Jinên Qamişloyê: Jin dikarin her karî bikin 2018-12-20 09:02:55   Stêrvan Bêrîtan   QAMIŞLO - Jinên Qamişloyê yên ku bi keda destên xwe debara xwe dikin gotin:"Jin dikarin her karî bikin. Divê tenê jin ji xwe bawer bin û hewl bidin."   Xebatkarên jin ên li Taxa Cûdî ya Qamişloyê derbarê xebata jinê ya di nava civakê de diyar kirin ku dema jin bixebite dikare xwe pêş bixin û wiha gotin:"Ji bo keda jinê neyê binaxkirin divê jin bi hev re tev bigerin û ji xebatê netirsin. Xebat mirovan û civakê pêş dixe."   'Xebat mirovan pêş dixe'   Jina bi navê Meyîhan Ehmed û 50 salî ye wiha got:"Ev çar sal in ku e di firinê de dixebitim. Ez û hevjînê xwe bi hev re karê firinê dikin. Dema ku ez nexebitim ez dibêjim qey tiştek ji jiyana min kêm dibe. Ez ji xebatê gelek hez dikim. Ji ber ku xebat mirovan pêş dixe ez pêşniyar dikim ku hemû jin bixebitin."    'Ez bi keda destên xwe debara xwe dikim'   Her wiha jina bi navê Fatima Ehmed ku ew jî karê dirûtinê dike wiha got:"Ev 10 sal in ez karê dirûtinê dikim. Cilên cuda ji jinan re didirûm. Jinên tên gel min ji karê min pir bi kêfxweş in. Ez bi keda destên xwe debara xwe dikim loma xwe gelek bextewar hês dikim. Loma ez dixwazim hemû jin bixebitin û li destên mêra mêze nekin. Jin dikarin her karî bikin. Divê tenê jin ji xwe bawer bin û hewl bidin. Ji bo keda jinê neyê binaxkirin divê jin bi hev re tev bigerin û ji xebatê netirsin. Xebat mirovan û civakê pêş dixe."