan de yekbûnî û hevparî avakirin hêsane. Lê mêjiyê desthilatdariyan, polîtîkayên dewletan  pevçûn û parçekirin serdest kiriye.Wek tê zanîn Musevitî, Xiristiyani û Mismilmanî jî xwe dispêrin heman kokê û wan bixwe îlan kirine. Hemû mezheb û tarîkat ji heman dîroka hevpar xwedî bûne. Ev koka hevpar û damara esas, bi feraseta olî dikare nêz bibe û rê li ber sentezan vebike.   Ji bo zîhniyetek wisa di serî de divê nirxên demokratîk, rêgezên ahlaqî ya gerdunî bigirin bin esasê cîhadê û hemû metnên pîroz yên din li gorî vê ji nûve bê şîrovekirin. Divê bi feraseta laîkî ku cureyek mezhebiye û oldariya deshtilatdariyê nêzî ol û bawerî nebe.  Encamên ku ev herdu xet rê li ber vedike holê ye.  Ol yek ji teşeyên zanîna heqîqetê ye. Di nav de nirxên civakî û rêbazên ahlaqî hatine formulekirin. Ev bûne pergal û çand. Çawa ku  sosyalîzm bi Marks û Lenîn, têkoşîna azadiya jinê bi tevgerên femînîst yên piştî sedsala 19’a pêş ketiye, venasîna wê ne raste, baweriya civakî jî bi çand û fikrên di bin navê ol de hatine rêzkirin, venasîn ne raste. Divê ev wek peyweireke girîng ya zanista civakî bê qebûlkirin. Ancax bi vê fêmkirinê dikare demokratîk ekolojîk û pîroziyên civaka azadiya jinê bê temamkirin û bê jiyîn.    Temamkirina nirxandina me bawerim wê bi gotinên Abdullah Ocalan cihê xwe bigire. “Dema ku çanda Rojhilata Navîn tê nirxandin, nirxandina civaka sivîl wek kabîle û klanên dema nû nirxandin,  dive di nav kevneşopiyên olî de nîşandan, klan, kabîle, mezheb, tarîkat û olan bê parastin. Hewce bike bi van mîrateyan re bikin yek hewce bike xwe rêxistin bikin. Ger wisa be serkeftin esase.” Ev hewldan jî  ji bo rêzgariya jiyaneke pîroz ferze.