Kedkaran li dijî krîzê berê xwe dan Qada Îstayonê 2018-12-16 17:30:55   AMED - Pêkhateyên Platforma Şaxan a KESK’ê li qada Îstasyonê ya Amedê bi hişyariya "Ne kedkar, bila yên krîz ava kirine fatûreya krîzê bidin" mîtîng li dar xistin. Bi hezaran kes herikîn qada îstasyonê û tev li mîtîngê bûn. Kedkarên beşdarî mîtîngê bûn diyar kirin ku ew fatûra krîzê nadin.    Pêkhateyên Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê, li qada Îstasyonê ya Amedê bi hişyariya "Ne kedkar, bila yên krîz ava kirine fatûreya krîzê bidin" bi tevlêbûna hezaran kesan mîtîng pêk anîn. Kedkar ji çar aliyan ve ketin qada mîtîngê û di kontrola polîsan re derbasî qadê bûn. Polîsan li dervê qadê tedbîrên mezin girtin. Li qada mîtîngê pankartên “Zimanê zikmakî azadiya me ye" “Bijî têkoşîna ked û demokrasiyê", “Li dijî xizanî, betalî û nelirêtiyê em bi hevre têbikoşin", “Jin jiyan azadî”, “KHK dê biçin emê vegerin" û “Keda mirov nayê cudakirin vekirin."    Partiyên siyasî û saziyên sivîl jî tevli bûn   Endam û rêveberên KESK, DÎSK'ê ji çar aliyan tev li mîtîngê bûn û daxwazên xwe anîn ziman. Karker û kedkarên tev li mîtîngê bûn bertekên xwe yên li dijî hikûmetê anîn ziman. Karker û kedkaran bi dirûşme, pankart û dowîzan bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Di mîtîngê de Hevkerokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, Musa Farisogullari, Remziye Tosun, Hevserokên HDP'ê yên Amedê Filiz Buluttekin, DBP ya Amedê Naşide Toprak û İbrahim Çiçek, endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê, CHP û ESP'ê jî tev li mîtîngê bûn.   Dîlan Yakut: Em serî natewînin    Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Berdevka Platforma Şaxan a KESK'ê ya demî Dilan Yakut ya di mîtîngê de axvî anî ziman ku Modernîteya kapitalist bi mirin, zilm û tundiyê hewl dide xwe li ser piyan bihêle û wiha got: "Bi KHK'yan ewlehiya kar ji holê rabû. Em tu carî serî natewînin. KHK dê biçin û em dê bi ser bikevin. Keda jinê ya li malê nayê dîtin û her dem zarok û karê hundir dane ser pişta wan. Krîza aborî birînek mezin li ser pişta jinê vekiriye. AKP û Qesrê her dem êrîşî keda jinê kiriye û xwestiye jinê bê vîn bihêle. Lê bi ser nakeve."    Mîtîng piştî axaftinan bi konsera hunermenda NÇM'ê Rojda û bi govendê bi dawî bû.