Divê jin çar dîwarên ku jê re hatine danîn hilweşîne! 2019-01-07 09:04:23   Stêrvan Bêrîtan   MINBIC- Desteya jinê ya Bajarê Minbicê bi armanca jin ji nav çar dîwaran derkeve ji jinan re care yekemîn li Minbic dirunxaneyek vekir.   Minbica azad ku niha buye cihê projeyan û qada jiyana jinên azad jin lê xwe ji her aliyan ve bi rêxistin û sazî dikin. Jinên ku xwe bi rêxistin û sazî dikin di her qadên civakê de cihê xwe digirin.  Rêxistina jin ne bi tenê di qada abori de di her qadê de bû mînak ji bo tevahiya welat û jiyana azad. Lê li gel van hemû pêşketinan jî li axa minbicê gefên dagirkeriyê tên kirin.Di çarçoveya van xebatên ku tên kirin Desteya Jinê ya Bajarê Minbicê ji jinên ku di warê dirûtinê de behrene, bi armanca ji nav çar  dîwaran derkevin û karibin di qada aborî de pêş bikevin cara yekemîn li Bajarê  Minbicê vara yekemîn dirûnxane vekir.   'Em dixwazin keda jinê bê dîtin'   Di derbarê vekirina dirunxaneyê  de endama Desteya Jinê û Rêverebera Dirunxaneyê, Şêrîhan El-Ehmed dest nîşan kir ku vekirina dirûnxanyê  ji bo jinan bi serê xwe şoreşeke û ev tişt got: "Di cihekî weke Minbicê de karê vekirina dirûnxaneyê  ji bo jinan cara yekemîn tê kirin. Karê dirutinê taybetmendiyeke jinê ye, Lê heta niha yên li ber çav hatine dîtin ku vî karî dikin mêr in û jin jî li malê di nav çar dîwaran de dimînin. Bi vekirina vê dirûnxaneyê armanca ew bû ku;em jinan ji nav çar dîwaran derxin û keda wê ber bi çav bikin.”   'Jinan bi kelecaneke mezin ev xebat pêşwazî kirin'   Şêrîhanê wiha axaftina xwe domand: "Em mehekê bi dirunxaneyê re mijûl bûn heta ku me vekir, gelek jinan navê xwe qeyd kirin û ev kar bi kelecaneke mezim pêşwazî kirin. Kesên ku neha li dirûnxaneyê dixebitin hemû xwedî tecrûbeya karê dirûtinê ne. Karê ku niha di destên me de ye cilên şagirtên dibistanê ne. Armanca me ya sereke weke Desteya Jinê ew  e ku em rola jinê di civakê û di her milê jiyanê de derxin holê."   'Divê jin cihê xwe li hemû qadên jiyanê bigirin'   Her wiha karkera dirunxaneyê ya bi navê Firdews El-Elî  jî li ser karê xwe wiha got: ”jinên  Minbicê bi hêjmareke pir kêm li derve dixebitin û vekirina vê dirunxaneyê ji bo jinan gelek baş û gaveke serkeftî ye. Ji ber ku wê jin bi karibe berhemên keda xwe ji her kesî re nîşan bide. Em gelekî kêfxweşin ji ber ku em hemû jin bi hev re kar dikin."     Firdewsê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan  kir ku ji nav çar dîwarên malê derbikevin û cihê xwe li hemû qadên jiyanê bigirin."