Tevgera bi empatî 2021-04-23 09:03:04   "Her hawira jinê di heman demê de dibin cihên hezkirin, rêzdarî û ked dayînê. Ji ber ku jiyana ligel hev a jinan bi giştî girêdayê ked û hişmendiya zayendê ye. Jinên bi hev re bi kedekê jiyan afirandibin ev îfadeya zindbûna têkoşîna azadiya jinê ye. Hatina gel hev û pîvana jiyana bi hev re, têkoşîna zayend, hişmendiya zayend û hezkirina zayendê ye. Jinên bi hişmendiyek wisa hatibin gel hev û îradeya xwe ava kiribin li dijî taybetiyên mêr jî têkoşîn dane û didin. Jin îro dizanin ku rêya azadiyê bi yekitiyê pêkan e."   Nagîhan Akarsel   Clarîssa P. Estes di pirtûka Jin bi Guran re Direvin de wiha dibêje: “Ger jin bi rastî jî bixwazin ku mêr wan nas bikin, divê wê zanebûna xwe ya kûr hinekî fêrî wan bikin. Jinek jin dema diwesetin, dibêjin ku di vê mijarê de gelek tişt kirine. Fikra min ev e; Xuyaye ji bo mêrên ku ne xema wan e, hewl didin. Gelek mêr dixwazin fêr bibin. Dema mêr vê daxwazê nîşan bidin wê demê dem hatiye ku hinek tişt derkevin holê.”   Di esasê de di vê analîzê de dertê holê ku divê jin xwe nas bike û zanebûna xwe ya kûr wek rê bide ber mêr jî. Jin bi xweza, jiyan û civakê re, têkiliya ku deyne ji bo mêr jî wek rehberekê ye. Di vê mijarê bi qasî têkoşîna jinan li dijî serdestiya mêr, nîşandana hêza guherîna mêr û rêbazên fêmkirina mêr pêşxistin jî girîng e. Her wiha mêrên ku hewl didin xwezaya mêr fêm bikin jî hene. Mêrên ku li bersiva pirsa çawa divê bê jiyîn û kodên hevaltiya bi jinê re çiye, digerin jî hene. Lê ev lêgerîna mêr têr pergala heyî nake. Divê ev feraset bigihêje azadiyê û bigihêe zîhniyet û pergalek bi rêxistin. Ji bo vê jî divê mêr mîsona jinê qebûl bike. Ji ber rola jinê girîng e.   Jin jî li dijî çanda serdest neçare ya nû bi hêza xwe ya rêxistinkirî biaifrîne. Mêrên vê qebûl dikin divê ji mêrên din re vebêjin û îqna bikin û di vê mijarê de li hember hemû sûcdariyan jî amade be. Ji ber ku mêr berhemên hişekî ku jinê wek zayenda qels dibîne ye. Ji ber mêr mîsyona jinê nas nake, ji hawirên mêran derdixin û dikin alava qerfî. Bi taybet di hawirên şoreşê de her çiqas mêr bêjin ku pêşengiya jinê qebûl dikin jî di serê xwe de jineke ku îdealîze kiriye heye. Ev jin jî jina ku şaşiyê nake, serî hildane ye. Dadixîne îmgeyekê. Ev jî dibe sedema ku rêzdariya li hember jinê winda dibe. Li şûna ku bifikire ku bi jinê re hevaltiyeke çawa ava bike, jinê nas bike, dikeve bendewariyan û dema beramberê vê negire jî nêzîkatiyeke ku jinê tune dike dertê holê.   Nêzîkatiyên mêrên ku xwe nas nakin û lêgerîna wan ya jiyanê ya watedar tune, pir caran dertê holê. Şoreşa jinê girêdayê azadkirina mêre, guherîna mêr jî ji şoreşê re wê xizmetê bike û wê çandek nû bê afirandin. Kesên ne di ferqa vê de jî dibin sedema şûndeketinê. Avabûna zîhniyeta pozîtîvîst jî, bi jîneolojiyê re, nêzîkatiyeke li gorî rastiyan û girêdayê hev nîşan dide. Jina rêxistinkirî, momenta esas ya guherîna çanda serdest ya mêr e. Hem di alî mêr hem di alî jinê de divê bê fêmkirin ku jiyana azad bi jiyaneke esasa wê jin e re wekheve. Em yek bi yek behsa mêr an jî jinan nakin. Jinên rêxistinkirî ji guherîna mêr berpirse. Mêr jî wê bi pêşengiya hêza jinan bigihêje azadî û xwezaya xwe. Qebûlkirina vê jî di kedeke ku xwe dispêre salan de qeydkiriye. Mînak di tevgera azadiya jinan a Kurdistanê de têkoşîneke bi salan a li dora hişmendiya zayend, hezkirina zayend, têkoşîna zayendê hatiye meşandinê heye. Ji bo jinê hezkirina hevzayendên xwe, şikandina pêşdarazên serdestiya mêr û bawerkirina ku bi hevzayendên xwe re jiyanek azad tê afirandin, yek ji rêgezên herî girîng e. Di vê çanad serdest ya mêr de, hatina cem hev a jinan ya bi hevzayendên xwe re gelek girîng e û ji bo azadiyê jî pêngavek girîng e.   Her hawira jinê di heman demê de dibin cihên hezkirin, rêzdarî û ked dayînê. Ji ber ku jiyana ligel hev a jinan bi giştî girêdayê ked û hişmendiya zayendê ye. Jinên bi hev re bi kedekê jiyan afirandibin ev îfadeya zindbûna têkoşîna azadiya jinê ye. Hatina gel hev û pîvana jiyana bi hev re, têkoşîna zayend, hişmendiya zayend û hezkirina zayendê ye. Jinên bi hişmendiyek wisa hatibin gel hev û îradeya xwe ava kiribin li dijî taybetiyên mêr jî têkoşîn dane û didin. Jin îro dizanin ku rêya azadiyê bi yekitiyê pêkan e.   Ji bo mêran jî pêşketina hezkirin û hişmendiya zayendê ferz e. Mêrên tên gel hev, bi hezkirina zayendê dikarin ji nêzîkatiyên pragmatîst yên mêr xilas bibin. Di vê mijarê de mînakek balkêş her tim tê vegotin. Di demên ku cihên jin û mêran ji hev hatin veqetandin, di dema ku teoriya qûtbûnê di alî fîzîkî de hat meşandin de, hevaleke ku diçe ser hêza jin û mêran, dîmena ku pê re tê rû hev wiha vedibêje; “Hele em binêrin, pêngavek din a dîrokî hat avêtin. Encamên vê çine, ji bo vê çûm serdana hevalan. Jin li qada xwe gelek kolektîf, estetîk bi moral û ken bûn. Lê mêr her yek li bin darekê tenê û bê kêf rûdiniştin.” Mêrên ku divê di şexsê hevzayendê xwe de xwe nas bike û biguherîne, berovajî vê kiriye. Mêran bi salan ev qebûl nekiriye. Nirxên bi îradeya jinê ava bûne qebûl nekiriye û li dijî vê berxwe daye. Bêguman ev berxwedan jî bûye sedema derengmayîna avêtina gavên mezin.   Mêrên ku jin ji jiyana wan derket û bi mêran re tenê man, tiştek bi hev re parve nekirin û tenêtî û bêkêfiya wan hîna li bendê analîzê ye. Ev analîz çiqas jî ji aliyê jinan ve bêkirin, heta ku mêr bi samîmî îtîraf nekin beramberê xwe nabînin. Rola jinê ev e ku mêr li xwe vegerin. Belê ji bo destpêkê xwe ferqkirin girîng e. Ji ber ku mêr di asta berhem û çêkerbûna biyanîbûnê de ye. Ji ber hem ya diyarker û hem jî ya bi bandor dibe ye rewşê hîn bêtir zehmet dike. Sedema astengbûna li pêş azadiya jin û civakê ye jî. Ji vê astê derketin û xwe ji çanda serdest xilas kirin girêdayê lêpirsînkirina xwe ye. Dema em dibêjin lêpirsîn em tenê behsa sînorên jiyana kes nakin. Pêngaveke girîng a ji bo destpêkê ye. Nîetzche di xebata xwe ya Ahlakin Soy Kutugu de wiha dibêje: “Em xwe dizanin,em kesên xwedî zanîn, bêguman sedemek vê heye. Em qet li xwe negeriyan ku". Ev nirxandin ji bo ku mêr li ser xwe hinek kûr bibin, gelek bi nirx e.   Mêrên ku hewcedarî bi lêgerîna xwe, bi rastiya xwe re rûhev hatin, bi qelsiyên jinan xwe venasîn, dibînin di bi rîskê de ne. Ev jî mixabin xetereye û ji biyanîbûna xwe re vexwendinameye.