Di nava şert û mercên dijwar de karê dirûtinê didomîne 2018-12-22 09:05:19   Hisna Muhemed    ŞEHBA - Berxwedan û têkoşîna jina Efrînê li Kantona Şehbayê di nav hemû şert û mercên zehmet de kêlî bi kêlî didome. Jina bi navê Xedîce Eloş a ji gundê Beradê ye û li Kampa Vegerê ya li Navçeya Şêrewayê bi cih bûye berxwedana xwe û karê xwe yê dirûtinê didomîne. Xedîceyê got:"Tevî hemû zehmetiyan a girîng ew e ku mirov dev ji têkoşîna xwe bernede. Ez jî niha têkoşîna xwe didomînim."   Piştî ku gelê Efrînê û gundewarên wê bi dara zorê ji ser axa xwe hatin koçber kirin, li Kantona Şehbayê û navçeyê Şêrewayê di nav şert û mercên herî dijwar de têkoşîna xwe didomînin. Yek ji wan kesên ku dev ji têkoşîna xwe bernedaye jina bi navê Xedîce Eloş a 45 salî ye. Xedîceya ku li Kampa Vegerê dimîne û ev 33 sal in karê dirûtinê dike dibêje:"Sedem çi dibe bila bibe divê mirov her jixwe bawer be û ji bo li ser lingê xwe bimînin têkoşîna jiyanê bidin. Ez niha bi karê dirûtinê têkoşîna jiyanê didim."   'Ez di 12 saliya xwe hînî karê dirûtinê bûm'   Xedîceyê diyar kir ku li Kampa Vegerê jiyanek hevpar heye, her kes alîkariya hevdu dike û wiha gotin:"Ez di 12 saliya xwe hînî karê dirûtinê bûm. Tevî hemû êrîşan û tank û topên Erdogan min dev ji karê xwe berneda. Dema ku Erdogan keda destên jinên Kurd hedef girt û çeteyên wî ketin Efrînê ez mecbûr mam ku makineya xwe li dû xwe bihêlim û werim li Şehbayê bi cih bibim. Makineya ku li dû min ma ji aliyê çeteyan ve hat talankirin."   'Ez niha bi karê dirûtinê têkoşîna jiyanê didim'   Xedîceyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku ez li Kampa Vegerê bi cih bûm min ji xwe re makineyek biçûk pêde kir. Niha ez bi karê dirûtinê hem alîkariya mirovên li kampê dikim hem jî ez debara xwe pê dikim. Tevî hemû zehmetiyan a girîng ew e ku mirov dev ji têkoşîna xwe bernede. Ez jî niha têkoşîna xwe didomînim. Sedem çi dibe bila bibe divê mirov her jixwe bawer be û ji bo li ser lingê xwe bimînin têkoşîna jiyanê bidin. Ez niha bi karê dirûtinê têkoşîna jiyanê didim."