'Em dev ji keda destan bernade' 2018-12-25 09:01:26   Şêrîn Zêrevan-Diyana Mihemed   QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Kargeha Cilên ji Rîsê ya Qamişloyê Nezîha Serdînî diyar kir ku ew ji bo alîkariyê bidin tevahî jinan kar û xebatên xwe didin meşandin û got:"Ji bo em bi hêviyek mezin li jiyanê binêrin divê em nirxekî mezin bidin keda destan û xebata jinan. Em jî hewl didin û em dev ji keda destan bernadin."   Endama Rêveberiya Kargeha Cilên ji Rîsê ya Qamişloyê Nezîha Serdînî derbarê kar û xebatên jinê anî ziman ku xebat ji bo pêdiviyên jiyanî pêwist e û wiha got:"Dema jin hewl bidin tu tiştekî ku nikaribin bikin tune ye. Jin di xwezaya xwe de afirîner in. Divê ji bo ev afirîneriya derkeve holê hem jin hem jî civak hewl bidin."   'Hem jinên Kurd hem jinên Ereb dixebitin'   Nezîha Serdînî da zanîn ku ev 15 sal in ew bi karê cilên ji rîsê mijûl e û wiha got:"Min li malê dest bi karê cilên ji rîsê kir û min alîkarî da gelek jinan. Lê ji bo bêtir jin hîn bibin me biryar da ku em kargehekê vekin. Niha em 4 jin li kargehê dixebitin lê gelek jinên ku rewşa wan ne guncav in ku werin kargehê li malê karên xwe dikin. Gelek jinên ku hevjîn û zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest didin jî dixebitin. Ji ber ku em ji cudatiya di navbera mirovan de hez nakin loma hem jinên Kurd hem jinên Ereb dixebitin. Her hefte jinên ku li malê dixebitin alavên xwe digirin."   'Li gor xwesteka jinan jî em kincan çê dikin'   Nezîhayê bal kişand ser daxwaz û hewldana jinê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Li gor xwesteka jinan jî em kincan çê dikin lê car caran em hinek rengan nikarin pêde bikin. Jinên ku dixebitin bi daxwaz in û hewl didin. Em dixwazin jin hem bixebitin hem jî hînî jiyanek hevpar bibin. Em dixwazin hemû jin werin ku em wan perwerde bikin û bixebitin. Ji bo em bi hêviyek mezin li jiyanê binêrin divê em nirxekî mezin bidin keda destan û xebata jinan. Em jî hewl didin û em dev ji keda destan bernadin. Dema jin hewl bidin tu tiştekî ku nikaribin bikin tune ye. Jin di xwezaya xwe de afirîner in. Divê ji bo ev afirîneriya derkeve holê hem jin hem jî civak hewl bidin."