Nêrîna jinê ya li hemberî qada zanistî 2020-12-04 13:06:18   “Îro krîza bîrdozî, siyasî, civakî, zanyarî û civakî hene û divê em xwe bighînin bingeha wan pirsgirêkan. Em her tim li pêy pirsa ‘Di şexse jinan de civak li ku winda kir û çawa winda kir?’ ketin. Dema em pirsgirêka azadiya civakê ji bingehê bigirin dest em ê encamên rast jî bigirin.”   Fîdan Can   Dîroka mirovahiyê ji pêvajoyekî zehmet re derbas dibe. Pêvçûn û kriz wekî şerê cîhanê ya sêyem tê binavkirin di nava hêzên şaristaniyê de û mirovatî li gorî reşnivîsê tê plansazkirin. Hilberîn, mezaxtin, polîtîka û guherînên civakî li gorî wê teşe digire. Dîroka şaristaniyê bi karekterê tecawizê, jinê hem di hêla madî û hem jî di hêla manewî kirin amûra kedxwariyê, xwe misoger kirin. Dîroka şaristaniyê tê wateya xesp, derew û tarîtiyê, li ser vê bingehê civak ji azadiyê hatin dûrxistin. Di têkçûna azadiya civakê de rê li ber “Windakirina Jinan” vekirin. Bi windakirina jinê re hêza jinê jî hat windakirin. Ji ber vê sedême heke ew windakirin neyê ronîkirin em nikarin wateyê bidin jiyana xwe.    Di pergala dewlet-îqtîdarê de mêr tênê aliyekî tê hîşyarkirin û ev jî dibe sedema serdestiya li hemberî jinê. Zayend, çîn û serdestiya mêr bêtir xurt dibe û lewma jî li hemberî jinê kedxwarî pêş dikeve. Kedxwariya zanyarî û nêzîkatî bû sedema koletiya jinê. Di şexse jinan de heqîqet êdî bi maske ye. Lê 10 hezar sal beriya niha hemû nirx ya jinê bû û li dora mirovatiyê bû. Ji ber vê sedeme heta ku jin heqîqeta xwe nezane nikare heqiqeta jiyanê ji bizane. Loma divê jin heqîqeta ku bi maskeyên mîtolojî, ol, felsefe û zanyariyê baş analîz bike ku xwe bighîne heqîqeta rasteqin. Li vir  Jineolojî derdikeve pêşiya me.    ‘Jin çawa winda kir?’   Îro krîza bîrdozî, siyasî, civakî, zanyarî û civakî hene û divê em xwe bighînin bingeha wan pirsgirêkan. Em her tim li pêy pirsa “Di şexse jinan de civak li ku winda kir û çawa winda kir?” ketin. Dema em pirsgirêka azadiya civakê ji bingehê bigirin dest em ê encamên rast jî bigirin dest. Îro li hemberî qada zanista civakî gelek rexne tên kirin. Ji bo  çareseriya pirsgirêka azadiyê divê qalibên zîniyeta kapîtalîst modernîte-şaristaniya navendî ji holê bên rakirin. Bedela wê yekê gelek giran ne û di civaka neolîtîkê de ev tişt hat dîtin, îro jî jin ji rastiyê tên dûrxistin. Bê nasnamebûna jinê, bê vîn hiştina jinê û windakirina jinê giredayî dîroka şaristaniyê ye û divê ev şaristanî baş bê analîzkirin. Gava yekem jî ji bo heqîqetê divê zîhniyeta 5 hezar salan û bingeha wê bi hev re û bi kûrahî bê lêkolînkirin.    ‘Di şexsê jinê de civakê bi kaosê ve dibin’   Pirsgirêka civakî ya herî bingehîn pirsgirêka jinê ye û ji hêla qada zanista civakî ve heta niha nehatiye şîrovekirin. Ev tişt ji bo me mijarekî sereke ya lêkolînê ye. Zanista civakî ya ku niha heyî di şexsê jinan de civakê ber bi kaosê ve dibe. Jina ku pêşengtiya civakbûnê kir di zanista civakî de wekî endama herî qels û bêhêz a civakê hatiye nirxandin. Di çarçoveya vê pênasekirinê de îro di nava civakê de jin wekî bingeha pirsgirêkan tên dîtin û bi tecrîdê re rûbirû dimînin. Korbûna zanyarên civakî yên modern bû sedema korbûna civakê jî.    ‘Jinê tune dihesibînin’   Li gorî feraseta kirde- wanekê têkiliya hiyerarşiyê hatiye pêşxistin, di cîhana zanyariyê de jî hatiye naskirin. Naskirina wê wekî kedxwarî, serdestî û îqtîdara li hemberî xweza û jinê li pêş xistiye û wekî pêşbirkê jî tevdigerin. Zanyarî li ser ol û felsefeyê pêşve diçe bi karakterê baviksalarî û îqtîdarê derdikeve pêşperî me. Bi ser de wateyekî kûr dide wî karekterê û rê li ber analîz û piştrastkirina wî digirin, kalîbên mutlak ên ramanê didin avakirin. Qada zanyarî di vê helê de li hemberî jinê bi zîhniyeta zayendperestiyê nêz dibe. Zanista zayendperest bi helwesta xwe ne tenê jinê tûne dihesibîne, li hemberî xweza, dîrok û kaînatê jî li dijî jinê derdikeve. Dûrxistina jinan ji qada zanistî bû sedem ku li hemû qadan kodên zayendperestî-serdestiya mêr bê pêşbikevin. Kodên zayendperestî ya zanistî ne tenê ji bo jinan ji bo civakê, xwezayê û her wiha ji bo mêr jî bû amûra kedxwarî û serdestiyê. Li ser navê mêran zanista zayendperest koletiya jinê jî li pêşxist.    ‘Zanist çavkaniya xwe ji Neolîtîkê digire’   Feraseta modernîteya kapîtalîst, zanistê wekî; pêşketina kapîtalîzmê ango rasyonalizme bi hev re digire dest û wisa jî pênase dike. Lê belê zanist çavkaniya xwe ji Neolîtîkê digire. Wekî şoreşekî pêşket serdema Neolîtîkê. Şoreşa Neoîltikê ji bo pêşketina mirovatiyê gelek girîng bû. Çanda Neolîtîkê ji pêşketina şaristaniyê re bû ronahiyek. Avakara vê serdemê jî jin e. Çandînî, sewalkari, çêkirina mûran, hewîn, çêkirina cilan, çand, huner û ziman bi pêşengiya jinan pêş ketin. Hemû nirx li dora Dayikê pêş ket. Civak li dora Dayikê kom bûn. Bi pêşengiya jinan pergalek hat avakirin. Ev pergal pergala azadiyê ye. Di nav de edalet, azadî, xwişk-biratî, hezkirin û ked heye.    ‘Bi Jineolojiyê carek din zanist tê şîrovekirin’   Hemû îcad û kefş di çarçoveya Jineolojiyê de carek din tê şîrovekirin. Bi hêz bi wateyên xurt di qada zanistî de dê bên bicihkirin. Neolîtîk û têkoşîna azadiya jinan dê li gorî daneyên zanistî ji bo jinan bibe rêyek. Di bingeha Jineolojiyê de carek din pênaseya zanista ku di nava civakê de û karektarên wî carek din bê kirin. Em baş dizanin ku ji bo zanista rasteqîn divê girêdanbûna vê ya etîk û estetîkê carek din bê kirin. Vê gavê Jineolojî, li dijî zanista mêr tevdigere û dê zanistê bike zinista civakî.