Kedkar xwe ji bo 31’ê Adarê amade dikin 2018-12-23 09:27:12   WAN - Hevseroka SES a Wanê Fatma Arslan diyar kir ku hilbijartinên herêmî ji bo kedkarên hatin îxrackirin û jinan gelek girîngin û bi lêv kir ku ji bo polîtîkayên qeyûm têk biçin wê ligel demokrasiyê cih bigirin û xebatan di vî alî de bimeşînin.   Gelek endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) bi KHK’yan ji peywira xwe hatin îxrackirin.Di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de kedkaran tecrîha xwe kirine û her wiha polîtîkayan jî wê li ber çavan bigirin. Hevseroka SES' a Wanê Fatma Arslan balkişand ser girîngiya hilbijartinên herêmî û jinên KESK’ê ku şaredartiyek çawa dixwazin.   ‘Gelek xebatên li herêmê hatine kirin hene’   Fatmayê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê guherîna rejîmekê tê jiyîn û herî zêde jî jinan ji vê nesîbê xwe girtiye û got: “Di civakek ku muhafazakar bûye dixwazin jinan bavêjin plana dawî. Jinên li dijî vê berxwe didin jî rastî zextan tên. Di vî alî de ev hilbijartin ji bo jinan girîngin.”   ‘Roja hesabpirsînê ye’   Fatma ku 25 salan hemşîretî kir û piştre hat îxrackirin anî ziman ku ev hilbijartinên herêmî ji bo kedkarên hatine îxrackirin gelek girîngin û got di du salên dawî de gelek kes bi awayekî dijhiqûqî hatine îxrackirin. Fatmayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev rewş di saziyên cemawerî de hat jiyîn lê di şaredariyan de jî bi taybet li herêma me qirkirin hatin kirin. Gelek kes ji vê bi bandor bûn. Xebatên şaredariyan hatin astengkirin. Lê em ê di hilbijartinên herêmî de bi serkevin.Beriya qeyûman pergala hevserokatiyê hebû. Midûriyeta Polîtîkayên Jinan û serokatiya Daîreya Jinan hêz dida jinan. Em ji nûve van saziyên xwe dixwazin Qeyûman destkeftiyên jinan tune kirin. Em wek jinên KESK’ê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê hewl bidin polîtîkayên qeyûm serobino bikin.”