Tahîna li quntarên Cudî tê çêkirin eleqeyek mezin dibîne 2018-12-18 09:08:30   ŞIRNEX - Emîna Bayat a di kana li quntarên Çiyayên Cudî ye tahînê çê dike û diyar dike ku dijî tahîna ew çê dikin eleqeyek mezin heye.   Li kaneke biçûk a li quntarên Çiyayê Cudî ye û 5 kîlometre ji Şirnexê dûr e jin bi destên xwe tahînê çê dikin. Jina bi navê Emîna Bayat ewil kunciya hişk dike piştre germ dike û davêje maşînê. Emîna 7 sale vî karî dike.   Emîna diyar dike ku sibehê heta êvarê dixebite û debara xwe bi tahînê dike. Emîna wiha dibêje: “Em du kes li vir dimînin. Em havîn û zivistanê dixebitin. Berê mezinên me ev kar dikirin. Ji xwe cihê me jî cihekî kevn e. Em li vir kevneşopiya mezinên xwe dimeşînin. Karê me zehmet e lê mirov gelek girîngiyê didin tahîna me û eleqeyek mezin nîşan didin.”   ‘Hem paqij û hem baş e’   Emînayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ne tenê ji Şirnexê ji bajarên cuda jî mirov ji bo tahînê tên vir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gel eleqeyek mezin nîşan dide. Yên tên pir diecibînin. Ji her derê tên û digirin. Gel dibêje teze û baş e.Ev tahîn kêrî her tiştî tê. Niyeta min tune ye ez dest ji karê xwe berdim. Ez bi xwe hînî çêkirina wê bûm. Ji zarokatiyê em çê dikin.”   Her wiha Emînayê bi lêv kir ku di dema qedexeyê de xaniyê wê hatiye hilweşandin û piştî qedexe rabûye li gundê Îkîzce bi cih bûye û got ew li 9 zarokên xwe dinêre. Ligel vê got kîloya tahînê 36 TL ye.