Jina azad civaka azad diafirîne 2021-04-09 09:05:04       Jinên azad û mêrên azad, kesên azad ên bi hev re têkiliyên azad ava kirine, wê civakên siyasî û ehlaqî ava bikin. Civakên ku hişê polîtîk ên civakî didin nasîn, li dijî eziyet û binpêkirinê bersivê didin û parastina xwe ya cewherî bi vî awayî pêş dixînin   Clara Torres   Di şertê li dijî civaka dewletî de, tevgera jinan a kurd; Wek Mujeres Lîbres û rêxistinên şoreşger ên din, di vê ferqê de ye ku piştgiriyê bide pêşketina şexsî û kolektîf û pêşxistina prensîbên îdeolojîk ya ku riya azadiyê ronî dike. Jineolojî bi nêrîn û lêkolînên xwe, jinê bi dîrokê re dike nava têkiliyê û hîmên wê li ser esaseke zanistî ya civaka ewil dide rûniştin û prensîban bi kurahî pêş dixîne. Bi vî awayî, ji aliyê îdeolojiya rizgariya jinê ve 5 prensîp hatine pêşxistin û bi van prensîban hîn bêtir xurt bûye.   1.Welatparêzî   Hestê welatparêziyê ji bo hezkirina gel û jinên cîhanê û ji bo piştevaniya wan pêwist e. Lê têkiliya em bi dîrok, ax û çanda xwe re ava dikin, bi qasî jinên ku parçeyên çand, dîrok axê ye, ji bo pêşxistina têkiliyên bi jinên parçeyên dîrok, ax û çandên din jî hewce ye. Hezkirina me ya li hember gelê me, hezkirina bi gelên din re jî pêşniyar dike. Bi vî awayî jî hinek prensîbên esas ên polîtîka enternasyonal pêş dixîne.   2.Xwebûn   Xurtkirina îrde û fikr, xwenasîn, yanî bi gotineke din xwebûn, ji bo hemû jinên şoreşger pêngav û berpirsyariyê esas dike. Ji bo em xwe kifş bikin û têbikoşin, şopên pergala zextxwar ji ser xwe paqij bikin, divê em ji xwezabûna xwe derkevin rê, xwe biafirînin, derkevin derveyê nêrîna mêr ji kategoriyên jinên serdestiya mêr dûr bikevin. Xwebûn riyeke bi vî rengî ye. Ancax bi vî awayî em dikarin xwe pêş bixînin û têkiliyê ava bikin.   3.Rêxistinbûn   Bi riya rêxistinbûnê mirov dikarin xwe bigihînin xwebûnê. Dixwaze em sê jin dixwaze em 300 heb bin, çi dibe bila bibe divê em xwe rêxistin bikin. Kokên netew dewletê, xwe dispêre zexta li ser jinê hatiye avakirin. Her roj jin rastî êrîşên sîstematîk, kuştin, tecawiz, heqaret û êşê tên. Modernîteya kapîtalîst li ser nirxên ku esas girtiye, zayendî ava kiriye û bûye sedem ku mêr çawa dixwazin jin xwe wisa bi teşe bikin û dixwazin jin bawer bikin ku azad in. Jinên di asta pêşengiya civakê de ne û têkoşînên wan, dibin hedef: Mînak Berta Caceres, Sakîne Cansiz, Marîella Franco… Divê em li dijî van êrîşên ku bûne hedefa wan, hêza xwe bidin xuyakirin, têbikoşin û pergala parastina cewherî biafirînin û di navbera xwe de têkiliyê ava bikin û xwe rêxistin bikin.   4.Berxwedan   Berxwedan divê bi afirandina pergaleke parastina cewherî, rêxistinbûn û riya berxwedanê pêk bê. Xwebûna ku têkiliya wê bi axa wê re heye, bi hevkariya rêxistinbûna jinan re, divê berxwedana li dijî hemû êrîşan li hemû qada jiyana me hebe. Di vê nokteyê de, gelek girîng e ku divê em bizanin berxwedan, li dijî her tiştên bandor li ser kesayeta me kiriye, tê dayînê ye. Her wiha berxwedan berovajî hobî yan jî derbaskirina demê ye û teşeyeke jiyanê ya xwe daye ser azadiyê ye.   5.Ahlak-etîk û estetîk   Em pirsa ‘wateya jiyanê çi ye?’ ji xwe bipirsin û bersiva wê jî em hezkirina girêdayê azadiyê, dibînin. Divê em di zîhniyeta xwe de rêgezên hezkirinê yên kûr (ahlaq-etîk) pêş bixînin û divê em van rêgezan wek esasên kesayeta xwe (estetîk) pêk bînin. Bi vî awayî bi hevkariya rêgezan, divê em têkiliyê bi derdora xwe re ava bikin û bi taybet di navbera jinan de têkiliyê hevaltiyê bihûnin. Bi vî awayî ev têkilî dikare ji bo hemû civakê derbasdar bibin û bibe wek çandekê. Di civakên xwezayî de, jin bi zekaya xwe ya girêdayî hestiyarî û jiyanê, rêgezên ahlaqî yên bi nirxên hevpar ên civakan teşe bûye ava kirine. Fêmkirina wateya jiyanê û watedarkirina têkiliya bi afirîneriyên wê re, ji bo xwedî ahlaqê azadiyê ferz e. Xweşikbûn, bi kesayeta xwedî vî ahlaqî re têkildar e. Di afirandina jiyan û çalakiyên parastinê de ji vê xweşiktir tiştek heye gelo?   ‘Heqîqet evîn e û evîn jiyana azad e’   ‘Evîn çi ye?’ Dema mirov navbera evîn, ahlaq û xweşikbûnê de têkiliyê ava dikin, ev vegera rê ye. Gelo bêyî evîn mirov dikarin bibin xwedî ahlaq? Evîn tunebe mirov dikarin xweşik bibin? Ehlaq û xweşikbûn tunebe mirov dikarin hez bikin? Dema mirov vê fêm bikin, mirov fêm dikin ku evîn ne tenê li hember kesekî ye. Divê mirov evînê wek rêbazeke rast a ber bi azadiyê ve pêş bixînin. Abdullah Ocalan dibêje ‘Heqîqet evîn e û evîn jiyana azad e.’Bi vî awayî mirov ferq dikin ku bi evînê re şerkirin tiştekî gelekî xweş e: Evîna li hember heval, evîna azadiyê evîna jiyanê… Hevjiyana azad a ku jineolojiyê pêş xistiye jî, der barê evîn û azadiyê de zelaliyekê pêk tîne.   Hemû endamên civakê ji bo têkiliyên ku xwe dispêrin hezkirin û azadiyê ava bikin, berpirs in ku xwe wek mirovên azad bigihînin. Jina xwe ji derveyê kategoriya ‘jina klasîk’ ava kiriye, wê riya pêşxistina jina azad bibîne. Ev kesayet her ku di riya azadiyê de diyar bibe, hêza guherînê jî wê evqas rolek girîng bilîze. Hêz û enerjiya jinên azad, bi têkoşîn, cesaret, biryar û helwestê vediguhere mînakê. Ne tenê ji bo jinan, ji bo mêr jî xwe azad bikin, ev derbasdar e.   Jinên azad û mêrên azad, kesên azad ên bi hev re têkiliyên azad ava kirine, wê civakên siyasî û ehlaqî ava bikin. Civakên ku hişê polîtîk ên civakî didin nasîn, li dijî eziyet û binpêkirinê bersivê didin û parastina xwe ya cewherî bi vî awayî pêş dixînin. Ji dewletan dûr xwe digihînin û nirxa demokrasiyê didin qezenckirin. Wê bi vî awayî bibe berdewama civakên xwezayî. Jin jî şoreşgerên rast ên vê evîn û jiyanê ne. Gelo ji vê xweşiktir çi heye?