'Hewldana jinê aboriyê pêş dixe' 2019-01-10 09:02:32   Îlham Eloso-Berçem Cudî    KOBANÊ - Endama Rêveberiya Aboriya Xweser a Herêma Firatê Newroz Cuman derbarê taybetî û girîngiya aboriya xweser de got:"Ji bo jin di warê aboriyê de xwe pêş bixin û bi vê yekê girêdayî civak pêş bikeve em her di nava hewldanekê de ne. Jin dema ku di qada aboriyê de azad bin ji koletiyê jî rizgar dibin."   Endama Rêveberiya Aboriya Xweser a Herêma Firatê Newroz Cuman derbarê taybetî û girîngiya aboriya xweser de got:"Hewldana jinê aboriyê pêş dike. Loma heta ji destên me tê em têdikoşin ku jin xwe ji aliyê aboriyê ve pêş bixin. Dema ku jin xwe pêş bixin ev bandorek erênî li ser jiyana civakê jî dike. Jiyan hêsantir û aramtir dibe."   'Me komîteya aboriya jinê ava kir'   Newrozê da zanîn ku ji bo aborî pêş bikeve wan komîteya aboriya jinê ava kirine û wiha got:"Ji ber ku me xebatên cuda di derbarê pêşketina aboriyê de kirin vê yekê bala jinan kişand. Me komîteya aboriya jinê ava kir da ku jin mecbûrî mêran nebin. Her wiha me kooperatîfên çandiniyê ava kir û 50 jinî di wir de cihê xwe girtin. Terzîxane, karên ku dikarin li mal bê kirin, rêxistinbûyina jinê ya di warê aborî de me hewl da ku zêde bibe. Dema xebatên bi vî rengî pêk tê ev tundiya li ser jinê jî kêm dike. Jinên ku di warê aboriyê de rewşa wan ne baş in bêtir bi tundiyê rû bi rû dimînin. Ji bo tundî û alozî ji holê rabe tevgera jinê ya di warê aboriyê de girîng e."   'Hewldana jinê aboriyê pêş dixe'   Newrozê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo civakek azad û serbixwe hewldana jinê ya di her qadê de girîng e. Ji bo jin di warê aboriyê de xwe pêş bixin û bi vê yekê girêdayî civak pêş bikeve em her di nava hewldanekê de ne. Jin dema ku di qada aboriyê de azad bin ji koletiyê jî rizgar dibin. Hewldana jinê aboriyê pêş dike. Loma heta ji destên me tê em têdikoşin ku jin xwe ji aliyê aboriyê ve pêş bixin. Dema ku jin xwe pêş bixin ev bandorek erênî li ser jiyana civakê jî dike. Jiyan hêsantir û aramtir dibe."