Ji bo em rengê xwe bidin sedsala 21’ê, me porê xwe yê reş jêkir! 2021-05-28 09:04:03   Hêvî Devrîm   Abdullah Ocalan, jinan wek netewa yekem ku di dîroka civakê de hatiye binpêkirin, dinirxîne. Netewa ewil ya hatiye binpêkirin îro li dijî pergala kapîtalîst emperyalîst, pergala kapîtalîst patriyarkal û rejîma faşîst di eniya hember de têdikoşe. Hoste jî di dîroka civakê de yekem çîna bindest jinan dinirxîne û di pergala kapîtalîst de dema mijar dibe malbat, îfade dikin ku prolterên mêr, ‘burjuva malê ne’. Li dijî burjuvaziya malê û derve, divê şerê jinê dijwar be! Ji bilî bilindkirina têkoşîna li dijî kapîtalîst û patriyarkayê wekê din çare nîne.   Em carek din têkoşîna azadiya jinê, netaloqkirina şoreşan, ya girîng jî ferzkirina têkoşîna zayend û çînî, bînin ziman. Ji bo vê bînin ziman, em li ser nêzîkatiya Marx ya li hember pirsgirêka Îrlandayê pêş bikevin. Marx, ewil çîna ku şoreşê bike, çîna Îngîlîz dibîne û îfade die ku bi saya vê şoreşê wê bindesttiya Îrlandayê ji holê rabe. Piştre di 1860’an de jî  ji ber çîna karkerên îngîlîz bi şovenîzmê ji ser hişê xwe çûn û ji nîmetên binpêkirinê fêde digirtin, dibêje ku burjuva ji aliyê lîberalan ve hatiye jehrîkirin û dibêje rizgariya çîna karkerên îngîlîz ancax bi rizgariya Îrlandayê pêkane. Yanî diçe xwerexnekirinê. Bi vî awayî di nêzîkariya li hember pirsgirêka netewî de nokteya nîrenga Marksîzmê diyar dike: Netewa ku netewek din di bindenstiyê de bigire, prolterya wan jî azad nabe. Mijar di vir de zelal e. Çîna karkeran a Îngîlîz xwe bi çînên karkeran yên xizan yên Îrlandayê re wekhev nabîne. Ew bi burjuvaziya Îngîlîstanê ya mezin de cih digirin.  Xwe wek parçeyeke netewa Îngîlîz hîs dike. Her wiha ji binpêkirinê para xwe girtin jî pirsgirêkek din e. Ev rewş jî hevkariya sûc ya karker û kedaran a bi burjuvaziyê re dike. Ji ber pirsgirêka Îrlandayê, karkerên îngîlîz û yên îrlandayî bûne wek du dijminên li hember hev. Heta pisgirêka Îrlandayê neyê çareserkirin, çîna karkerên Îngîlîz jî nayê xilaskirin.   Em analojiyê bigihîjînin encama mantiqî: Kedkar û karkerên bi serdestiya mêr hatine jehrîkirin, li hember gelên bindest, li hember jinê ji ser mijarê newekheviyê, ligel dijminên çînî cih girtiye û heta ku bi dewletên burjuva-faşîst re hevkarî bê kirin wê nebin kirdeyên şoreşê. Têkoşîna dijwar a zayendî ji virt ê. Heta ku têkoşîna azadiya jinê pêş nekeve, rizgariya gelên bindest ne pêkane. Ji şoreşeke bê kirin, di vê di serî de ev bibe şoreşa jinê. Hele ku li dijî desthilatdariyên faşîst- paşverû, şoreşek mijara gotinê be…   Tecrubeyek xweser, Şoreşa Rojava û parantezek şexsî   Mijara me, pirsgirêka bidestxistina aliyê karakterîstîk yên pêla serhildanê ye. Jin, di van tevgerên serhildanê de cih digirin. Tevgerên bûn bernameyên jiyana nû, dînamîka jinan rêxistin kirin. Em vê bi aşkera di pêvajoya şoreşa Rojava de dibînin. Li Rojava şoreşeke ku kevirên rejîma zayenda civakî ji cih derxist, hat jiyîn. Em nikarin bêjin rejîma zayenda civakî bi giştî ji holê rakiriye, bêguman ev gotinek bi îdiaye. Lê êdî jin dizanin ku qedera wan ne di destê hinek kesên din de ne. Ez bi mînakekê vê bêjim. Li Kobanê şer nû bidawî bibû. Li nokteyeke ji bajarê Kobanê hinek dûr, cihekî ku berxwedêr lê diman hebû. Li aliyekî DAIŞ’ê li gundan şer didoman û li aliyê din jî mirovan ji bo jiyana xwe ji nûve bixûne dest bi çandina axa xwe kiribûn. Em dikarin bêjin ku gel di Tîrmeh-Tebaxê de vegerîbû rutîna xwe. Ev dihat wateya tesîsa di rewşa nû ya rejîma zayenda civakî de. Lê carekê ronahî ketibû hundir û jinên ciwan ew ronahî bidest xistibû. Zarokên keç yên mezinbûn li wan hat ferzkirin û neçar man di temenê biçûk de zarokan binêrin, serî hildan. Wê êdî her der ji bo wan ronî bûna. Her hefte jinek ciwan dihat ber derê me û dixwest tevlî têkoşînê bibe. Me digot ev coşek nişkaveye, hatinek ne hişmendî ye û me xwest em sohbetê bikin û rewşê zelal bikin. Me digot jiyana xwer bêjin; îtîraza hemûyan yek bû, li dijî pergala serdest ya hundirê malê îtîraza wan hebû. Bav, bira û hevjînên wan welatparêz bûn û li dijî DAIŞ’ê şer dikirin. Hinek jî ji mabatê şehîdên wan hebûn. Yanî van mirovan avakirina şoreşê de berpirsyariyê girtin. Lê dema şoreşa Rojava dihat parastin, digotin bila rejîma zayenda civakî bidome. Rêxistinên jinan hebûn, şervanên jin gelek zîrek bûn. Lê ew cîhanek cuda bû. Lê Şoreşa Rojava şoreşa jinê bû. Tu tişt nikaribû wek berê bêberdewamkirin. Yên li dijî şîdeta bav îtîraz kirin… Yên îtîrazê ku jin we mal tê dîtin kirin…  Hevalek jin ya herî bi israr hebû, heta nokteyê 2 km rê di meha tîrmehê de meşiya û hat. Ji bavê xwe yê ku dixwest bi zor wê bizewicîne reviya bû..   Şoreşê di saziyên jor yên heyî de hejandinek neafirand. Ji xwe şoreşa me ne tiştek wisa bû. Şoreşeke di alî siyasî, çandî, civakî, leşkerî de hejandinek mezin afirandibû. Gazî cîhaneke azadîxwaz a jinê dikir, Tevgera Kurd. Ev şoreşgerên şoreşê ku xeta ekolojîk, azadiya jinê û demokratîkbûnê diparastin, di her pêngava xwe de, didîtin ku pêşeketinekê rêxistin dikin.  Şoreş wisa dibin. Ez wek kesek veguherîme, van dinivîsim. Rojava pêleke enternasyolîst ava kir. Bû navenda têkoşîna enternasyonalîst. Wek şoreşa jinê lih er derê cîhanê, bû mînak. Bêguman ev di alî şoreşê de tiştên gelek girîngin. Lê hîna handîkapek ku me derbas nekiriye heye; Roja nokteya ku lê ye, hîna nekiriye nokteya hedefê û bahê şoreşa ku zêde dibe belav nekiriye. Em niha wek orjîna şoreşa herêmê ya xurt neçarin Rojava ava bikin. Bêguman ji bo parastina şoreşa Rojava, dikare ji pevçûn û naqokiyên navbera hêzên paşverû fêdeyê bigirin. Lê divê em vê jibîr nekin; ger şoreş navbera gelan de belav bibe, wê bikaribe bê parastin.   Tu hêz wê nikaribe pêşî lê bigire ku sedsala 21’ê nebe serdema şoreşa jinê. Ger em azadiyê tahayul bikin û ji bo vê bendên pêş xwe bişkînin, em ê biçin biryarbûnê.   Me carekê serê xwe ji hucreyên ku em hempsê rejîma zayenda civakî kiriye, derxist. Hîna ew bîhna asîmanan a fireh kezeba me tam tije nekiriye. Lê tevî ku hemû derî û baceyên desthilatdariyên serdest yên mêr li ser me girtin jî, ronahî ket hundir û em dîtin. Em gihiştin mirovahî û jintiya xwe. Me hemû binpêkirin, pelçiqandin, newekhevî ji kûrahî hîs kir. Me ferq kir ku cîhana em têde dijîn ne qedera me ye. Pergala partriyarkal kapîtalîst têkiliyên me hemû fetisandin. Belkî em hîna di tahayulkirina azadiyê de hîna pir ne hoste bin lê êdî em dizanin ku em dixwazin çawa bijîn. Me carekê kaşilên xwe şikandin û jê kir porên xwe yên reş… Êdî yekane pêkana me, şer, serhildan û şoreşe!