Ji sermayê re krîz tune ye: Bedela wê jin didin 2018-12-18 09:13:44   Sîbel Ozalp   STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît balkişand ser krîza aborî û sedema bi bandorbûyina jinan a ji krîzê pergala kapîtalîst. Gulîstanê wiha berdewam kir: “Bedela krîza aborî ya Tirkiyeyê jin û zarok didin. Lê em dibînin ên asta jor bi awakî cidî dewlemend bûne. Hewl didin deyn li me bar bikin.”   Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku yên herî zêde ji krîza aborî bi bandor bûne jin in û sedema vê yekê jî newekheviya zayenda civaka kapîtalîst û patrîarkal e.   Gulîstanê wiha berdewam kir: “Li kargeriyekê ewil ger jinek û mêrek divê ji kar bên derxistin ewil jin tên derxistin. Ji ber ferasetek wisa ye; divê mêr li malbatê binêre. Pergala feodal newekheviyê kûr dike. Di civakên patrîarkal de jin her tim li plana dawî mane û mêr derketiye pêş. Yanî jin girêdayî mêr dimînin. Sînorên azadiya jinê li gorî şert û mercên mêr diyar dikin. Ger tercîhek li cihekî bê kirin jî ji alî mêr dikin.”   ‘Krîzê ewil jin betal hişt’   Gulîstanê destnîşan kir ku encamên civakî yên krîza aborî girîng in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bandor çawa li jinan dike divê mirov li vê binêrin. Bi taybet krîz jinan betal dike. Jinên aboriya malbatê bi rê ve dibin zehmetiyan dikşînin. Jinên diçin bazaran gelek caran tiştekî nakirin an jî nîvco dikirin. Di encama lêkolînan de derdikeve holê ku yên herî zêde di dema krîzê de bi bandor dibin jin in. Ji encamên krîzê jin bi du awayî bi bandor dibin. Ya yekem wek şîdeta aborî û xizanî li jinan vedigere. Ya duyem jî jinan xizan dike.”