Bazar heye kar tune ye 2018-12-24 09:03:44   COLEMÊRG - Li Tirkiyeyê aloziya aborî her roj mezintir dibe. Ji bo ku pêşiya pirsgirîkên aborî bê girtin, ji aliyê hikûmetê ve tu hewlêdan tune ye. Bazara Gel a ku di dema şaredariya DBP’de hatibû vekirin ji ber aloziya aborî û sersariya qeyûm li bazarê heta niha  30 kargeh hatine  girtin.    Di sala 2011’an de dema şaredariya DBP’de ji bo ku ji seyarfroşan re bibin alîkar û berhemên herêmê bidin naskirin, bazara gel ku ji 60 kargehî pêk dihat hat vekirin. Di salên ewil ku bazar hat vekirin de her roja ku diçû kargeh zêde dibûn. Lê piştî ku OHAL hat îlankirin û şûnde tu kargeh nehatine vekirin û ji ber aloziya aborî heta niha 30 kargeh hatine girtin. Esnafên ku serê sibehê diçin kargehên xwe vedikin heta êvarê bêyî ku sîftehê bikin li van kargehan dimînin û pişre kargehên xwe digirin û diçin malê.    Ji bo guhertin û pêşketinê jî hewldan tune ye   Esnafên ku li dijî vê qeyrana aborî û qeyûmê şaredariyê nerazîbûnên xwe anîn ziman  gotin ku ew heta êvaran dixebitin, lê keda wan vala diçe û wiha gotin:” Ev bazar di dema şaredariya DBP’ê de hat vekirin. Ev bazare ji 60 kargehan pêk dihat. Di salên ewil ên bazar karê pir baş derbas dibû. Lê di van salên dawîn de her ku çû rewş xira bû. Qeyrana aborî karê me sekinandin. Ji xwe ji ber vê pirsgirîka aborî heta niha di bazarê de 30 esnafan kargehên xwe girtin. Armanca vekirina vê bazarê ew bû ku hem berhemên  herêmê bên naskirin, hem jî ji me re alîkarî bê dayîn ku em debara xwe bikin. Lê niha em tu feydeyê jê nabînîn. Ji xwe piştî ku qeyyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin şûnde, şaredarî ji me re nabe alîkar. Ji bo pêşketina bazarê tu hewlêdanên şaredariyê tune ne. Ji ber ku bazar nayê parastin em di zivistanê de zehmetiyê dikşînîn. Me bi hezaran car pirsgirîk bi şaredariyê re parve kir, lê bi me re nebû alîkar. Qaşo bazara gel e, lê ne gel heye û ne jî şaredarî li holê heye. Rewşa me nebaşe. Ger ku  wiha berdewam bike em ê jî ji neçarî kargehên xwe bigirin û biçin malên xwe.”