Krîz bandora xwe wê piştî 31’ê Adarê zêdetir nîşan bide 2019-01-03 09:05:42   Dîlan Babat   ENQERE - Pispora sendîkayê Pinar Abdal diyar kir ku krîza aborî wê bandora xwe ya mezin piştî hilbijartinên 31’ê Adarê nîşan bide û wiha got: “Bernameya Aboriyê ya Nû ya hikûmetê ev e ku patronan ji krîzê derxe, hewcedariya çavkaniyên sermayê pêk bîne. Ev jî belgeya delîlê ya pêngava êrîşa li hemberî kedkaran e. Di dema pêş de li hember kedkaran du rêbaz hene.”   Di hevdîtinên butçeyê yên di bin siya krîza aborî de berdewam kir de tevî hemû îtîrazan pereyê asgarî 2 hezar û 20 TL hat diyarkirin. Pispora sendîkayê ya Genel Îşê ya girêdayê DÎSK’ê Pinar Abdal hevdîtinên butçeyê û tabloya aboriya heyî nirxand.   Pinarê got piştî sersalê ji bo her tiştî zem hatiye kirin û got: “ Her çiqas komîsyona tespîtê pereyê asgarî diyar kiribe jî li gorî daxwaz û hewcedariyên karsazan hatiye diyarkirin. Di hevdîtinên butçeyê de li şûna enflasyon û hatina neteweyî baldar bê girtin, yek jî nehatiye kirin. Pereyê ku 10 mîlyon kedkarî eleqeder dike carek din daxwazên karker û sendîkayan li ber çavan nehat girtin û wisa hat diyarkirin.”   ‘Patron ji bo pereyê asgarî kêfxweş bûn’   Pinarê daxuyakirin ku cîhana kar û rêxistinên karsazan ev zem erênî dîtine û wiha pê de çû: “Karsaz mafdar in ku kêfxweş bin. Teşwîq û razemeniyên dewletê destê karsazan xurt dike. Beşek pereyê asgarî ji Fona Sîgorteya Betaliyê û butça giştî tê dayîn. Xuyaye ev piştgirî wê bidome. Pereyê asgarî li pey mezinbûna aboriya welat ma. Pereyê asgarî yê reel, serî kesî li gorî hatina neteweyî tê dayîn.”   ‘Hewl didin bedela wê bi gel bidin dayîn’   Pinarê bi lêv kir ku newekhevî di dema AKP’ê de mezintir bûye û bi mezinbûna aboriya Tirkiyeyê re kedkaran tu par negirtine û bi polîtîkayên hatin afirandin jî gel zêdetir hat xizankirin,niha jî bi krîzê re newekhevî mezin bûye, bi gel bedel tê dayîn. Pinarê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li aliyekê heqdest kêm dibin li aliyê din jî gel neçarî jiyana bi deyn dikin. Xebata erzan, bê ewle û betalî tên ferzkirin. Bandora esas a krîzê wê piştî 31’ê Adarê zêdetir bê hîskirin. Bernameya Aboriyê ya Nû ya hikûmetê ev e ku patronan ji krîzê derxe, hewcedariya çavkaniyên sermayê pêk bîne. Ev jî belgeya delîlê ya pêngava êrîşa li hemberî kedkaran e. Di dema pêş de li hember kedkaran du rêbaz hene. Hewl didin faturaya krîzê ligel bibirin. Li pêş kedaran du rêbaz hene. Barê krîzê redkirin û meşandina têkoşînê ye. Divê deng bê bilindkirin û têkoşîn bê mezinkirin.”