Stûna parastina rewa: Parastina rewa ya hestyar 2020-11-13 09:19:42   Elîf Mercan   Parastin hem li xwezayê û hem jî di nava civakan de heye. Zindîtî bêyî vê rewşê nayê vegotin. Ji ber ku zindîtî di heman demê de, bi têkiliya zindî ya cihê lê û bandora cih a li ser pêkan e.  Ev têkiliya ku hebûna jiyanê û berdewamiya wê misoger dike beriya bi milyaran salan wekî rewşkeke jiyanî beriya aqil, bi hîskirin û hestan derketiye holê. Pênc pêjên ku xwezayê diyarî mirovan kirine û bi aqilê hestyar ku di nav wan de têkiliyê datîne, bi hest û hîskirinê xwe dane der hene. Bingehê sekna parstinê bikaranîna van pêja ye. Dema  ku ev 5 pêj têk biçin ev bingeh jî têk diçe. Ji bo parastineke rewa divê ev pêjên ku têk çûne di serî de bên lêkolînkirin.   Ji qewarên ewil ên di xweparastina civakan de yek jê aqlê analîtîk ê ji aqlê hestiyar dûr e. Texrîbkrina ehlaqê civakê bi vê qewarê dest pê kir. Ev heqîqeteke bingehîn e. Heqîqeteke din a ku ev hînî me bike ev e; Hêza hest û aqilê hestiyar bingeha xweparastina civakê ye. Gelek hêzên hest ên ku "ferqiya jiyanê dixe dixe bîra mirov" hene. Ev hestana berdewamî yan jî neberdewamiya jiyanê bi mirov dide hêskirin. Ev hêsna dibe sedem ku em hinek têgeh zû ferq bikin. Ev ferqiya jî şansa em li ser bingeheke azad jiyana ekolojîk bijîn dide. Ev şand di heman demê de şansa parastina mekanîzmaya xweparastinê ye.     Aqlê analîtîk ê dewletê, bi berdewamî cihana hestan a civakan li gorî berjewendiyên xwe bi teşe dike. Vê cîhana wan a hestan hildiweşîne. Bi bikaranîna zindanan û bi saziyên xwe yên din ên wekî dibistan spor ku bi kar tîne bîra civak û kesan li gorî xwe bi teşe dike û xwe dike cîhana mirovan. Netwedewleta ku ji hestên xwezayî û ji wicdanê ciakî dûr dikeve rastiya hestên civakê ji bîr nake. Van hestên civakê li gorî xwe bi teşe dike, bi kar tîne û polîtîkayên ku civakê ji cewherê wê dûr dike bi pêş dixe.  Netwdewlet bi vê rêbazê dikev cihana xwezayî ya civakan û di bedêla hestên xwezayî yên civakê de hestên ku ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne înşa dike û civakan rêve dibe. Em dikarin van pêkanînên netewdewlet, wekî amûrên parastina rewa ya civak û kesan têk dibe û wan tune dike jî bi nav bikin. Li gel ku di cihan civakan a hestan de tir tune ye jî netewdewleta ku hêza xwe ji kapîtalîzmê digire bi çalakiyên kontrayî dikare tirsê bike hesta bingehîn a civakê. Me di mînaka faşîzmê de ev bi awayê şênber dît û li gelek welatên cuda û li Tikriyeyê jî em dibînin. Civakên ku hestên teslîmbûnê nizanin, bi polîtîkayên demdirêj dikarin bibin xwedî hestên teslîmkar. Ji ber ku xwezayeke rastiya civakî ya bê înşakirin heye.  Zanînên me ji aliyê şaristaniya dewletparêz ve û îqtîdarparêzan ve tên şaşkirin û windakriin. Bi vê re em ji xwezaya xwe dûr dikevin. Ji bo ku em li xwezaya xwe vegerin divê em di parastina xwe ya rewa de, xezayê bi hestên pak biparêzin. Ji bo ku em bikevin ferqa vê, biqasî perwerdeya zîhnî perwerdeya hestyar jî divê. Perwerdekirina hestan ji bo hemû civakên ku dixwazin xwe bi awayê demokratîk rêve bibin û civakeke azad ava bikin girîng e û peywira wan a sereke ye. Civak dikarin bi şoreşa ku di zanist, felsefe û hunerê de pêk bînin dikarin cihana xwe ya hestan ji nû ve ava bikin û mecbûrê vê ne. Ji ber ku xezaya civakî û ya yekemîn, berhema aqilê bi hêz û bi hest e. Ji bo parastinina rewa ya hebûna xwe keda hestyar diyarker e.    Pênasekirina parastina me ya hestiyarî ya di aliyê civakî û kesayetî de û pêşxistina wê berpirsiyariyeke sereke ye. Em ê çawa vêya bi ser bixin? Xweparastinên me yên hestiyarî ji aliyê kê ve li ku çawa tê şikandin û teslîm tên girtin? Dema em vana hîn bibin dibe ku ev bibe gava yekem a serkeftinê. Yên ku vê bibiryariyê dikare bi dest bixe û bikare bi civakê bide qezenckirin dînamîkên civakê yên bingehîn, jin in. Dîtina me ya rêbazên li dijî jinê tên bikaranîn girîng e. Analîza me ya civaknasiyê ya di warê ka tevgera jinê çiqasî xwe ji lîberalîzmê qut kiriye, ka çiqasî bûne hêzên li dijî sîstemê, girîng e. Divê em wekî jin bizanibin ku gavên em diavêjin û rêxistina me ka li dijî sîstemê ye ya di nava sîstemê de ye. Divê ev yek me nexapîne. Xapandin zaafa me ya xweaparastinê dişkîne ye. Heger em ji van zaafan dûr bin wê demê em ê bikaribin hîn zû û bi hêz şaristaniya kapîtalîzm û modernîteyê vebêjin. Dema em vê vegotinê kûrtir bikin wê demê em ê bikaribin xweparastina civakê jî xurt bikin.    Zanîna hezkirinê bi naskirina wê pêk tê. Ji bo em hezkirinê hîn bibin ked û dem lazim e. Divê em hezkirinê wekî hunerekê bigirin dest û em nirxekî bidên. Çimkî hînbûna hezkirinê û hezkirina mirovan a ji hev ji bo hebûna xwe hestiyarî û rêzdarî ye. Heger em kes û civakên hezkirin zanibûna ew ê xweparastina me jî ewqas ne qels ba. Em ê ne birîndar ban û bi hilweşandinekê rû bi rû nemana. Hezkirin mixabin wekî alava şovenîzm û ezezoktiyê tê bikaranîn. Yên hez nekin rêzê nagirin. Bi hinek ceribandinan hatiye îsbatkirin ku elementên bingeha jiyanê de di qadên hezkirin û dilovanî lê hene teşeyên wan cuda ne lê belê li cihên ku enerjiyeke negatîf heye teşeyên wan cuda dibin. Hezkirin jî enerjiyeke pozîtîf e û dikare hinek tiştan bide guhertin. Nefret û kîn jî enerjiyeke negatîf e. Gelek kes ne di ferqiya vê yekê de ye. Bi rastî jî kesên hez dikin xwebariya wan û hêza wan hîn zêde ne. Ev ji bo kesayetan jî û ji bo civakan jî wiha ye. Ev rewş heqîqeta bingehîn a ku xweparastinê bi hêz dike ye.